Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Pêşiya mirina xwe, Îsa Mesîh çima gotinên Dawid Padşa yên ji Zebûr 22:1 wekiland?

Li gora Metta 27:46, Îsa Mesîh pêşiya mirina xwe usa got: “Xwedêyê min, Xwedêyê min, te çima ez hiştim?” Bi van gotina, Îsa Mesîh gotinên Dawid Padşa wekiland, yên ku Zebûr 22:1-da hatine nivîsarê (Marqos 15:34). Gerekê em nefikirin ku Îsa Mesîh usa got, çimkî ewî hêviya xwe yan baweriya xwe unda kiribû. Ewî rind zanibû ku çira lazim e ku ew bimire, û ew hazir bû ku emirê xwe berva bide (Metta 16:21; 20:28). Usa jî, ewî zanibû ku li dema mirina wî, Yehowa gerekê ‘çeperê’ li der-dora wî rakira (Îbo 1:10). Lema jî, Yehowa mecal da Îsa Mesîh ku ew bi zelalî îzbat bike ku çi jî hebe, ewê heta mirinê amin bimîne (Marqos 14:35, 36).

Gelo Îsa Mesîh çima gotinên vê zebûrê wekiland? Rast e em sed selefî nizanin, lê were bifikirin derheqa hine sebeba ku dikaribûn bibûna: *

Bi van gotina, Îsa Mesîh dibeke dixwest nîşan kira ku li dema mirina wî, Yehowa wê wî tenê bihêle. Lazim bû ku Îsa Mesîh kirînê bê alîkariya Yehowa bida. Lazim bû ku ew ça însan bimire, wekî “bona hemûya mirin bidîta” (Îbranî 2:9).

Bi van gotina, Îsa Mesîh dibeke dixwest dîna meriva bikişanda ser temamiya vê Zebûra 22. Li rojên Îsa Mesîh, Cihûya gelek  zebûr ezber dikirin. Gava rêzeke ji zebûrekê dihat gotin, temamiya vê zebûrê dihat bîra wan. Li Zebûra 22, gelek pêxembertiyên derheqa mirina Mesîh hene. Îsa diqewime dixwest dîna şagirtên xwe bikişanda ser tiştên din, yên ku li vê zebûrê ji berêva derheqa wî hatibûn eyankirin (Zebûr 22:7, 8, 15, 16, 18, 24). Usa jî, ev zebûr dibêje ku Padşatiya Yehowa wê bigihîje çar aliyên dinyayê (Zebûr 22:27-31).

Bi van gotina, Îsa Mesîh dibeke dixwest bigota ku ew bêsûc e. Pêşiya mirina xwe, Îsa Mesîh nîvê şevê bêqanûnî hat dîwankirin û ça kifir hat neheqkirin (Metta 26:59, 65, 66; Marqos 14:56-59). Bi van gotina, Îsa Mesîh belkî dixwest nîşan kira ku ew hêjayî vî cezayî nîbû.

Îsa Mesîh dibeke dixwest zelal bikira ku Dawid Padşa jî rastî tengasiya dihat, lê ev yek nayê hesabê ku Dawid qebûlkirina Xwedê unda kiribû. Dawid baweriya xwe unda nekiribû. Paşî ku Dawid ev pirs pirsî, ewî baweriya xwe eyan kir ku Yehowa dikare wî xilaz bike, û Yehowa ew kerem dikir (Zebûr 22:23, 24, 27). Mîna vê yekê, “Kurê Dawid”, dêmek Îsa Mesîh, rast e li ser stûna cefayê hat mixkirin jî, lê ev yek nedihate hesabê ku Yehowa îda ji wî razî nîne (Metta 21:9).

Îsa Mesîh dibeke dixwest nîşan kira ku ew çiqas xemgîn e, çimkî Yehowa destê xwe ji wî kişand, wekî ew bikaribe aminiya xwe îzbat bike. Nêta sereke ya Yehowa ne ew bû ku Îsa Mesîh bê kuştin. Ev yek lazim hat paşî raberîbûna Adem û Hewayê. Îsa Mesîh tu tiştekî nerast nekiribû, lê lazim bû ku ew êşê bikişîne û bimire, wekî îzbat ke ku buxdanên Mîrê-cina derew in, û heqê kirînê bide, wekî vegerîne vê yekê çi ku meriv unda kiribû (Marqos 8:31; 1 Petrûs 2:21-24). Seva vê yekê, lazim bû ku Yehowa destê xwe ji bo demekê ji ser Îsa Mesîh bikişîne û wî cara pêşin jîyîna wîda wî neparêze.

Îsa Mesîh dibeke dixwest şagirtên xwera zelal bikira ku Yehowa çima îzin da wekî ew bi vî awayî bimire. * Îsa Mesîh zanibû bi mirina wî cûreyî, gelek kes wê bilikumin (1 Korintî 1:23). Seva ku şagirtên wî meniya mirina wî fem bikin, lazim bû ku ew dîna xwe bidin sebeba mirina wî (Galatî 3:13, 14). Vê yekê wê alî wan bikira ku ew wî ne ça sûcdarekî, lê ça Xilazkar hesab kin.

Sebeba van gotinên Îsa Mesîh çi bû jî, eyan e ku ewî zanibû wekî mirina wî li gora xwestina Yehowa bû. Paşî ku Îsa Mesîh gotinên vê zebûrê wekiland, ewî got: “Temam qewimî!” (Yûhenna 19:30; Lûqa 22:37). Belê, ji ber ku Yehowa destê xwe ji bo demekê ji Îsa Mesîh kişandibû, ewî dikaribû qirara Yehowa bi temamî bîne sêrî. Usa jî, bi saya vê yekê hemû tiştên ku “Qanûna Mûsa, nivîsarêd pêxembera û Zebûrada” derheqa wî nivîsar bûn, hatine sêrî (Lûqa 24:44).

^ abz. 2 Usa jî, li abzasa 9 û 10 ya gotara “Ji Gotinên Xilaziyê yên Îsa Dersa Hîn be” binihêre.

^ abz. 4 Seva ku şagirtên xwe hêlan bike ku ewana fikrên xwe bêjin, Îsa Mesîh carna tiştekî ku ne li gora fikra wî bû, digot yan dipirsî (Marqos 7:24-27; Yûhenna 6:1-5; li jûrnala “Birca Qerewiliyê”, ya 15 Cotmehê 2010, rûp. 4 û 5 binihêre).