Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 PIRSÊN XWENDEWANA . . .

Gelo Cejina Bûyîna Îsa bona Mesîhiya ye?

Gelo Cejina Bûyîna Îsa bona Mesîhiya ye?

Bi mîlyona meriv nav temamiya dinyayê bawer dikin ku ev Cejin bi edetî gerekê bê kirinê, çimkî ev roja bûyîna Îsa Mesîh e. Lê tu qe carekê fikiriyî, hela Mesîhiyên qirna yekê, dêmek ewên ku der-dorê Îsa bûn, Cejina bûyîna Wî derbaz dikirin yan na? Û tu zanî wekî Kitêba Pîroz derheqa roja bûyînê çi dibêje? Caba wan pirsa dikare alîkariyê bide ku têderxin, wekî Cejina bûyîna Îsa bona Mesîhiya ye, yan na.

Ya pêşin, Kitêba Pîroz derheqa roja bûyîna Îsa û roja bûyîna xizmetkarên Xwedêyî amin tu tiştî nabêje. Nivîsarên Pîroz dîna me didin tenê li ser du kesa, yên ku roja bûyîna xwe derbaz dikirin. Ew her du jî xizmetkarên Yehowa Xwedê nîbûn, û wedê roja bûyîna wan, tiştekî xirab qewimî (Destpêbûn 40:20; Marqos 6:21). Li gora Ensîklopêdiya Brîtanî, Mesîhiyên qirna yekê û duda, miqabilî “erf-edetên pûtparista bûn, yên ku roja bûyînêva girêdayî bûn”.

Kîjan rojêda Îsa hate bûyînê?

Kitêba Pîroz raste-rast nabêje ku çi çax Îsa hate bûyînê. Ensîklopêdiya “McClintock and Strong’s Cyclopedia” usa dibêje: “Roja bûyîna Mesîh nikarin têderxin ji Peymana Nû, û ne jî ji kaniyên din”. Xêncî wê yekê hergê Îsa bixwesta, ku şagirtên wî roja bûyîna wî derbaz kirana, ewî wê wanara eyan kira.

Ya duda, Kitêba Pîroz nabêje ku Îsa yan kesek ji şagirtên wî, roja bûyîna xwe derbaz dikirin. Li gora Ensîklopêdiya “New Catholic”, derheqa derbazkirina roja bûyîna Îsa berî pêşin eyan dibe almanaxa Romayîda dêmek kitêba wanda, nivîsandina kîjanî ku girêdayî ye sala 336-va [D.M.]”. Zelal e, wekî ev elametî hatibû nivîsarê paşî temamkirina Kitêba Pîroz û gelek qirne paşî wê yekê çaxê Îsa ser erdê bû. Lema jî Ensîklopêdiya “McClintock and Strong’s Cyclopedia” dîna me didin, ku “derbazkirina roja bûyîna Îsa, dewakirina Xwedê nîne, û ne jî serê-sêrîda derheqa vê yekê Peymana Nûda hatiye nivîsarê”. *

Li gora temiya Îsa şagirtên wî kîjan cejin gerekê derbaz kirana?

Mamosteyê Mezin dêmek Îsa, rêberiya zelal dabû derheqa wê yekê, ku peyçûyên wî çi gerekê bikin û ev hemû tişt di Kitêba Pîrozda nivîsar e. Lê derheqa roja bûyîna Îsa di Kitêba Pîrozda nehatiye nivîsarê û ev dewakirin nîne. Anegorî dersdarê ku naxwaze wekî şagirtên wî tiştekî zêde bikin xêncî wê rêberiyê, ku wanara hatiye dayînê, usa jî Îsa naxwaze ku peyçûyên wî “ji nivîsarê” tiştên zêde bikin (1 Korintî 4:6).

Xêncî wê yekê, heye Cejineke gelek ferz, yê ku Mesîhiyên qirna yekêra gelek nas bû, dêmek derbazkirina Bîranîna mirina Îsa. Îsa xwexa şagirtên xwera gotibû, ku çi çax gerekê evê cejinê derbaz kin û usa jî rêberî da wan, ku çawa evê yekê bikin. Derheqa vê rêberiyê û roja mirina Wî, di Kitêba Pîrozda hatiye nivîsarê (Lûqa 22:7, 19; 1 Korintî 11:25).

Çawa me dît, roja bûyîna Îsa ev heye Cejin, û Mesîhiyên qirna yekê xwe li vî edetê pûtparistiyê nedigirtin. Heyneser, Kitêba Pîroz nabêje derheqa wê yekê, ku xwexa Îsa yan kesekî din roja bûyîna wî derbaz dikirin. Bi wan îzbatiya, bi mîlyona Mesîhiya nav temamiya dinyayê fem kirin, ku Cejina roja bûyîna Îsa ne bona wan e.

^ abz. 6 Bona hê zêde elametî derheqa gelek erf-edetên Mesîhiya, binihêrin gotara “Pirsên Xwendewana . . . Îzbatiyên bona Roja Bûyîna Îsa” ji jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya sala 2014, 1 Kanûna Pêşin, yê ku dikarin bi onlayn bivînin ser www.jw.org.