PARA 5

Xwedê Birahîm û Malbeta Wî Kerem Dike

Xwedê Birahîm û Malbeta Wî Kerem Dike

Zuretên Birahîm li hev zêde dibin. Xwedê Misirêda alî Ûsiv dike

YEHOWA zanibû wekî Kesê ku seva wî ji hemûşka qîmettir e, gerekê rojekê cefê bikişîne û bimire. Pêxembertiya ku kitêba Destpêbûn 3:15-da nivîsiye, derheqa vê rastiyê dibêje. Lê gelo Yehowa dikaribû meriyara nîşan kira, wekî qurbanbûna Kurê wî wê çiqas giran ser wî rûnişta? Kitêba Pîrozda meselek tê gilîkirinê, ya ku alî me dike evê yekê fem bikin. Carekê, Xwedê gote Birahîm, wekî ew kurê xweyî hizkirî, dêmek Îshaq bike qurban.

Baweriya Birahîm zef mezin bû. Tê bîra te ku Xwedê soz dabû wî wekî Xilazkar yan jî Zuret, ji Îshaq gerekê bihata? Birahîm bawer dikir wekî çi jî hebe û hergê lazim bê, Xwedê wê bikaribe kurê wî sax ke, lema jî ewî gura Xwedê kir û hazir bû kurê xwe bike qurban. Lê melekek ku ji aliyê Xwedêda hatibû şandinê, wededa wî da sekinandinê. Xwedê payê Birahîm da, çimkî ew hazir bû kurê xweyî ku gelek qîmet bû bona wî, pêşkêşî Xwedê kira. Lema jî Xwedê dîsa carekê sozê xweyî berê gotî, wîra wekiland.

Wede şûnda Îshaqra du kur bûn, Esaw û Aqûb. Aqûb ne mîna Esaw bû, ewî tiştên ruhanî gelek qîmet dikir, û seva vê yekê hatibû xelatkirinê. Xwedê navê Aqûb guhast û danî Îsraêl. 12 kurên wî jî bûne serokên qebîlên Îsraêlê. Lê gelo ça ji vê malbetê cimeteke mezin derket?

Kurên Aqûb destpêkirin hevsûdiyê birê xweyî biçûk Ûsiv bikin. Ji bo vê yekê, wana ew dîltî firotin. Ûsiv birine Misirê. Rast e wêderê Ûsiv gelek diçerçirî, lê Xwedê kerema xwe da wî xortê amin û mêrxas. Firewin padşê Misirê, Ûsiv begem kir û wî kifş kir ça serkarekî mezin. Hema vî çaxî, çaxê xelayîke mezin destpêbû, Aqûb kurên xwe şande Misirê wekî li wir hine xwarin bikirin. Û hingê ser parevekirina xwarinê, Ûsiv serwêrtî dikir. Çaxê wana birê xwe Ûsiv dît, seva kirê xwe poşman bûn û tobe kirin. Ûsiv jî baxşande wana û xem kir, wekî temamiya malbeta bavê wî derbazî Misirê be. Neferên Ûsivra erdekî lapî baş hate dayînê, kîderê ku ewana dijîtin û zêde dibûn. Ahan, niha Ûsiv fem kir, wekî Xwedê rêberiya van hemû qewimandina dikir, wekî sozên xwe bîne sêrî.

Aqûbê ku emirê xweda mezin bû, tevî malbeta xweye mezin îda heta mirinê Misirêda jît. Çaxê ew ber mirinê bû, pêxembertî kir ku Zureta sozdayî yan Xilazkar wê ji kurê wî Cihûda pêşda bê, û bibe Serwêrekî qewî. Gelek sal derbaz bûn û çaxê Ûsiv jî ber mirinê bû, ewî pêxembertî kir, ku Xwedê wê malbeta Aqûb ji Misirê derxe.

—Ser hîmê kitêbên Destpêbûn serê 20 heta 50; Îbranî 11:17-22.