Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 46

Tu Mertala Xweye Baweriyê Xwey Dikî?

Tu Mertala Xweye Baweriyê Xwey Dikî?

“Baweriyê mîna mertalê bigirine xwe” (EFES. 6:16).

KILAMA 119 Gere Baweriya Me Hebe

VÊ GOTARÊDA *

1-2. a) Li gora Efesî 6:16, çira mera mertala baweriyê lazim e? b) Kîjan pirsa emê şêwir kin?

MERTALA teye baweriyê heye? (Bixûne Efesî 6:16.) Hemikî heye. Çawa ku mertal bedenê xwey dike, baweriya te jî ji tiştên xirab te xwey dike, mesele ji bênamûsiyê, zorbetiyê û ji hemû tiştên ku li gora prînsîpên Xwedê nînin.

2 Em “rojêd axiriyêda” dijîn, lema baweriya me wê dîsa bê cêribandinê (2 Tîmt. 3:1). Lê ça tu dikarî têderxî, wekî mertala teye baweriyê qewî ye? Û ça tu dikarî baweriya xwe qewî xwey kî? Were em caba wan pirsa şêwir kin.

MERTALA XWE RIND BICÊRIBÎNE

Paşî şer, esker mertalên xwe dicêribînin, seva bawer bin wekî ew halekî başda nin (Binihêre abzasa 3)

3. Eskera mertala xwe ça xwey dikirin, û çira?

3 Wedê berê, gelek car çerm ser mertalên eskerava dikirin. Eskera mertalên xwe bizir dikirin, seva çerm xirab nebe û hesinê wê jî jeng negire. Çaxê esker didît, wekî mertala wî ziyan standiye, ewî mertala xwe çêdikir, seva her gav bona şer hazir be. Ça ewê meselê dikarin beramberî baweriyê bikin?

4. Çira hûn gerekê mertala xweye baweriyê rind xwey kin û ça gerekê xwey kin?

4 Mîna eskerên wedê berê, tu jî gerekê hertim mertala xweye baweriyê bicêribînî û miqat bî, seva her gav bona şer hazir bî. Ça Mesîhî em şerê ruhanîda nin û miqabilî ruhên xirab şer dikin (Efes. 6:10-12). Tu kes dewsa we nikare mertala baweriya we xwey ke. Lê hûn ça  dikarin têderxin, wekî baweriya we usa qewî ye, ku wedê cêribandina wê sist nebe? Ya pêşin, bona alîkariyê Xwedêra dua bikin. Paşê hûn gerekê pê xebera Xwedê xwe bicêribînin û fem kin ku Xwedê ça ser we dinihêre (Îbrn. 4:12). Kitêba Pîroz dibêje: “Bi temamiya dilê xwe baweriya xwe Yehowa bîne, û îtbariya xwe hişê xwe neyne” (Metlk. 3:5, 6, DT). Besa xeberê, bînin bîra xwe wan paşwextiyada we çi safîkirin kiriye. Diqewime problêma we hebûye aliyê perada. Lê gelo hingê hûn fikirîn ser sozê Yehowa ji Îbranî 13:5, kîderê tê gotinê: “Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim”? Ewî sozî baweriya we qewî kiriye vê yekêda, ku Yehowa wê alî we bike? Hergê erê, ew yek dide kifşê, wekî hûn mertala xweye baweriyê rind xwey dikin.

5. Çaxê hûn baweriya xwe bicêribînin, dibeke çi têderxin?

5 Gava hûn baweriya xwe bicêribînin, dibeke hûn hinekî ecêbmayî bimînin. Diqewime hûn têderxin ku hine tiştada sist in û we ne jî texmîn kiribû. Mesele, hûn dibeke texmîn kin ku berxweketina zêde, derewî yan jî dilşkestîbûn, ziyanê dide baweriya we. Hergê ew yek usa ne, hûn ça dikarin baweriya xwe ji ziyanê xwey kin?

