Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çaxê Mesîhî hevkariyê dike tevî xizmetkarên dewletê, îsafa wî bi Kitêba Pîroz hînkirî, gerekê rêberiya wî bike

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Çi dikare alî Mesîhiya bike ku safî kin, hela îzin heye pêşkêşa yan pera bidine xizmetkarên dewletê?

Vê derecêda Mesîhî hine tişt gerekê hilde hesab. Mesîhî gerekê rast û neqelp bin. Ewana borcdar in bin qanûnên wê dewletêda bin, kîderê ewana dijîn, hergê ew qanûn miqabilî qanûnên Yahowa nînin (Met. 22:21; Rom. 13:1, 2; Îbrn. 13:18). Usa jî, ewana qedirê edetên wî welatî digirin û “hevalê xwe weke xwe hiz” dikin (Met. 22:39; Rom. 12:17, 18; 1 Têsln. 4:11, 12). Ew prînsîp dikarin hukum bin ser nihêrandina Mesîhiya derheqa dayîna pêşkêşa û pera.

Gelek ciyada, qeyde nîne ku bajarvan pera yan pêşkêş bidine xizmetkarên dewletê, seva şixulê ku ewana gerekê bi qanûnî bikin. Çimkî ew xizmetkar, heqê xwe ji dewletê distînin. Lema ewana ne jî dewa dikin û ne jî hîviyê ne, ku seva xebata xwe heqê zêde bistînin. Gelek welatada, hela hê qedexe ye ku xizmetkarên dewletê bona xebata xwe, bixwazin yan qebûl kin pera yan pêşkêşa. Lema hergê kesek pera yan pêşkêşa dide wan, ew dikare bê hesabê ça ruşet. Wan derecada, Mesîhî qe ne jî gerekê bifikire pera bide yan na, pirsê usa ne jî gerekê pêşda bên. Çimkî pêşkêşên usa nerast in.

Lê, hine welatada xizmetkarên dewletê difikirin, ku problêm nîne hergê pêşkêşa yan pera hildin, çimkî welatda ev qanûn tune yan jî ji wana nayê dewakirinê ku hilnedin. Hine welatada, merivên ku qulixa bilindda nin, hukumetiya xwe bona kara xwe didine xebatê, mesele seva ji meriva pera bistînin. Û cara ewana ne jî borcdariya xwe dikin, heta ku pêşkêşa yan pera nestînin. Mesele, merivên ku zewacê qanûnî dikin, yan yên ku xercê dewletê ji meriva hildidin, yan kîjan ku îzinê didin bona tiştekî ava kin. Çaxê pera nadine wan, ewana cara ewî şixulê xwe egle dikin, yan ne jî dikin. Derheqa welatekî hela hê hate gotinê, ku agirvês heta êpêce pere nestîne, avê nake ser agir.

Cara, normal e ku bona şixulê qanûnî, pêşkêşeke biçûk bidin, seva razîbûna xwe bidine kifşê

Tiştên wî cûreyî gelek welatada belabûyî ne. Lema gelek difikirin ku nabe wekî pera nedin. Wan derecada, Mesîhî dikare wan perê zêde, hesab ke ça heqê zêde, kîjan ku lazim e bidin  seva tiştekî bi qanûnî qazanc kin. Lê wan welatada kîderê ku korûpsiya, dêmek ruşet belabûyîye, Mesîhî gerekê fesal be. Ew gerekê têderxe çevê Xwedêda çi rast e çi na, seva îsafa wî temiz be. Mesîhî gerekê fem bike, ku ew tiştekî başqe ye ku perê zêde bidin wî kesî, kê bi qanûnî borcdar e şixulê xwe bike. Lê çaxê pera didî bona kara xwe, seva ev meriv bona te neqanûnî şixul bike, ew îda tiştekî başqe ye. Wan ciyada kîderê korûpsiya belabûyî ye, hine meriv perê zêde didin seva ku kesek wanra şixulekî bike, lê bi qanûnî îzina wî tune ku ewî şixulî bike. Hinek jî “perê zêde” didine polîsa yan merivên ku kontrol dikin, seva ku xwe xwey kin ji cezakirinê û ji cirmê ku wanra dikeve. Belê, “pêşkêşa” usa bidine kesekî yan ji kesekî hildin, heqiyê nade kifşê (Derk. 23:8; Qan. Dcr. 16:19; Metlk. 17:23).

Hine xizmetkarên dewletê ji meriva dixwazin, ku hine pere zêde bidine wan, seva xebata wan. Îsafa hine Mesîhiya ku ser hîmê Kitêba Pîroz hînkirî ye, îzinê nade wan, ku perê zêde bidine xizmetkarên dewletê. Çimkî ewana difikirin, ku hergê ewana pera bidin, bi vê yekê piştgiriya korûpsiyayê dikin. Lema ewana înkar dikin ku pêşkêşa yan pera bidine xizmetkarên dewletê.

