Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Şîretkirin Hizkirina Xwedê Eyan Dike

Şîretkirin Hizkirina Xwedê Eyan Dike

“Xudan kê hiz dike, wî şîret dike” (ÎBRN. 12:6).

KILAMÊN: 123, 86

1. Kitêba Pîrozda şîretkirin ça tê şirovekirinê?

ÇAXÊ hûn dibihên xebera “şîretkirin”, hûn çi didine ber çevê xwe? Kitêba Pîroz dibêje, wekî şîretkirin timê bona kara me ye, û gelek car Kitêba Pîrozda tevî xebera şîretkirin nivîsar e xeberên zanebûn, bîlanî, hizkirin û emir (Metlk. 1:2-7; 4:11-13). Gelo çira? Çimkî şîretkirina Xwedê eyan dike hizkirina wî hindava me û xwestina wî, ku em heta-hetayê bijîn (Îbrn. 12:6). Rast e cara ceza jî dikeve nava şîretkirina wî, lê yeke ew tu car sert û bêrem ceza nake. Bi rastî xebera şîretkirin heçî zef tê hesabê hînkirin, mesele çaxê dê yan bav zara xweye hizkirî mezin dike û hîn dike.

2, 3. Çawa hin hînkirin hin jî ceza dikeve nava şîretkirinê? (Binihêre şiklê ewlin.)

2 Dîna xwe bidine vê meselê: Gedekî biçûk bi navê Conî pê topê dikeve malê. Diya wî jêra dibêje: “Conî, ne min tera got malda pê topê nelîze! Tuyê tiştekî bişkênî”. Lê zar guh nade diya xwe, dîsa dilîze û nişkêva top kodika gula dikeve û kodik dişkê. Hingê dê wê çawa kurê xwe şîret ke? Ewê hin wî hîn ke û hin jî hinekî ceza bike. Ewê kurê xwera şiroveke,  wekî ewî tiştekî nerast kir. Usa jî ewê jêra şiroveke ku çira aqilayî ye gura dê-bava bike û guh bide şîreta, çimkî bona kara wî ne. Paşê, seva evê yekê zarê hê rind bide femkirinê, dê wê safî ke ku wî ceza ke, besa xeberê, ser hine wext îzinê nede Con, wekî pê topê bilîze. Bi vê yekê Con wê fem bike, wekî çaxê ew gura dê-bavda nîbe, ew wê berên xirab biçine.

3 Em Mesîhî, neferên “mala Xwedê” ne (1 Tîmt. 3:15). Em zanin ku îzina Yehowa heye prînsîpa dayne. Lê çaxê em prînsîpên wî naynin sêrî, ew me bi hizkirin şîret dike û rast dike. Usa jî, çaxê em ji kirên xwe axiriya xirab distînin, şîretkirina Yehowa dikare bîne bîra me, wekî çiqas ferz e gura Bavê xweyî ezmanada bin (Galt. 6:7). Xwedê me hiz dike û dixwaze em kul-derda nekişînin (1 Pet. 5:6, 7).

4. a) Yehowa kîjan hînkirinê kerem dike? b) Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

4 Çaxê em ser hîmê Kitêba Pîroz zara xwe şîret kin yan jî wî merivî, tevî kîjanî em hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, usa em alî wan dikin ku bibine şagirtên Îsa. Belê, Xebera Xwedê ew heye haceteke sereke bona hînkirinê, û ew alî me dike, ku em “rastiyêda” şîret kin. Usa zar yan jî yê ku Kitêba Pîroz hîn dibe, wê bikaribe “hemû temiyêd” ku Îsa daye me fem ke û bîne sêrî (2 Tîmt. 3:16; Met. 28:19, 20). Yehowa dixwaze wekî em meriva usa hîn kin, wekî ewana jî bikaribin alî yên din bikin, seva bibine şagirtên Mesîh. (Bixûne Tîto 2:11-14.) Were em niha şêwir kin caba wan sê pirsên ferz: 1) Çawa şîretkirina Yehowa eyan dike ku ew me hiz dike? 2) Em çi dersê dikarin hîn bin ji merivên berê, yên ku aliyê Yehowada hatine şîretkirinê? 3) Çaxê em kesekî şîret û rast dikin, çawa em dikarin çev bidine Yehowa û Kurê wî?

XWEDÊ BI HIZKIRINÊ ŞÎRET DIKE

5. Çawa şîretkirinêda hizkirina Yehowa hindava me tê kifşê?

