Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 52

Dê-Bavno Zarên Xwe Hîn kin, wekî Yehowa Hiz Bikin

Dê-Bavno Zarên Xwe Hîn kin, wekî Yehowa Hiz Bikin

“Ewled pêşkêşêd Xudan in” (ZEB. 127:3).

KILAMA 134 Zar Pêşkêşa ji Xwedê ye

VÊ GOTARÊDA *

1. Yehowa dê-bavara çi cabdarî daye?

YEHOWA jin-mêrê pêşin pê xwestina zaranînê efirand. Lema Kitêba Pîroz dibêje: “Ewled pêşkêşêd Xudan in” (Zeb. 127:3). Ew çi tê hesabê? Bidine ber çevê xwe, hevalekî weyî nêzîk gelek pere daye we, wekî hûn bona wî xwey kin. Weyê ça xwe texmîn kira? Femdarî ye, weyê hesab kira ku ev yek qedirekî mezin e bona we, çimkî ew îtbariya xwe we tîne. Lê hûn usa jî dibeke berxwe ketana, ku ça ewan pera rind xwey kin. Yehowa, Dostê meyî nêzîk, dê-bavara tiştekî usa daye, ku ji pera diha qîmettir e. Ewî wanra cabdarî daye, seva xem bikin bona halxweşî û bextewariya zarên xwe.

2. Kîjan pirsa emê şêwir kin?

2 Lê kê safî dike zar hebin yan na, û kengê hebin? Dê-bav çi dikarin bikin, seva alîkariyê bidine zarên xwe, wekî bi jîyîna bextewar bijîn? Dîna xwe bidin çend prînsîpên ji Xebera Xwedê, ku dikarin alî Mesîhiya bikin safîkirinên bîlanî bikin.

QEDIRÊ SAFÎKIRINA JIN-MÊR BIGIRIN

3. a) Kê gerekê safî ke ku zarên jin-mêr hebin yan na? b) Heval û neferên jin-mêra gerekê kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz bîr nekin?

3 Nav hine miletada, nihêrandineke usa heye, ku jin-mêr ça hev distînin, gerekê zû zara bînin. Hela hê jî neferên wan û merivên din, her gav wanra dibêjin, ku gerekê zara  wan hebe. Yêtro, birakî me ji Asyayê, dibêje: “Civatêda ewên ku zarên wan hene, jin-mêrên bêzar hêlan dikirin, wekî zara bînin”. Cêfrî, birakî mayîn ji Asyayê, dibêje: “Hinek dibêjine jin-mêrên ku zarên wan tunene, wekî çaxê ewana emirda mezin bin, wê kesek tunebe miqatî wan be”. Lê jin-mêr gerekê xwexa safî kin zarên wan hebin yan na. Ew îşê wan û cabdariya wan e (Galt. 6:5). Femdarî ye, wekî heval û neferên wan dixwazin yên ku teze zewicî ne, bextewar bin. Lê gişk gerekê bîr nekin, ku jin-mêr gerekê xwexa safî kin zarên wan hebin yan na (1 Têsln. 4:11).

4-5. Jin-mêr gerekê kîjan du pirsa şêwir kin, û hê baş e kengê şêwir kin? Şirovekin.

4 Jin-mêrê ku safî dikin zara bînin, gerekê du pirsên ferz orta hevda şêwir kin: Ya pêşin, kengê ewana dixwazin zarên wan hebin? Û ya duda, ewana dixwazin çiqas zarên wan hebin? Lê kengê baş e ewan pirsa safî kin? Û çira ew du pirs usa ferz in?

5 Gelek derecada, hê baş e pêşiya zewacê xort û qîz orta hevda şêwir kin, hela ewana dixwazin zarên wan hebin yan na. Lê çira hingê ewana safî dikin? Menîk ew e, ku gelek ferz e, wekî vê pirsêda ewana herdu jî bêne ser nêteke. Usa jî, ewana gerekê şêwir kin, ku hela hazir in evê cabdariyê hildin ser xwe yan na. Hine jin-mêr safî dikin, wekî salek yan du sal paşî zewacê zara bînin, çimkî seva bibine dê-bav, lazim e gelek wede û qewat. Ewana difikirin, ku hergê hinekî hîviyê bin, ewana wê zewacêda hînî hevdu bin û hê nêzîkî hev bin (Efes. 5:33).

6. Ji bo wan zemanên çetin, hine jin-mêr çi safî dikin?

6 Lê hine Mesîhî safî dikin çev bidine sê kurên Nuh û jinên wan. Wana derbêra zar neanîn (Destp. 6:18; 9:18, 19; 10:1; 2 Pet. 2:5). Îsa wedê me beramberî “rojêd Nuh” kir, û em jî bêşik “rojêd axiriyêda zemanêd” xirabda dijîn (Met. 24:37; 2 Tîmt. 3:1). Ji bo vê yekê, hine jin-mêr safî dikin, wekî hê zarên wan tune bin, seva ku bikaribin hê zêde wede xizmetiyêda xerc kin.

