Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Rastiyê Xeber din

Rastiyê Xeber din

“Hevdura rastiyê bêjin” (ZEKER. 8:16, DT).

KILAMÊN: 56, 124

1, 2. Çi însanetêra ziyaneke lape mezin anî, û kê ye neheq bona vê yekê?

ÎRO hine tişt ku meriva derxistine bona jîyîna her rojî, mera gelek karê tînin. Mesele, têl, çira, erebe, sarince, û tiştên mayîn. Lê tiştên usa jî hatine derxistinê, kîjan ku bona emirê meriva xof e, besa xeberê çek, cixare, bombên atomê û dîsa tiştên din. Lê dîsa heye tiştekî usa, ku ji wan tişta zêdetir însanetêra ziyana mezin tîne û ew tişt ji berêda tê. Ew çi ye? Ew heye derewî! Derewî ew e çaxê kesek nerastiyê dibêje, wekî kesekî din bixapîne û bixalifîne. Lê gelo kê derewa pêşin got? Îsa Mesîh got wekî ew “Mîrêcina” bû, yê ku “bavê derewa” ye. (Bixûne Yûhenna 8:44.) Lê kengê ewî cara pêşin derew kir?

2 Ew qewimî bi hezara sala pêşda, baxçê Êdênêda. Adem û Hêwa emirê xwera şa dibûn Cineta bedewda, kîderê ku Xwedê wana cîwar kiribû. Şeytan zanibû, wekî Xwedê temî da Adem û Hêwayê, ku ji “dara qencî û xirabî naskirinê” nexwin, çimkî bona neguhdarîkirinê ewana wê bimirin. Lê yeke Şeytan bi saya mer gote Hêwayê: “Na, hûn tu car namirin [ew bû derewa lape pêşin], lê Xwedê zane, wê roja gava hûn ji wê bixwin, çevêd weyê vebin û bibine mîna Xwedê, qencî û xirabîyê ji hev derxin” (Destp. 2:15-17; 3:1-5).

3. Çira em dikarin bêjin, wekî Şeytan pê nêta xirab derew kir, û axiriya vê yekê çi bû?

 3 Şeytan pê nêta xirab derewî kir. Ewî zanibû, wekî hergê Hêwa giliyên wî bawer ke û berê darê bixwe, ewê ese bimire. Hêwayê û Adem gura temiya Yehowa nekirin û axiriyêda mirin (Destp. 3:6; 5:5). Xêncî vê yekê, seva wî guneyî, “mirin ser hemû meriva bela bû”. Lema jî mirinê “hukum kir, heta ser wan jî, yêd ku mîna Adem gura Xwedê derneketin” (Rom. 5:12, 14). Lema îro meriv dewsa ku çawa Xwedê dixwest, emirê xweyî bêqisûrra şa bin û heta-hetayê bijîn, rojên emirê wan “heftê sal in, heger bi sihet-qewat heyştê sal”. Hin jî emirê meriva bi “zemet û keder” tije ye (Zeb. 90:10). Rastî jî ew derewiya Şeytan axirîke çiqas xirab anî!

4. a) Kîjan pirsa emê vê gotarêda şêwir kin? b) Li gora Zebûr 15:1, 2, kê dikare bibe dostê Yehowa?

4 Çaxê Îsa besa kirên Şeytan kir, ewî got: “[Ew] tu car xwe rastiyê negirtiye”. Şeytan niha jî xwe rastiyê nagire, çimkî ew dîsa berdewam dike “temamiya dinê” pê derewiyên xwe bixalifîne (Eyan. 12:9). Em naxwazin, wekî Şeytan me bixalifîne. Lema were em sê pirsa şêwir kin: Çawa Şeytan meriva dixapîne? Çira meriv derewa dikin? Û çawa em dikarin her gav rastiyê bêjin, seva ku mîna Adem û Hêwayê dostiya xwe tevî Yehowa unda nekin? (Bixûne Zebûr 15:1, 2.)

ÇAWA ŞEYTAN MERIVA DIXAPÎNE

5. Çawa Şeytan îro meriva dixalifîne?

