PARA 14
Yehowa bi Saya Pêxemberên Xwe Xeber Dide
Yehowa pêxembera dişîne, wekî ewana derheqa dîwankirinê, usa jî derheqa hebandina temiz û gumana derheqa Padşatiya Mesîhîtî elam kin
WEDÊ padşên Îsraêlê û Cihûda, Yehowa mêra dijbêre, dêmek pêxembera, yên ku bi navê wî pêxembertî dikirin. Evan meriya qirara Xwedê bela dikirin, û eyan dibûn bi baweriya xweye qayîm û bi mêrxasiyê. Niha emê pêbihesin derheqa çar têma, yên ku pêxembertiyên wanda eyan dibûn.
1. Hilşandina Orşelîmê. Gelek wext pêşiya hilşandina Orşelîmê, pêxemberên Xwedê, Îşaya û Yêremya pêşda digotin, wekî şeher wê bê hilşandinê û wêran bimîne. Wana usa jî şirovedikir ku çira Xwedê wê xezeba xwe bişîne ser Orşelîmê. Orşelîm ne hêjayî bû wekî navê Xwedê li ser be, çimkî wêderê hebandina qelp pêşda dibirin, him jî bênamûsî û zulmî dikirin (2 Padşatî 21:10-15; Îşaya 3:1-8, 16-26; Yêremya 2:1-3:13).
2. Tezekirina hebandina rast. Paşî dîltiya 70 salî, cimeta Xwedê wê ji Babîlonê bê azakirinê. Ewana wê vegerin ser erdê xweye wêrankirî, û paristgeha Yehowa Orşelîmêda tezeda ava kin (Yêremya 46:27; Amos 9:13-15). Îşaya pêxember weke 200 sal pêşda, pêxembertî kir derheqa navê wî merivî, yê ku wê Babîlon zeft kira, û îzin bida cimeta Xwedê ku hebandina rast pêşda bibin. Navê wî Koreş bû. Îşaya pêxembertiya xweda usa jî hûr bi hûr şirovedike, wekî çi cûreyî Koreş gerekê Babîlonê zeft ke (Îşaya 44:24-45:3).
3. Hatina Mesîh û emirê wî. Mesîh şeherê Beytlehmêda wê bê bûyînê (Mîxa 5:2). Ewê ser ceşikê siyarbûyî bikeve Orşelîmê, û bi vê yekê milûktiya wî wê bê kifşê (Zekerya 9:9). Rast e, ew wê milahîm û qenc be, lê yeke gelek merî wê wî înkar kin (Îşaya 42:1-3; 53:1, 3). Mesîh bi mirineke çetin wê bimire, lê emirê wî bi vê yekê xilaz nebe. Bi saya qurbanbûna wî, gunên geleka wê afû bin (Îşaya 53:4, 5, 9-12). Ev yek wê biqewimiya tenê paşî saxbûna wî.
4. Serwêrtiya Mesîh ser erdêra. Serwêrtiya merivên gunekar, nikare edilayê meriyara bîne, lê Padşayê Sozdayî wê bê navkirinê, ça Mîrê Edilayê (Îşaya 9:6, 7; Yêremya 10:23). Bin serwêrtiya wî hemû merî tevî hev û tevî hemû heywana, edilayêda wê bijîn (Îşaya 11:3-7). Nexweşî îda wê tune bin (Îşaya 33:24). Heta mirin jî, wê heta-hetayê bê kutakirinê (Îşaya 25:8). Wedê padşatiya Îsa Mesîh ewên ku mirine, seva jîyîna li ser erdê wê bêne saxkirinê (Daniyêl 12:13).
—Ser hîmê kitêbên Îşaya, Yêremya, Daniyêl, Amos, Mîxa, û Zekerya.

