Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 SERHATÎ

“Ez Îda Xizmetê Gelek Hiz Dikim!”

“Ez Îda Xizmetê Gelek Hiz Dikim!”

EZ LI Girava Başûr ya Zelandaya Nû, li bajarekî bi navê Balklûta mezin bûm. Gava ez zarok bûm, min Yehowa û rastiyê gelek hiz dikir. Min ji civîna şabûn distand, û bona min civat cîkî pir xweş bû. Ez hevekî şermoke bûm, lê ez her hefte bi şabûnê diçûm xizmetê, û min mizgîn dida hevaldersên xwe û kesên din. Ez serbilind bûm, çimkî ez Şeda Yehowa bûm, û gava ez bûm 11 salî, ez hatim nixumandin.

EZ ŞABÛNA XWE UNDA DIKIM

Sed heyf ku wexta ku ez mezin dibûm, dostiya min tevî Yehowa hêdî-hêdî sar dibû. Minra usa dihat kifşê qey azaya hevaldersên min bêsînor bû, û ez difikirîm ku ez gelek tişt unda dikim. Qeydên malê û şixulên ruhanî minra îda bargiran bûn. Min şik nedibir ku Yehowa heye, lê min xwe nêzîkî wî texmîn nedikir.

Dîsa jî, ez diçûm xizmetê, lê ne bi dil û can. Min xwe bona xizmetê hazir nedikir, lema li min zor dihat ku xeberdanê destpêkim. Axiriyêda, xizmeta min bêşabûn û bêkêr bû, û dilê min hindava xizmetê diha sar bû. Ez xwera difikirîm gelo xûşk û bira çawa dikarin berdewam kin ji vê xizmetê şabûnê bistînin.

Gava ez 17 salî bûm, min xwest ji malê herim. Lema, min çentên xwe hazir kirin, û ez derbazî Avstralyayê bûm. Dê û bavê min pir xemgîn bûn ji ber ku ez ji malê çûm. Ew hevekî ditirsiyan, lê ewana bawer  bûn ku ezê xizmetiya xwe Yehowara nedim sekinandinê.

Li Avstralyayê, ez ji aliyê ruhanîva diha sist bûm. Ez gelek cara nediçûm civîna. Hine cahil êvarekê diçûn civîna, lê êvara din diçûn klûba ku îçkê vexwin û bireqisin. Min xwera gelek zû hevalên usa dîtin, û ez jî bûme mina wan. Gava ez emirê xweyî berê dikim bîra xwe, ez fem dikim ku ez bi nigekî li rastiyê û bi nigekî din li dinyayê sekinî bûm, û ez ne wirda, ne jî vêda bûm.

DERSEKE FERZ

Weke du sal şûnda, min xûşkek nas kir, ya ku alî min kir ku ez li ser jîyîna xwe bifikirim. Ez tevî pênc xûşkên azep li malekê dimam, û me berpirsiyarê mihalê û jina wî Tamara teglîf kirin ku ew heftêkî bal me bimînin. Wexta ku mêrê wê bi îşê civatê mijûl dibû, Tamarayê tevî me wext derbaz dikir, û em tevayî gelek dikeniyan. Ev yek li dilê min pir xweş dihat. Ez şaş mam ku kesek çawa dikare him ji aliyê ruhanîva haqas qewî be him jî haqas bextewar û henekçî be.

Dilê Tamarayê bi hizkirina rastiyê dikeliya. Ewê xizmeta xwe gelek hiz dikir, û xîreta wê li ser kesên din jî hukum dikir. Ewê xîret dikir ku çiqas ji destê wê dihat Yehowara xizmet bike, lê min bi zorê xizmet dikir û ji vê yekê şabûn nedistand. Nihêrandina wê ya pozîtîf û dilşadiya wê, li ser jîyîna min kûr hukum kir. Mesela wê dîna min kişand ser rastîke sereke: Yehowa dixwaze ku em “bi şabûnê” jêra xizmet bikin (Zebûr 100:2).

XWESTINA MIN ZÊDE DIBE KU EZ XIZMET BIKIM

Min dixwest ku ez jî mîna Tamarayê bextewar bim, lê bona vê yekê, lazim bû ku ez hine tiştên ferz bikim. Wext lazim bû, û bi zemanra, min hine gavên biçûk avîtin.  Min îda xwe bona xizmetê hazir dikir, û ez car cara dibûm pêşenga komekdar. Bi vî cûreyî, xwebaweriya min zêde bû. Her ku min Kitêba Pîroz dida xebatê, min ji xizmetê diha şabûn distand. Pir wext derbaz nebû ku min her meh ça pêşenga komekdar xizmet dikir.

Usa jî, min tevî mizgînvanên xîret wext derbaz dikir. Mesela van xûşk û birên cahil û yên emirda mezin alî min kir ku ez safî bikim ku di jîyîna minda çi ferz e. Usa jî, min Kitêba Pîroz her roj dixwend. Xizmet çiqas ku diçû li min xweş dihat, û axiriyêda, ez bûm pêşenga hertim. Civat dîsa bû ça malbeta min!

