PARA 7
Xwedê Îsraêliya ji Dîltiyê Aza Dike
Yehowa belaya tîne serê Misirê, û Mûsa pêxember jî Îsraêliya ji vî welatî derdixe. Xwedê bi saya Mûsa pêxember qanûnê dide Îsraêliya
CIMETA Îsraêlê gelek sala Misirêda dijît û li hev zêde dibûn. Paşê Firewinekî teze welatda serwêrtî dikir, yê ku Ûsiv nas nedikir. Firewinê zulmkar gava dît ku cimeta Îsraêlê li hev zêde dibe, ji tirsa ewana kirine dîl û ferman da, wekî hemû zarên wane tezebûyî bavêjine çemê Nîl, wekî bixeniqin. Lê jineke mêrxas, kurê xweyî sê mehî hilda kire sevetê û nav qamîşada veşart. Qîza Firewin ev zar dît, navê wî danî Mûsa û mala padşêda mezin kir.
Çaxê Mûsa 40 salî bû, ewî xulamekî Îbranî ji destê nobedarê Misirê xilaz kir. Paşê ji bo vê yekê ew mecbûr bû bireve erdekî dûr, û wêderê ça meriyê sirgûnkirî jît. Çaxê Mûsa 80 salî bû, Yehowa wî paşda şande Misirê. Li wir ew gerekê rastî Firewin bihata, û ji wî dewa kira, wekî ew cimeta Xwedê berde.
Firewin pêra-pêra ev dewakirin înkar kir, lema jî Xwedê 10 bela anî li ser Misirê. Pêşiya her belakî, Mûsa diçû cem Firewin û digot wekî ew cimeta Xwedê aza ke, û wê ji bela xilaz be. Lê Firewin, Mûsa pêxember û Xwedê ber tiştekî hesab nedikir, û nedixwest evê yekê bike. Wedê bela 10 hemû nixuriyên Misiriya mirin. Lê ew malbetên ku gura Xwedê kirin, xûna berxê derên xwe xistin, û bi vê yekê xilaz bûn. Melekê ku gerekê nixurî bikuştana, kêleka malên wanra derbaz dibû. Paşî vê yekê wede derbaz bû, û cimeta Îsraêl her sal dikire bîra xwe, ku çawa Xwedê bi keremetî, ewana xilaz kirin. Seva vê yekê wana cejin xwera kifş kir û navê vê danîn, Cejina Derbazbûnê.
Paşî mirina nixuriyê xwe, Firewin ferman da Mûsa, wekî ew û cimeta Îsraêl ji Misirê derkevin. Wana jî hema vê rojê destpêkir karê xwe bikin û derkevin. Lê hine wede şûnda, Firewin poşman bû ku ewana berdan. Ewî gelek esker û erebe hildan, û da pey wan. Çaxê Îsraêlî gihîştine bera Sor, wana tirê Îsraêlî ketine telikê. Lê Yehowa Bera Sor ortêda kire du para û ava berê du aliyava mîna dîwara sekinîn, Îsraêlî îda dikaribûn erdê zihara derbaz bin. Çaxê Misiriya dane pey wan, Xwedê usa kir, wekî dîwarê avê li ser Firewin û eskerên wî hate xwarê, û ewana gişk xeniqîn.
Wede şûnda, çaxê Îsraêlî ber çiyayê Sînayê cîwar bûn, Yehowa peyman tevî wan girêda. Xwedê Mûsa kire ça orteçî û bi saya wî qanûn dan Îsraêliya, yên ku rêberiya wan dikir û hemû derecada emirê wan xwey dikir. Cimeta Îsraêl soz da, wekî her gav bi aminiyê gura serwêrtiya Xwedê bikin, lê Yehowa qirar kir, ku her gav wê tevî wan be û bi saya vê cimetê, wê yên dinêna jî kerem bike.
Lê heçî zef ji cimeta Îsraêlî baweriya xwe Xwedê neanîn, û bi vê yekê dilê wî êşandin. Lema jî Yehowa usa kir, ku ev cimet 40 salî li beriyêda bigere. Paşî vê yekê Mûsa dewsa xwe serkarekî teze kifş kir, navê wî Yêşû bû, ew kurê Nûn bû, û merivekî bi îtbar bû. Niha cimeta Îsraêl îda dikaribû biketana wî erdî, ku Xwedê soz dabû Birahîm pêxember.
—Ser hîmê kitêbên Derketin; Qanûna Kahîntiyê; Jimar; Qanûna Ducarî; Zebûr 136:10-15; Karên Şandiya 7:17-36.