XWE JI BERXWEKETINA ZÊDE, DEREWA Û DILŞKESTÎBÛNÊ XWEY KIN

6. Berxweketina me bona kîjan hine tişta baş e?

6 Hine cûre berxweketin baş e. Mesele, em berxwe dikevin, wekî tiştên usa nekin çi ku Yehowa û Îsa xweş nayên (1 Korn. 7:32). Hergê em gunê mezin dikin em gelek berxwe dikevin, çimkî naxwazin dostiya xwe tevî Xwedê unda kin (Zeb. 38:18). Em usa jî berxwe dikevin, wekî dilê jin yan mêrê xwe neêşînin, û usa jî em bona halxweşiya neferên xwe û xûşk-bira berxwe dikevin (1 Korn. 7:33; 2 Korn. 11:28).

7. Li gora Metelok 29:25, çira em gerekê meriva netirsin?

7 Alîkî dinva jî, hergê em gelek berxwe dikevin, ew yek dikare ziyanê bide baweriya me. Mesele, dibeke em timê berxwe dikevin bona xwarinê û kinca (Met. 6:31, 32). Bona vê yekê, em dibeke hiş-aqilê xwe bidin ser topkirina hebûkê. Em dikarin hela hê jî bibine perehiz. Hergê em bihêlin ku ew yek usa be, baweriya me hindava Yehowa wê sist be û emê ruhanîda ziyaneke mezin bistînin (Marq. 4:19; 1 Tîmt. 6:10). Yan jî em dibeke bikevine vê telikê, ku gelek berxwe kevin, wekî meriv derheqa me çi difikirin. Hergê em ditirsin ku meriv wê me bikenin yan jî pey me kevin, xofa me hindava Yehowa dikare îda kêm be. Seva xwe ji wê telikê xwey kin, em gerekê lavaya ji Yehowa bikin, wekî baweriyê û mêrxasiyê bide me, ku em ji meriva netirsin (Bixûne Metelok 29:25; Lûqa 17:5).

(Binihêre abzasa 8) *

8. Em ça gerekê xwe bidine kifşê çaxê derewa dibihên?

8 Şeytan, “bavê derewa”, merivên ku bin hukumê wîda nin dide xebatê, seva derewa derheqa Yehowa û xûşk-birên me bela ke (Yûhn. 8:44). Mesele, raber derheqa teşkîleta Yehowa derewa û înformasiya qelp pê întêrnêtê û cûre-cûre tişta bela dikin. Ew derew jî dikevine nava “tîrêd agiriye” Şeytan (Efes. 6:16). Lê em gerekê çi bikin hergê kesek mera derheqa wan derewa gilî dike? Em gerekê guhê xwe nedine wan! Çimkî em baweriya xwe  Yehowa tînin û îtbariya xwe xûşk-bira tînin. Bi rastî em tu car tevî rabera xeber nadin. Em tu car tevî wan nakevine dewê, ne bona kesekî ne jî bona tiştekî, ne jî seva vê yekê ku dixwazin pêbihesin ewana çi dibêjin.

9. Dilşkestîbûn ça dikare ser me hukum ke?

9 Çaxê em dilşkestî ne, baweriya me dikare sist be. Cara em dilşkestî dibin çaxê problêmên me hene. Femdarî ye, wekî em nikarin problêmên xwe pişt guhê xweva bavêjin, lê yeke em gerekê nehêlin, wekî hiş-aqilê me pêda here ser problêmên me. Hergê em usa bikin, em dikarin hêviya baş ku Yehowa dide me, bîr kin (Eyan. 21:3, 4). Dilşkestîbûn dikare me usa sist ke, ku em xizmetiya xwe Yehowara bidine sekinandinê (Metlk. 24:10). Lê em gerekê tu car nehêlin wekî ew yek tevî me biqewime.

10. Ji nema xûşkekê hûn çi hîn dibin?

10 Dîna xwe bidin mesela xûşkeke ji Amerîkayê ku ew ça baweriya xwe xwey dike, çaxê miqatî mêrê xweyî nexweş dibe. Ewê ofîsa serekera nemêda giliyên usa nivîsî: “Dereca me çetin e û cara me dilteng dike, lê hêviya me qewî ye. Ez gelek razî me bona şîretên Yehowa ku dide me, seva baweriya xwe qewî kin û dilbîniyê bistînin. Mera rastî lazim in ew şîret û dildayîn. Ew alî me dikin ku berdewam kin Yehowara xizmet kin û ber wan cêribandina teyax kin, bi kîjana Şeytan dixwaze me sist ke”. Em ji giliyên vê xûşkê pêdihesin, ku em dikarin diltengiyê alt kin. Çawa? Bîr nekin wekî ew cêribandinên we ji Şeytan in. Îtbariya xwe Yehowa bînin, çawa Kaniya dilbîniyê. Û bişêkirînin xwarina ruhanî ku ew dide me.