5 Pawlosê şandî zanibû, ku em dikarin xwe xwey kin, wekî Mîrê-cina me nexalifîne, çimkî em “haş ji hunurêd wî hene” (2 Korn. 2:11). Em zanin wekî temamiya dinê, dêmek usa jî dînê qelp, polîtîkên bêrem, û komêrsiya tima, bin hukumê Şeytanda nin (1 Yûhn. 5:19). Lema jî em metal namînin çaxê Şeytan û cinên wî merivên xweyîhukum hêlan dikin ku “derew” bêjin (1 Tîmt. 4:1, 2). Besa xeberê, îro gelek bîznêsmên pê rêklamên xwe meriva dixapînin, û usa jî tiştên ku ziyanê tînin difroşin û fêlbaziyê dikin seva pera çêkin.

6, 7. a) Çira îlahî derewên serwêrên rêlîgiya gelek xirab in? b) We kîjan derew bihîstiye ji serwêrên rêlîgiya?

6 Serwêrên rêlîgiya ku derewa dikin, îlahî gelek neheq in, çimkî ewana derewên usa bela dikin, ku emirê meriva dikine bin xofê. Çi cûreyî? Hergê kesek hînkirinên qelp bawer bike û tiştên usa bike, ku Xwedê qedexe dike, ew meriv dikare emirê heta-hetayê nestîne (Hos. 4:9). Îsa zanibû wekî serwêrên rêlîgiya ku wedê wîda dijîtin, derewiyêda neheq bûn. Ewî raste-rast wanra got: “Wey li we qanûnzan û fêrisiya! Durûno! Hûn ber û bejê li hev didin, ku yekî nebawer bînin ser riya xwe. Gava meremê we dibe, hûn ewî ji xwe du cara zêdetir dikine para geena [qirkirina heta-hetayê]” (Met. 23:15, DT). Îsa wan serwêrên rêlîgiya gelek sert sûcdar kir. Ewana rastî jî ji bavê xwe Mîrê-cina bûn, yê ku qetil e (Yûhn. 8:44).

7 Serwêrên rêlîgiya nav temamiya dinyayêda gelek in. Hineka nav dikin keşîş, rabî, pastor, yan jî pê sernavên din. Mîna serwêrên rêlîgiya qirna yekêda, ewana jî nahêlin, wekî ji Xebera Xwedê “rastî xuya be” û “rastiya Xwedê derewiyêra guhêrîn” (Rom. 1:18, 25). Ewana  hînkirinên qelp hîn dikin, mesele derheqa cenimê, jîyîna paşî mirinê, rêînkarnasyayê, û derewiya mirdar bela dikin, ku yançi Xwedê homosêksûalîsmê qebûl dike.

8. Polîtîk wê zûtirekê çi derewiyê bela kin, lê em çi gerekê nekin?

8 Polîtîk pê derewiyê meriva dixalifînin. Derewiya lape mezin kîjan ku ewana wê bela kin, ew e çaxê elam kin ku “dinê seqirî û bêxofî ye”! Lê “hingê xezebê nişkêva ser wanda bê”. Were em tu car bawer nekin derewiya wan, ku yançi dinya halê xirabda nîne! Lê em haş rastiyê hene, em zanin wekî “roja Xudan wê mîna dizê şevê bê” (1 Têsln. 5:1-4).

ÇIRA MERIV DEREWA DIKIN

9, 10. a) Çira meriv derewa dikin, û ev yek çi axiriyê tîne? b) Em çi gerekê derheqa Yehowa bîr nekin?

9 Ne ku tenê merivên xweyîhukum derewa dikin, lê derewî bûye tiştekî tebiyetî. Nivîskarek bi navê Î. Bxataçarcî, gotara xweda ya bi navê “Çira Em Derewa Dikin”, nivîsî wekî “derewî nav xeysetê merivada gelek kûr rûniştiye”. Meriv derewa dikin heçî zef seva vê yekê, ku xwe xwey kin yan jî pêşdaçûyî bin. Ewana pê derewiyê şaşiyên xwe yan jî kirên xweyî xirab vedişêrin. Usa jî ewana derewa dikin, wekî pera xwera qazanc kin yan jî kareke din bistînin. Çawa vê gotarêda hate gotinê, hene merivên usa ku xwera kirine xeyset wekî “merivên nenasra, hevalxebatçiyên xwera, û merivên xweyî nêzîkra” derewa bikin, firqî tune tiştên biçûkda yan mezinda.