5 Yehowa me rast dike, hîn dike û şîret dike, çimkî ew me hiz dike û dixwaze em hizkirina wîda û ser riya jîyînê bimînin (1 Yûhn. 4:16). Ew tu car me bêhurmet yan jî nimiz nake (Metlk. 12:18). Dewsê, Yehowa me qîmet dike, û dîna xwe dide xeyset-hunurên meyî baş, û azayê dide me. Lê çaxê em şîreta distînin ji Xebera wî, ji edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz, ji dê-bava ku Mesîhî ne, yan jî ji rûspiyên civatê, gelo em hesab dikin, wekî ew hizkirina Xwedê ye hindava me? Çaxê em gaveke nerast davêjin û dibeke haş pê jî tune ne, lê rûspî bi nermî û bi dil dixwazin me rast kin, bi rastî ew yek eyankirina hizkirina Yehowa ye hindava me (Galt. 6:1).

6. Çawa şîretkirina Yehowada hizkirin tê kifşê, hergê jî kesek cabdariyên xwe unda dike?

6 Cara şîretkirinêda tenê şîret û rastkirin nîne. Hergê kesek gunê giran kiriye, ew wê civatêda cabdariya unda ke. Lê vê yekêda jî hizkirina Yehowa tê kifşê. Besa xeberê, çaxê kesek cabdariyên xwe unda dike, ew yek dikare alî wî bike ku bifikire çiqas ferz e timê hînbûna şexsî derbaz ke, ser bifikire, û dua bike. Wî cûreyî ew dikare ruhanîda pêşda here û qewî be (Zeb. 19:7). Wede derbaz dibe, û ew meriv dikare paşda cabdariya bistîne. Lê hergê jî meriv ji civatê tê derxistinê, ev yek jî hizkirina Yehowa eyan dike, çimkî usa civat ji hukumê xirab temiz dimîne (1 Korn. 5:6,  7, 11). Xwedê timê bi heqiyê şîret dike û ceza dike, lema jî merivê ku ji civatê hatiye derxistinê, fem dike ku gunê giran kiriye. Ew yek dikare wî hêlan ke, ku gunê xwe bîne rûyê xwe (Kar. Şand. 3:19).

EWÎ ŞÎRETKIRINA YEHOWA QEBÛL KIR Û KAR STAND

7. Şebna kê bû, û ewî kîjan hunurê xirab nav xweda pêşda anî?

7 Seva ku fem kin şîretkirin çiqas ferz e, emê derheqa du meriva şêwir kin, kîjan ku ji Yehowa hatine şîretkirinê. Ew hene Şebna, yê ku wedê Hizqiya Padşada dijît û birakî me bi navê Graham. Şebna ciyê bilind digirt çimkî “li ser mala qiral bû”, diqewime ser mala Hizqiya (Îşa. 22:15). Lê yazix ew bû yekî babax û qure û dixwest gişk wî hurmet kin. Ewî bona xwe hela hê jî tirba biha kola û pê erebên biha rûmeta xwe digeriya (Îşa. 22:16-18).

Çaxê em bi milûktî nihêrandina xwe diguhêzin, em keremên Xwedê distînin (Binihêre abzasa 8-10)

8. Yehowa ça Şebna şîret kir, û ça ewî şîretkirina Xwedê qebûl kir?

8 Belê, Şebna rûmeta xwe digeriya, lema Xwedê ew ji ciyê wî avît û Êlyakîm da dewsa wî (Îşa. 22:19-21). Ew yek qewimî çaxê Padşê Asûrê Sanherîb miqabilî Orşelîmê derket. Hinek wede şûnda, ewî padşayî merivên xwe tevî ordiya mezin şand, seva ku Cihûya bitirsîne û Hizqiya bixalifîne (2 Padş. 18:17-25). Êlyakîm hate şandinê wekî tevî meriva xeber de. Ew tevî du meriva çû, û yek ji wan Şebna bû, ku îda ça alîkarçî xizmet dikir. Ji vê yekê tê kifşê, wekî Şebna çaxê ciyê xweyî bilind unda kir, hêrs neket û nebû yekî zulm. Eyan e ku ewî bi milûktî cabdariya nebilind qebûl kir. Wekî usa ne, em çi dikarin hîn bin ji vê serhatiyê? Were em sê dersa şêwir kin.

9-11. a) Em kîjan derseke ferz hîn dibin ji serhatiya Şebna? b) Çi we xweş tê vê yekêda ku Yehowa ça bû hindava Şebna?

9 Ya pêşiyê, Şebna ciyê xwe unda kir. Ji serhatiya wî em hîn dibin, wekî “berî wêranbûnê kubarî tê” (Metlk. 16:18). Hergê civatêda cabdariyên te hene, dibeke cabdariyên mezin jî, tuyê milûk bimînî? Tuyê seva her pêşkêşekê, yan jî seva tiştên ku te pê alîkariya Yehowa kiriye, şikiriyê bidî Xwedê? (1 Korn. 4:7). Pawlosê şandî nivîsî: “We her kesîra dibêjim: Çiqas ji we dikeve, ji wê zêdetir nefikirin, lê ser xwe bin” (Rom. 12:3).