HEVALEKÎ NÛ

Salek şûnda, min birakî bi navê Alêks nas kir, merivekî nazik û dilovan, yê ku Yehowa û xizmetê gelek hiz dikir. Li wê demê, ew berdestiyê civatê bû, û îda şeş sal bû ku ew pêşeng bû. Usa jî, Alêks çend sal li Malawyê xizmet kiribû. Li wê derê, ewî tevî hine mîsyonêra wext derbaz kiribû, û hevaltiya wan ew hêlan kiribû ku ew ji her tiştî zêdetir li Padşatiyê bigere.

Di sala 2003-da, em zewicîn, û ji wê demêva, me qet xizmeta hertim nedaye sekinandinê. Em gelek dersên ferz hîn bûne, û Yehowa em gelek bi cûre kerem kiriye.

KEREMÊN NÛ

Xizmeta li bajarê Glênoyê (Tîmor-Leste)

Di sala 2009-da, em hatin teglîf kirin ku ça mîsyonêr herin Tîmor-Lesteyê (Endonezya). Gava kifşkrina me hat, em him ecêbmayî man him jî berxwe diketin. Pênc meh şûnda, em çûne bajarê Dîliyê, paytexta Tîmor-Lesteyê.

Jîyîna me bi temamî hate guhastin. Lazim bû ku em hînî kûltûreke nû, zimanekî nû, xwarinên nû û warekî nû bibin. Gava  em diçûn xizmetê, me gelek cara hukumên feqîrî, nexwendîbûn û bindestiyê didîtin. Me didît ku şer û zulimê li ser gelek kesa çiqas xirab hukum kiribû. *

Dîsa jî, xizmet gelek xweş bû! Mesele, ez carekê rastî keçikeke 13 salî ya bi navê Marîa hatim. * Ew xemgîn bû, çimkî diya wê çend sal berê miribû, û ewê bavê xwe car cara didît. Mîna gelek zarên din, Marîa jî bêhêvî dijît. Tê bîra min ku ewê carekê dilê xwe minra vekir û giriya. Lê min fem nedikir ku ew çi dibêje, çimkî min zimanê wê hê rind nizanibû. Lema, min ji Yehowa alîkarî xwest seva ku ez bikaribim ber dilê wêda bêm, û min wêra hine rêz xwendin ku dilê wê rihet bikim. Nava çend salada, min dît ku rastiya Kitêba Pîroz nihêrandin, kincxwekirin, xemilandin û jiyana Marîayê çawa diguhast. Marîa hate nixumandinê, û niha ew jî hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz dike. Niha, ew di nav xûşk û birada gelek bextewar e.

Yehowa îşê xwe li Tîmor-Lesteyê kerem dike. Piraniya mizgînvana nava 10 salên paşwextiyêda hatine nixumandinê. Gelek ji wan niha pêşeng, berdestiyên civatê yan rûspiyên civatê ne. Hinek jî di ofîsa welgerandinêda xwarina ruhanî bi zimanên herêmî hazir dikin. Gava ez dibihêm ku ewana çawa li civîna bi dil û can kilama distirên û ji aliyê ruhanîva pêşda diçin, ez gelek şa dibim.

Ez û Alêks, em diçin cîkî dûr ku teglîfnemên ji bo Bîranînê bela bikin

JIYANA HERÎ BAŞ

Jîyîna li Tîmor-Lesteyê ji jîyîna li Avstralyayê pir cuda bû, lê gelek xweş bû. Otobûs carna gelek tije dibû, û em di nav meriv, mesiyên hişkkirî û sebzeda rûdiniştin. Li hine roja, em bona hînbûnên Kitêba Pîroz diçûn malikên biçûk, germ, şil û erdax. Li derdora me, mirîşk digeriyan. Dîsa jî, ez gelek cara difikirîm ku jîyîna me çiqas xweş e!

Em diçin xizmetê

Ez şikirdar im ku gava ez ji aliyê ruhanîva sist bûm, dê û bavê min dîsa jî destê min bernedida, û alî min dikirin. Gotinên Metelok 22:6 çiqas rast in! Dê û bavê min gelek şa ne ku ez û Alêks şixulê Yehowa dikin. Di sala 2016-da, Alêks li herêma Avstralyayê ça berpirsiyarê mihalê hat kifş kirin.

Ez vîdêoke Aram û Nazê nîşanî hine zarên ji Tîmorî dikim

Ez fem nakim ku gava ez cahil bûm, xizmet li min çima giran dihat. Niha ez ji xizmetê gelek hiz dikim! Min dîtiye ku di jîyînêda, tenê xizmeta Xwedê dikare me bi rastî bextewar ke. Belê, 18 salên ku min û Alêks tevayî Yehowara xizmet kiriye gelek xweş derbaz bûn. Niha ez bi temamî fem dikim wan giliyên ku Dawid Padşa Yehowara gotibû: “Hemûyêd xwe spartine Te bira şa bin, heta-hetayê eşqa bistirên, bin sîya destê Teda bin, yêd navê Te hiz dikin, bira pê Te beşerxweş bin” (Zebûr 5:11).

Derbazkirina hînbûna Kitêba Pîroz tevî merivên milûk gelek xweş e

^ abz. 21 Di sala 1975-da, li Tîmor-Lesteyê şerê polîtîkî destpêbû û 20 sal berdewam kir.

^ abz. 22 Nav hatiye guhastin.