Çaxê safî dikin ku zara bînin yan na û çiqasî bînin, jin-mêrên serwaxt xercê xwe hildidin “ber hesêb” (Binihêre abzasa 7) *

7. Çawa prînsîpên ji Lûqa 14:28, 29 û Metelok 21:5, dikarin alî jin-mêra bikin?

7 Jin-mêrên serwaxt çaxê safî dikin, ku zarên wan hebin yan na, û çiqas zarên wan hebin, xercên xwe didine “ber  hesêb”. (Bixûne Lûqa 14:28, 29.) Zarên kê hene ewana zanin, ku seva zara bînin û xwey kin, ne ku tenê pere hebe lazim e, lê usa jî wede û qewat. Lema gelek ferz e jin-mêr van pirsa şêwir kin: “Gelo gerekê em herdu jî bixebitin, seva tiştên sereke ku em hewce ne, bikirin? Em herdu jî hevra qayîl in vê yekêda, ku bi rastî em hewcê kîjan tiştên sereke ne? Hergê em herdu jî bixebitin, kê wê miqatî zara be? Kê wê hukum ke ser fikirandin û rabûn-rûniştina zara?” Jin-mêrên ku derheqa wan pirsa bi nermî şêwir dikin, ew şîreta ji Metelok 21:5 (Bixûne.) hildidin hesab.

Mêrê baş çi destê wî tê wê bike, seva alî jina xwe bike (Binihêre abzasa 8)

8. Jin-mêr gerekê çi hildin hesab, û mêrê baş wê çi bike?

8 Ça dê usa jî bav, gerekê êpêce wede û qewatê xerc kin bona zara xwe. Lema jî hergê çend zarên jin-mêr hene ku saliyên xweda gelek ji hev mestir nînin, wanra dikare çetin be, wekî başqe dîna xwe bidine her zarekê. Hine jin-mêr ku çend zarên wane biçûk hene, dibêjin wekî ewana gelek diwestin. Dê dikare hin fîzîkîda hin jî êmosiyalîda sist be. Ew dikare usa westiyayî be, ku qewata wê jî tune be seva lêkolînkirinê, dua û xizmetiyê. Usa jî jêra dibeke nehêsa be guh bide bernama civatê û karê bistîne. Hemikî mêrê baş wê her tiştî bike, seva alî jina xwe bike ku ça civatêda usa jî malda, miqatî zara be. Mesele, ew dikare şixulê malda alî jina xwe bike. Usa jî ew wê aliyê xweda her tiştî bike, seva hemû neferên wî her gav Qulixkirina tevî Malbetê derbaz kin. Û bav ku Mesîhî ne, wê tevî neferên xwe her gav derkevin xizmetiyê.

ZARÊN XWE HÎN KIN KU YEHOWA HIZ BIKIN

9-10. Dê-bavên ku dixwazin alî zarên xwe bikin, gerekê çi bikin?

9 Dê-bav çi dikarin bikin, seva alî zarên xwe bikin ku Yehowa hiz bikin? Çawa ewana dikarin zarên xwe ji tiştên xirab xwey kin? Dîna xwe bidine çend gava ku dê-bav dikarin bikin.

10 Bona alîkariyê Yehowara dua bikin. Dîna xwe bidin mesela Manoah û jina wî, kîjanara Şimşon hate bûyînê. Çaxê Manoah pêhesiya ku jêra wê kur bibe, ewî ji Yehowa hîvî kir, wekî rêberiyê bide wî, ku bizanibe ça zara xwe mezin ke.

11. Li gora Hakimtî 13:8 dê-bav çida dikarin çev bidine Manoah?

11 Nîhad û Alma ji Bosnya û Herzegovîna, çev dane Manoah. Ewana gilî dikin: “Mîna Manoah, me lavaya Yehowa  dikir, wekî me hîn ke ku ça bibine dê-bavê baş. Û Yehowa bi cûre-cûre tişta caba duayên me dida, pê Kitêba Pîroz, edebyetên me, civata, û civatên mezin”. (Bixûne Hakimtî 13:8.)

12. Ûsiv û Meryemê bona zarên xwe çi mesele hîştin?