10 Lê axiriya derewa çi ye? Îtbarî û heleqetiya baş dikare unda be. Bidine ber çevê xwe, mêr wê ça xwe dilşkestî texmîn ke, gava pêbihese, wekî jina wî jêra neamin e û wî dixapîne seva bênamûsiya xwe veşêre. Yan jî çaxê mêr ber merivên din hindava jin-zarên xwe heyf e, lê malda tevî wan xirab e, dilê nefera gelek dêşe. Lê yeke em gerekê bîr nekin, wekî ew merivên qelp nikarin tiştekî ji Yehowa veşêrin, çimkî “her tişt li ber çevê wî vekirî û aşkere ye” (Îbrn. 4:13).

11. Serhatiya Hananiya û Safêriya çi me hîn dike? (Binihêre şiklê ewlin.)

11 Kitêba Pîrozda heye serhatî, kîderê tê gotinê, wekî Mîrê-cin “qelpê xirab kire dilê” jin-mêrekî, wekî Xwedê bixapînin. Ewana Mesîhî bûn, bi navê Hananiya û Safêriya ku qirna yekêda dijîtin. Wana xwest şandiya bixapînin. Wana hine hebûka xwe firotin, lê hine pere ji şandiya veşartin. Ew jin-mêr dixwestin civatêda navê xwe bilind kin, yançi ewana gelek merd in ku gelek pere qurban kirin. Lê Yehowa derewiya wan dît, û anegorî vê yekê ewana ceza kirin (Kar. Şand. 5:1-10).

12. Axiriya merivên qelp, yên ku gunê xwe naynin rûyê xwe, wê çi be, û çira?

12 Yehowa ça dinihêre ser derewiyê? Şeytan û hemûyên ku çev didine wî û hemdê xwe derewa dikin û gunê xwe naynin rûyê xwe, wê axiriyêda bikevine “gola agir” (Eyan. 20:10; 21:8; Zeb. 5:6). Lê çira? Çimkî Yehowa wan merivên qelp jî hesab dike ça “se-kûçik”, dêmek yên ku kirên usa dikin, kîjan ber çevê wî reş in (Eyan. 22:15).

13. Em derheqa Yehowa çi zanin, û ew yek me berbi çi hêlan dike?

13 Em zanin wekî Yehowa “ne însan e ku derewa bike”. Bi rastî, “nabe ku ew derew derê” (Jimar 23:19; Îbrn. 6:18). Ber Yehowa “heram in . . . zimanê  derewîn” (Metlk. 6:16, 17). Seva ew me qebûl ke, em gerekê bijîn li gora prînsîpên wîye rastiyê. Ew tê hesabê wekî em “hevdura derewa nekin” (Kols. 3:9).

EM “RASTIYÊ” DIBÊJIN

14. a) Çida dîsa em ji endemên rêlîgiyên qelp başqe dibin? b) Şirovekin prînsîpa ji Lûqa 6:45.

14 Dîsa çi tiştîda Mesîhiyên rast ji endemên rêlîgiyên qelp başqe dibin? Em “rastiyê” dibêjin. (Bixûne Zekerya 8:16, 17.) Pawlos şirovekir: “Em xwe . . . didine kifşê, çawa qulixkarêd Xwedê . . . bi gotina rastiyê” (2 Korn. 6:4, 7). Îsa derheqa meriva got: “Çi dilê însênda heye, zar jî wê yekê dibêje” (Lûqa 6:45). Lema jî çaxê merivê qenc dilê xweda rastiyê dibêje, ji devê wî jî wê tiştên rast derên. Ewê hin tiştên biçûkda hin jî yên mezinda rastiyê bêje merivên nenasra, hevalxebatçiyên xwera, hevalên xwera, û merivên xweyî nêzîkra jî. Dîna xwe bidine hine mesela, ku çawa em dikarin nîşan kin, wekî hemû tiştada helal in.

Hûn ça difikirin, problêma vê xûşka cahil çi ye? (Binihêre abzasa 15, 16)

15. a) Çira neaqilayî ye mîna merivên durû bijîn? b) Çi dikare alî cahila bike, wekî nekevne ber bayê cahilên din? (Binihêre spartin.)