10 Ya duda, Yehowa çaxê Şebna ceza kir, bi vê yekê da kifşê ku bawer dike,  wekî Şebna dikare aliyê başda bê guhastinê (Metlk. 3:11, 12). Ew meseleke gelek baş e bona wan, yên ku civatêda cabdarî unda kirine. Ewana dewsa ku hêrs kevin û bixeyîdin, dikarin berdewam kin bi dil û can Yehowara xizmet bikin. Ew meriv gerekê şîretkirin û rastkirina Yehowa hesab kin ça hizkirina hindava wan. Bîr nekin ku hergê em milûk bimînin, Bavê me wê eseyî me kerem ke. (Bixûne 1 Petrûs 5:6, 7.) Hergê em destê Yehowada nerm bin, hingê şîretkirina wîye bi hizkirin wê aliyê başda me biguhêze.

11 Ya sisiya, em derseke ferz hîn dibin ji vê yekê, ku Yehowa ça bû hindava Şebna. Besa xeberê, dê-bav yan jî rûspiyên civatê, dikarin dersê xwera hîn bin. Ders ew e: Çaxê Yehowa me rast dike, ew dide kifşê wekî gune ber çevê wî reş e, lê yeke ew usa jî nîşan dike ku ew bona wî merivî xem dike û nav wîda tiştên baş divîne. Hergê hûn dê-bav in yan jî rûspî ne, çaxê hûn kesekî şîret kin, çev bidine Yehowa û tiştên baş bivînin nav wî merivîda (Cihûd. 22, 23).

12-14. a) Hinek çawa xwe kifş dikin çaxê Yehowa wana şîret û rast dike? b) Xebera Xwedê ça alî birakî kir ku nihêrandina xwe biguhêze, û axiriya wê yekê çi bû?

12 Sed heyf, lê cara hine meriva çaxê rast dikin, û şîret dikin, usa dilê wan dişkê, ku hela hê jî ji Xwedê û cimeta wî dûr dikevin (Îbrn. 3:12, 13). Lê gelo ev tê hesabê wekî yên usa nikarin dîsa vegerin? Dîna xwe bidine serhatiya Graham. Ew ji civatê hatibû derxistinê, wede derbaz bû ew dîsa bû Şedê Yehowa, lê paşê ruhanîda sist bû. Hine sal derbaz bûn, ewî ji rûspiyê ku tevî wî hevaltî dikir, xwest ku tevî wî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz ke.

13 Ev rûspî dike bîra xwe: “Graham hinekî qure bû. Ew tevî rûspiya qayîl nîbû, yê ku safî kirin wekî ew ji civatê bê derxistinê. Paşê çaxê me çend cara tevî wî hînbûn derbaz kir, me derheqa qurebûnê çend rêz şêwir kir. Graham pê Xebera Xwedê ça bêjî xwe neynîkêra nihêrî, û çi ku ewî dît wî xweş nehat! Ewê yekê wî lapte guhast! Çaxê ewî fem kir ku qurebûnê wî kor kiriye û nihêrandina wîye nerast problêma bû, ewî derbêra destpêkir aliyê başda bê guhastinê. Ew timê dihate civatê, Xebera Xwedê lêkolîn dikir, û xwera kire xeyset her roj dua bike. Ewî usa jî ça malxê malê aliyê ruhanîda alîkarî dida neferên xwe, û evê yekê dilê jin-zarên wî gelek şa kir” (Lûqa 6:41, 42; Aqûb 1:23-25).

14 Ew rûspî giliyên xwe berdewam dike: “Rojekê, Graham minra giliyên usa got, ku gelek dilê min girt. Ewî got: ‘Gelek sal e ku ez rastiyê zanim, û min hela hê ça pêşeng jî xizmet kiriye. Lê tenê niha ez dikarim helal bêjim, wekî ez Yehowa hiz dikim’. Wede şûnda ewî civatêda şixul stand ku bona mîkrofonê cabdar be, û ewî bi dil û can ev şixul qebûl kir. Mesela wî ez hîn kirim, wekî çaxê meriv xwe ber Xwedê milûk dike û şîretên wî qebûl dike, Xwedê wî gelek kerem dike!”