12 Pê kirên xwe wana hîn kin û wanra bibine mesele. Rast e çi hûn dibêjine zarên xwe ev ferz e, lê diha zef wê kirên we ser zarên we hukum bin. Ûsiv û Meryem mesela baş bûn bona zarên xwe, dêmek usa jî bona Îsa. Ûsiv xebata giran dikir, seva ebûra neferên xwe bike, lê ewî usa jî wana hîn dikir, ku tiştên ruhanî qîmet kin (Qan. Dcr. 4:9, 10). Rast e li gora Qanûnê ji Ûsiv nedihate dewakirinê, wekî “her sal” neferên xwe bive Orşelîmê, seva Cejina Derbazbûnê derbaz kin, lê yeke ewî wana dibir (Lûqa 2:41, 42). Hingê hine bav dikaribûn bifikiriyana, wekî ew rêwîtî bona malbeta wan wê bargiranî be, gelek wext bikişîne û biha be. Lê Ûsiv usa nedifikirî, ewî tiştên ruhanî qîmet dikir, û zarên xwe hîn dikir, wekî ewana jî qîmet kin. Meryemê jî Nivîsarên Pîroz rind zanibû, û bêşik ewê hin pê giliya hin jî pê kirên xwe, zarên xwe hîn dikir, wekî Xebera Xwedê hiz bikin.

13. Çawa jin-mêrekî çev dane mesela Ûsiv û Meryemê?

13 Nîhad û Alma, derheqa kîjana me jorê got, dixwestin çev bidine Ûsiv û Meryemê. Ça ewê yekê alî wan kir, wekî kurê xwe usa mezin kin, ku ew Xwedê hiz bike û jêra xizmet ke? Ewana dibêjin: “Me pê jîyîna xwe dixwest kurê xwera nîşan kin, wekî çiqas baş e pê prînsîpên Yehowa bijîn”. Nîhad dibêje: “Tu gere usa bî, çawa dixwazî zara te be”.

14. Çira dê-bav gerekê haş pê hebin, ku zarên wan tevî kê hevaltiyê dikin?

14 Alî zarên xwe bikin, wekî hevalên baş xwera bivînin. Dê-bav gerekê bizanibin ku zarên wan çi dikin û tevî kê hevaltiyê dikin. Ew tê hesabê, wekî dê-bav gerekê haş pê hebin, ku zarên wan pê întêrnêtê û têlê tevî kê xeber didin û tevî kê hevaltiyê dikin. Çira? Çimkî heval dikarin ser fikir û rabûn-rûniştina zara hukum kin (1 Korn. 15:33).

15. Dê-bav çi dikarin hîn bin ji mesela Cêsî?

15 Lê dê-bavên ku rind nizanin ça komputerê yan jî têlê bidine xebatê, çi dikarin bikin? Cêsî ji Fîlîpînê dibêje: “Em têxnolojiyêda gelek tişt nizanin. Lê ew yek rê me nagire, wekî zarara şirovekin derheqa xofên hacetên êlêktronîkî”. Rast e Cêsî nizane ça wan haceta bide xebatê, lê ewî zarên xwera qedexe nekir, wekî ewana bidine xebatê. Ew şirovedike: “Min zarên xwe hêlan dikir, wekî pê hacetên êlêktronîkî zimanê teze hîn bin, bona civata lêkolîna bikin, xwe hazir kin û her roj Kitêba Pîroz bixûnin”. Hergê zarên we hene, we tevî wan xwendiye û şêwir kiriye derheqa smsa û şiklên onlayn, ser malpera jw.org® para bi navê “Cahil”? We tevî wan şêwir kiriye vîdêo “Tu Kontrol Dikî Hacetên Êlêktronîk, yan Ewana te Kontrol dikin?” û “Malperên Sosyal bi Bîlanî Bide Xebatê”? * Ew tişt dikarin alî zarên we bikin, wekî ewana hîn bin ça hacetên êlêktronîk bi bîlanî bidine xebatê (Metlk. 13:20).

16. Gelek dê-bav çi dikin, û axiriya vê yekê çi ye?

16 Gelek dê-bav mecela divînin, seva zarên wan tevî merivên ku xizmetiyêda  mesela baş in, nêzîk bin. Mesele, Dênî û Bomîn, jin-mêr ku ji Kot Dêvûarê ne, gelek car berpirsiyarê mihalê teglîf dikirin, ku mala wanda bimîne. Dênî gilî dike: “Ew yek gelek baş ser kurê me hukum dibû. Ew bûye pêşeng û niha ça alîkarçiyê berpirsiyarê mihalê xizmet dike”. Lê hûn jî dikarin usa bikin, wekî zarên we tevî merivên ruhanî xeber din?

17-18. Kengê dê-bav gerekê destpêkin zarên xwe hîn kin?

17 Zarên xwe ji biçûktayê hîn kin. Dê-bav çiqas zû destpêkin zarên xwe hîn kin, haqas baş e (Metlk. 22:6). Dîna xwe bidine mesela Tîmotêyo, yê ku tevî Pawlos rêwîtî dikir. Diya Tîmotêyo, Eynik û pîrika wî Loyîs, wî “ji zarotiya” wîda hîn dikirin (2 Tîmt. 1:5; 3:15).