Tu mertala xweye baweriyê xwey dikî? (Binihêre abzasa 11) *

11. Seva ku baweriya xwe bicêribînin, derheqa kîjan pirsa em gerekê bifikirin?

11 Dibeke hûn divînin, wekî lazim e baweriya xwe hê qewî kin. Hela bifikirin: Wan çend mehên paşwextiyêda bal we hatiye standinê, wekî zef berxwe nekevin? Yan jî we karibûye guhê xwe nedine rabera û tevî wan nekevine  dewê bona derewên ku ewana bela dikin? Û çaxê hûn dilşkestî bûn, we dikaribû teyax kin û xwe miqerm bigirin? Hergê erê, baweriya we qewî ye. Lê em gerekê timê ser xwe bin, çimkî çekên Şeytane mayîn jî hene, kîjan ku ew miqabilî me dide xebatê. Were em derheqa çekekî wî şêwir kin.

XWE JI PEREHIZIYÊ XWEY KIN

12. Çi dikare biqewime, hergê em pey pera kevin?

12 Perehizî dikare baweriya me sist ke û em îda kêm Yehowara xizmet kin. Pawlosê şandî got: “Tu esker şixulê binelîtiyêva mijûl nabe, wekî li seresker xweş bê” (2 Tîmt. 2:4). Mesele, eskerên Romêra îzin tune bû şixulên mayîn bikin. Lê çi dikaribû biqewimiya hergê wana guh neda wê yekê?

13. Çira esker gerekê şixulê binelîtiyêva mijûl nîbûya?

13 Bidine ber çevê xwe dereceke usa. Komeke eskera şebeqê xwe hazir dikin ku şûrên xwe rind bidine xebatê, lê eskerek wêderê nîne. Ew nav şeherda dikanêda xwarinê difroşe. Êvarê ew koma eskera çekên xwe dicêribînin û şûrên xwe tûj dikin. Lê eskerê ku xweyê dikanê ye, xwe hazir dike, ku roja mayîn çi xwarinê bifroşe. Şebeqa din, nişkêva dijmin tê ser wan şer. Nava wan eskerada kîjan wê bona şer rind hazirkirî be, û kîjan wê dilê serokê xwe şa ke? Weyê bixwesta wedê şer kê kêleka we bisekiniya, eskerê ku rind hazir bûye, yan yê ku xwe hazir nekiriye û tiştên mayînva mijûl bûye?

14. Em çawa eskerên Mesîh, çi qîmet dikin?

14 Mîna eskerên baş, em naxwazin hişê me ji nêta meye sereke here, dêmek em dixwazin dilê Serokên xwe Yehowa û Mesîh, şa kin. Ew tiştekî diha qîmet e, ne ku tiştên dinya Şeytanda. Lema em gerekê timê xwe bicêribînin, hela wede û qewata me heye, kîjan ku mera lazim e seva Yehowara xizmet kin, û usa jî mertala baweriyê û çekên mayîn halekî başda xwey kin.

15. Pawlos derheqa çi mera pêşda got û çira?

15 Em gerekê her gav ser xwe bin!  Çira? Pawlosê şandî got, wekî “ewêd ku dixwazin dewletî bin” wê “ji baweriyê” bixalifin (1 Tîmt. 6:9, 10). Vê rêzêda xebera xalifandin dide kifşê, wekî em dikarin hê zêde û zêde pey tiştên usa kevin, kîjan ku mera nelazim in. Wî cûreyî dilê meda dikare “gelek temêd axmax û ziyankar” pêşda bên. Lê dewsa ku ewan xwestinên nerast dilê xweda pêşda bînin, em gerekê wana hesab kin ça çekên Şeytan miqabilî me.