ÇEV BIDINE XWEDÊ Û ÎSA ÇAXÊ KESEKÎ ŞÎRET DIKIN

15. Hergê em dixwazin ku şîretkirina me qebûl kin, em gerekê çi bikin?

15 Seva bibine dersdarên baş, pêşiyê em gerekê bibine şagirtên baş (1 Tîmt. 4:15, 16). Bi wî cûreyî, hergê cabdariya we heye ku kesekî şîret û rast kin, hûn gerekê milûk bin û rêberiya Yehowa qebûl kin. Çaxê meriv bivînin ku  hûn usa dikin, ewana wê qedirê we bigirin û hê bi dil şîretên we qebûl kin. Ji mesela Îsa em dikarin gelek tişt hîn bin, were em derheqa vê yekê şêwir kin.

16. Derheqa şîretkirinê em çi dersê ji Îsa hîn dibin?

16 Îsa timê gura Bavê xwe dikir, hingê jî gava jêra çetin bû (Met. 26:39). Ewî bona hînkirin û bîlaniyê, şikirî dida Bavê xwe (Yûhn. 5:19, 30). Îsa milûk û gura Xwedêda bû, lema merivên dilsax berbi wî dihatin. Ew dersdarekî dilşewat bû û meriva xweş dihat bal wî hîn bin. (Bixûne Lûqa 4:22.) Giliyên wîyî heyf dilê wan meriva rihet dikirin, yên ku mîna qamîşê perçiqî û pilta ku vêdisiya bûn (Met. 12:20). Hela hê jî çaxê sebira Îsa dihate cêribandinê, ew bi hizkirin û nerm bû. Ew yek eşkere tê kifşê çaxê şandiyên wî qurebûn û xwehizî dane kifşê (Marq. 9:33-37; Lûqa 22:24-27).

17. Kîjan hunurên baş wê alî rûspiya bikin, seva bibin şivanên baş nava cimeta Xwedêda?

17 Çaxê birên cabdar ser hîmê Kitêba Pîroz kesekî şîret dikin, ewana gerekê çev bidine Mesîh. Wî cûreyî ewana wê nîşan kin ku dixwazin Xwedê û Kurê wî rêberiyê wan bikin. Pawlosê şandî nivîsî: “Şivantiyê wî keriyê pezê Xwedêyî li ber xwe bikin, ne ku bê dil, lê bi dil û can usa xwey kin, çawa Xwedê dixwaze, ne ku bona kara xwe, lê bi rezedilî, ne ku li ser yêd ku para we ketine hukum kin, lê nexşê qenc nîşanî kêrî kin” (1 Pet. 5:2-4). Lema jî birên cabdar yên ku bi dil gura Xwedê û Mesîh dikin, hin xwexa karê distînin, hin jî alî kê dikin ewana jî distînin (Îşa. 32:1, 2, 17, 18).

18. a) Yehowa ji dê-bava çi dewa dike? b) Xwedê ça alî dê-bava dike wekî cabdariya xwe bînin sêrî?

18 Ev prînsîp bona malbetê ne jî. Xebera Xwedê malxên malêra dibêje: “Zarêd xwe hêrs neêxin, lê wan bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin” (Efes. 6:4). Gelo çira ew yek gelek ferz e? Metelok 19:18-da tê gotinê wekî emirê zara şîretkirinêva girêdayîye. Belê, dê-bav ku Mesîhî ne, ber Yehowa cabdar in hergê ewana zarên xwe rast şîret nakin (1 Sam. 3:12-14). Lê Yehowa bîlaniyê û qewatê dide dê-bava, çaxê ewana bi milûktî jêra dua dikin, û Xebera wîda rêberî û alîkariya ruhê pîroz digerin. (Bixûne Aqûb 1:5.)

HÎN DIBIN KU ÇAWA HETA-HETAYÊ EDILAYÊDA BIJÎN

19, 20. a) Kîjan kerema em distînin çaxê şîretkirina Xwedê qebûl dikin? b) Gotara dinda emê derheqa çi şêwir kin?

19 Çaxê em şîretkirina Yehowa qebûl dikin, û usa jî çev didine wî û Îsa, gava yên din şîret dikin, em bêhesab kerema distînin. Mesele, keremek ew e ku malbeta meda û civatêda wê edilayî hebe. Her kes wê texmîn ke ku wî hiz dikin, qîmet dikin û ku ew xweykirî ye (Zeb. 72:7). Şîretkirina Yehowa me hîn dike û hazir dike bona jîyîna heta-hetayê edilayêda, yektiyêda, û bin perê Xwedêda. (Bixûne Îşaya 11:9.) Hergê em ser şîretkirina Yehowa usa binihêrin, emê fem kin wekî şîretkirina wî, hizkirina wî hindava me îzbat dike.

20 Gotara dinda, emê derheqa şîretkirina malbetêda û civatêda hê zêde şêwir kin. Emê usa jî bivînin ku çawa xwerastkirin alî me dike wekî nekevine çetinaya, çi ku ji êşa şîretkirinê xirabtir e.