18 Dîsa jin-mêrek ji Kot Dêvûarê, Jan-Klod û Pês, şeş zarên xwe usa mezin kirin ku Yehowa hiz bikin û jêra xizmet kin. Lê vê yekêda çi alî wan kir? Wana çev da Eynikê û Loyîsê. Ewana gilî dikin: “Me zarên xwe ji zarotiyê hînî Xebera Xwedê dikir, hema hine wede şûnda paşî bûyîna wan” (Qan. Dcr. 6:6, 7).

19. Çi tê hesabê zarên xwe “hînî” Xebera Xwedê bikin?

19 Lê çi tê hesabê zarên xwe “hînî” Xebera Yehowa bikin? Kesekî “hînî” tiştekî bikin, ew tê hesabê “hîn kin û gelek car bînin bîrê”. Bona vê yekê, dê-bav gerekê her gav bona zarên xwe wede xerc kin. Cara dê-bav gelek diwestin, ku zarên xwera şîreta biwekilînin. Lê yeke dê-bav evê yekê ça mecal hesab dikin, seva alî zarên xwe bikin, wekî Xebera Xwedê fem kin û emirê xweda bidine xebatê.

Dê-bav gerekê safî kin, ku çawa her zareke xwe hîn kin (Binihêre abzasa 20) *

20. Şirovekin ku ça dê-bav dikarin rêza Zebûr 127:4 bona mezinkirina zara bidine xebatê.

20 Zarên xwe rind nas kin. Zebûr 127 zara beramberî tîra dike. (Bixûne Zebûr 127:4.) Çawa ku tîr dikare ji cûre-cûre matêrîal be û çapa wan jî cude be, her zar jî cûrekî ye. Lema dê-bav gerekê safî kin, ku çawa her zareke xwe hîn kin û şîret kin. Jin-mêrek ji Îsraêla îroyîn, yên ku du zarên xwe usa mezinkirine ku  Yehowara xizmet kin, dibêjin wekî vê yekêda çi alî wan kir: “Me hînbûna Kitêba Pîroz tevî her zareke xwe başqe derbaz dikir”. Femdarî ye, wekî her malxê malê wê safî ke, ku ça lazim e zarên xwe hîn ke.

YEHOWA WÊ ALÎ WE BIKE

21. Dê-bav dikarin ji Yehowa hîviya çi alîkariyê bin?

21 Dê-bav cara difikirin ku gelek çetin e zara hîn kin, lê zar pêşkêşên ji Yehowa ne. Yehowa her gav hazir e alî we bike. Ew bi dil û can guh dide duayên dê-bava. Û ew caba duayên wan dide pê Kitêba Pîroz, edebyetên me, usa jî pê mesele û şîretên xûşk-birên cêribandî ku dê-bav in.

22. Kîjan hine tiştên lape baş dê-bav dikarin bidin zarên xwe?

22 Hine meriv dibêjin, wekî mezinkirina zara 20 sala dikişîne, lê dê-bav dîsa jî dê-bav dimînin. Hine tiştên lape baş, ku ewana dikarin bidine zarên xwe, ew hene hizkirin, wede û hînkirina ser hîmê Kitêba Pîroz. Hemû zar wê mîna hev qebûl nekin evê hînkirinê. Lê gelek ji wan zara, kîjana mezin kirine dê-bavên ku Yehowa hiz dikin, xwe texmîn dikin mîna xûşkeke ji Asyayê, Coana Maê, ya ku got: “Çaxê ez tînim bîra xwe ku ça dê-bavê min ez mezin kirime, ez gelek razî me, wekî wana çi cûreyî ez şîret dikirim û hîn dikirim, ku Yehowa hiz bikim. Wana ne tenê jîyîn dane min, lê jîyîna bextewar” (Metlk. 23:24, 25). Bi mîlyona xûşk-birên me usa difikirin.

KILAMA 59 Tevî Min Yah Rûmet kin

^ abz. 5 Gelo gerekê zarên jin-mêra hebin? Hergê erê, çiqas zar gerekê hebin? Û çawa dê-bav dikarin zarên xwe hîn kin, wekî Yehowa hiz bikin û jêra xizmet kin? Vê gotarêda hene meselên hine jin-mêra, û usa jî prînsîpên Kitêba Pîroz, kîjan ku wê alî me bikin cabên wan pirsa bivînin.

^ abz. 15 Usa jî binihêrin “Pirsên Cahila û Şîretên Kêrhatî”, Para 1, serê 36, û Para 2, serê 11.

^ abz. 60 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Jin-mêr şêwir dikin ku zarên wan hebin yan na, û didine ber çevê xwe, wekî çi şabûnên wan wê hebin, û çi cabdariyên wan.

^ abz. 64 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Jin-mêr başqe tevî zarên xwe lêkolîna dikin, çimkî zar salên emirda û feresetada ne mîna hev in.