Çaxê Mesîhî pêşkêşa dide, seva ku neqanûnî tiştekî bistîne, ew fem dike ku dikare bê hesabê ruşet. Lê hine Mesîhî îzinê didine xwe, ku pêşkêşên biçûk bidin xizmetkarên dewletê, seva razîbûna xwe bidine kifşê bona xebata wan. Çimkî welatê wanda ew yek normal e. Hinek jî pera yan pêşkêşa didin, çimkî hergê nedin, şixulê wan egle dikin. Mesele, hine Mesîhî, çaxê bêpere nexweşxanêda xwe qenc dikin, pêşkêşa didine hekîma yan alîkarçiyên hekîma, seva razîbûna xwe bidine kifşê. Ewana hêsa evê yekê dikin, paşî qenckirinê, ne ku pêşiyê. Çimkî hergê ewana pêşiya qenckirinê pêşkêşa yan pera bidin, ew dikare bê hesabê ça ruşet yan jî ku ewana dixwazin wekî bi mexsûsî miqatî wan bin.

Em nikarin şêwir kin derheqa her dereca, her welatada. Firqî tune çi qeyde ne wî welatîda, yeke, Mesîhî gerekê usa bike, ku îsafa wî temiz bimîne (Rom. 14:1-6). Mesîhî gerekê kirên usa neke, kîjan ku neqanûnî ne (Rom. 13:1-7). Ewana gerekê xwe ji her tiştî dûr bigirin, kîjan ku dikarin navê Yahowa nimiz kin, yan jî bibine kevirê likumandinê bona yên mayîn (Met. 6:9; 1 Korn. 10:32). Safîkirina Mesîhiya timê gerekê nîşan ke, ku ew meriva hiz dikin (Marq. 12:31).

 Ça civat dikare şabûnê bide kifşê, çaxê civatêda tê elamkirinê, ku kesek yê ku ji civatê hatibû derxistinê, dîsa vegeriya civatê?

Lûqa serê 15-da, Îsa derheqa merivekî mesele anî, cem kîjana hebû 100 pez. Çaxê pezek unda bû, ewî merivî 99 pez hîşt û çû çolê, û ew heta ew peza undabûyî nedît, venegeriya. Paşê Îsa berdewam dike: “Gava bibîne, wê ji şabûna dayne ser milê xwe, vegere malê, gazî der û cînara ke û wanra bêje: ‘Tevî min şa bin! Min peza xweye undabûyî dît’”. Xilaziyê, Îsa got: “Ez wera dibêjim, usa jî li ezmên bona gunekarekî ku tobe dike, hê wê bibe şabûneke mezin, ne ku bona nod nehêd rast, kîjanara tobekirin ne hewce ye” (Lûqa 15:4-7).

Kontêksta wan rêza, dide kifşê ku Îsa ew gilî got, seva ku nihêrandina Fêrisiya û qanûnzana biguhêze. Çimkî wana Îsa sûcdar dikir, ku ew tevî xercgira û merivên ku gune dikirin xeberdida (Lûqa 15:1-3). Îsa eyan kir ku çaxê gunekar gunê xwe tîne rûyê xwe, şabûn dikeve ezmana. Niha pirs pêşda tê: “Hergê ser ezmana şabûn e, ne ser erdê jî gerekê şabûn hebe çaxê gunekar gunê xwe aniye rûyê xwe, û nigên xwe avîtiye riya rast?”

Çaxê kesekî ku ji civatê hatibû derxistinê, û dîsa vegeriya civatê, meniya meye baş heye ku şa bin. Ew meriv dîsa gerekê berdewam bike aminiya xwe hindava Xwedê xwey ke. Lê ew gerekê gunê xwe bîne rûyê xwe, seva ku dîsa vegere li civatê, û em şa dibin ku ew poşman bû. Lema, çaxê rûspî ser civatê elam dikin, ku kesek vegeriya civatê, xûşk-birên civatêda dikarin bi layîqî destê xwe hevxin, hergê ewana xwexa dixwazin.

Çi dikaribû bibûya menî ku ava hewza Orşelîmê, bi navê Beythasta, li hev diket?

Wedê Îsa, bajarvanên Orşelîmê difikirîn, ku ça­xê hewza Beythastayê li hev diket, ew av di­ka­ribû nexweşiya qenc kira (Yûhn. 5:1-7). Le­ma jî, meriv li wê derê top dibûn se­va ku qenc bin.

Ava hewzê, tije dibû bi saya rêzêrvûarê, yê ku para vê hewzê bû. Ew hewz û rêzêrvûar kêleka hev bûn. Arxêologa têderxistin ku orta wan dîwar hebû. Çaxê dergehên vê dî­warê vedibûn, ji rêzêrvûarê, av jêrêra dikete hewzê. Hema wî wedeyî ava hewz dika­ribû bileqiya.

Hine welgerandinada, Yûhenna 5:4-da, tê gotinê ku milyaket ava hewz li hev dixist. Lê gelek ferz e ku dîna xwe bidin, ku ew fikir tune ye manûskrîptên Yûnanîye berê, mesele Kodêksa Sînaytîkûs ya qirna çara. Rast e, Îsa Beythastayêda meriv qenc kir, kîjan ku 38 sala nexweş bû, lê ew meriv nekete hewz. Îsa ew meriv xwexa qenc kir.