16. Mesela kîjan ku Marqos 10:17-22-da tê gilîkirinê, me hêlan dike derheqa kîjan pirsa bifikirin?

16 Bidine ber çevê xwe, ku bal we êpêce pere heye seva tişta bikirin. Lê gelo xirab e, hergê em wan tişta dikirin, kîjan ku dixwazin, lê bi rastî mera nelazim in? Dikarin bêjin na. Lê bifikirin ser wan pirsa: Hergê destê meda heye, ku tiştekî bikirin, lê haqas wede û qewata me heye seva ewan tişta xwey kin û bidine xebatê? Dibe ku em wan tişta hê zêde hiz bikin û wanva bêne girêdanê? Dibe ku hizkirina meye hindava tişta, me bike mîna wî mêrikî, yê ku teglîfkirina Îsa qebûl nekir û nexwest şixulê Xwedê hê zêde bike? (Bixûne Marqos 10:17-22.) Rastî jî çiqas baş e ku nekevine pey pera û hebûkê, û wede  û qewata xwe xerc kin ku qirara Xwedê bînin sêrî!

QAYÎM MERTALA XWEYE BAWERIYÊ BIGIRE

17. Em tu car gerekê derheqa çi bîr nekin?

17 Em gerekê tu car bîr nekin, wekî em şerda nin û em gerekê bona wî şerî her roj hazir bin (Eyan. 12:17). Xûşk-birên me nikarin dewsa me mertala baweriya me bigirin. Em gerekê xwexa baweriya xwe qayîm xwey kin.

18. Çira wedê berê eskera gerekê mertala xwe qayîm bigirtana?

18 Wedê berê, esker gelek qedir-hurmet distand çaxê mêrxas bû şerda. Lê hergê ew bêy mertala xwe vegeriya mal, wê şermî bûya. Terîxzanê Romayî Tatsît nivîsî: “Hergê esker mertala xwe bihîşta, ew bêhurmetiya mezin bû”. Ew tenê menîk e, ku çira esker gerekê mertalên xwe qayîm bigirtana û xwey kirana.

Xûşkek ku Mesîhî ye, qayîm mertala xweye baweriyê digire, ku Xebera Xwedê dixûne, her gav tê ser civatê, û bi xîret xizmet dike (Binihêre abzasa 19)

19. Em ça dikarin mertala xweye baweriyê qayîm bigirin?

19 Em mertala xweye baweriyê qayîm digirin, çaxê her gav têne ser civata û derheqa navê Yehowa û Padşatiya wî merivara gilî dikin (Îbrn. 10:23-25). Xêncî vê yekê, em Xebera Xwedê her roj dixûnin, û dua dikin seva hemû şîretên têda, bînin sêrî (2 Tîmt. 3:16, 17). Hergê em usa bikin, tu çekê Şeytan, ku miqabilî me dide xebatê, wê ziyaneke usa nedine me, ku Xwedê nikaribe me xilaz ke (Îşa. 54:17). Mertala meye baweriyê wê me xwey ke. Emê qewî bin, û bi mêrxasî tevî xûşk-bira şixulê Xwedê bikin. Û emê hê zêde bikin, ne ku tenê her roj şerda serkevin, lê qedirekî meyî usa heye, ku aliyê Îsa bin çaxê ew şerê miqabilî Şeytan û piştgirên wî, alt ke (Eyan. 17:14; 20:10).

KILAMA 118 “Baweriya Me Zêde ke”

^ abz. 5 Eskerara mertal lazim bû seva xwe ji ziyanê xwey kirana. Baweriya me jî mîna mertalê ye. Çawa ku eskera gerekê mertala xwe xwey kirana, usa jî em gerekê baweriya xwe xwey kin, seva qewî bimîne. Vê gotarêda emê şêwir kin, ku em çi dikarin bikin, seva bawer bin, wekî mertala meye baweriyê halekî başda ne.

^ abz. 58 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Çaxê raber Nûçêda derheqa Şedên Yehowa derewa bela dikin, malbeta Şedên Yehowa derbêra têlêvîsyonê vêdisîne.

^ abz. 60 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Paşê wedê qulixkirina tevî malbetê, bav pê rêzên ji Kitêba Pîroz baweriya neferên xwe qewî dike.