15 Hergê tu cahil î, dibeke dixwazî mîna cahilên din bî, seva ji wana cude nebî. Lê ew yek xof e, çimkî gelek cahil bona vê yekê dibine mîna merivên durû. Ewana ber nefer û xûşk-birên civatê xwe nav-namûs didin kifşê, lê nav cahilên dinyayê û malperên sosyalîda lapte cûrekî din in. Mesele, giliyên xirab dibêjin, kincên necayîz xwe dikin, kilamên nebaş dibihên, îçkêva, narkotîkêva yan jî cixarêva mijûl dibin, dizîkava rastî kesekî tên, yan jî hê tiştên xirab dikin. Bi vê yekê ewana dê-bavên xwe, xûşk-birên civatê û Xwedê dixapînin (Zeb. 26:4, 5). Lê Yehowa zane çaxê em wî tenê pê zar-zimanê xwe hurmet dikin, lê dilê me ji wî dûr e (Marq. 7:6). Çiqas baş e bikin vê yekê, çi jî vê metelokêda tê gotinê: “Bira dilê te hevsûdîya gunekar neke, lê her roj xofa Xudanda be” (Metlk. 23:17). *

16. Em ça gerekê caba xwe bidin ser pirsên ku blanka bona xizmetiya hertim tije dikin?

16 Dibeke tu dixwazî bibî pêşeng yan jî Beytelêda xizmet kî. Çaxê tuyê blankê tije kî, gelek ferz e ser wan hemû pirsa bi temamî helal caba xwe bidî,  mesele derheqa sihet-qewata xwe, bijartina wedederbazkirinê û namûsiyê (Îbrn. 13:18). Lê hergê te tiştekî usa kiriye ku Yehowa nefiret dike, yan jî tiştekî usa ku îsafa te, te diçerçirîne, lê te tevî rûspiya xeber nedaye, nêzîkî rûspiya be, wekî alî te bikin, seva tu paşê pê îsafa temiz xizmet kî (Rom. 9:1; Galt. 6:1).

17. Em çi gerekê bikin, çaxê yên miqabil ji me dewa dikin, wekî derheqa bira înformasiya bidin?

17 Lê hergê serwêrên dewletê şixulê belakirina mizgîniyê welatê weda qedexe dikin û we digirin, seva derheqa bira înformasiya bêjin, hûn çi gerekê bikin? Gelo lazim e, hûn her tiştî çi zanin wanra bêjin? Îsa çi kir, gava serwêrê Romê pirs dida wî? Kitêba Pîroz dibêje wekî “wexta hişbûnê heye û wexta gotinê heye”, û Îsa jî ew prînsîp dida xebatê û cara tiştekî nedigot (Waîz 3:1, 7; Met. 27:11-14). Hergê em bikevine vê derecê, em gerekê serwaxt û fesal bin, wekî bira nekine qeziyê (Metlk. 10:19; 11:12).

Hûn ça dikarin têderxin hela kengê xwe ker kin û kengê rastiyê bêjin? (Binihêre abzasa 17, 18)

18. Çi cabdariya me heye, çaxê rûspî derheqa xûşk yan birakî ji me dipirsin?

18 Lê hergê kesek civatêda gunekî giran kiriye, û hûn zanin derheqa vê yekê, lazim e çi bikin? Rûspî borcdar in seva civatê temiz xwey kin namûsiyêda, lema jî ewana dibeke ji te bipirsin hela tu çi zanî derheqa vê yekê. Hergê ew kes hevalê teyî nêzîk e, yan jî merivê te ye, tuyê hingê çi bêjî? Kitêba Pîroz dibêje: “Yê heq xeber dide, rastiyê elam dike” (Metlk. 12:17; 21:28). Lema jî tu cabdar î rûspiyara bi temamî rastiyê bêjî, ne ku nîvîda, û gerekê tişta zêde yan kêm nekî. Îzina wan heye, wekî bi temamî rastiyê bizanibin, seva ku paşê alî wî kesê ku gune kiriye bikin, wekî ew heleqetiya xweye baş tevî Yehowa vegerîne (Aqûb 5:14, 15).

19. Gotara dinda emê derheqa çi şêwir kin?

19 Zebûrbêj Yehowara dua kir: “Tu rastiyê dilê minda dixwazî” (Zeb. 51:6). Dawid zanibû, wekî merivê helal ji dilê xwe helal e. Belê, Mesîhî gerekê her gav “hevdura rastiyê bêjin”, DT. Çaxê em xizmetiyêda meriva rastiyê hîn dikin, wî cûreyî jî em îzbat dikin, wekî em xizmetkarên Xwedê ne. Lê ça vê yekê bikin, emê gotara dinda şêwir kin.

^ abz. 15 Binihêrin kitêba “Pirsên Cahila û Şîretên Kêrhatî”, Para 2-da, serê 15 bi navê “Ça Ez Dikarim Nekevime ber Bayê Cahilên Din?”, û serê 16, bi navê “Jîyîna Durûtî: Heta Kengê?”.