PARA 17

Îsa Derheqa Padşatiya Xwedê Hîn Dike

Îsa Derheqa Padşatiya Xwedê Hîn Dike

Îsa Mesîh şagirtên xwe gelek tişt hîn dike, lê hînkirina wîye lape ferz derheqa Padşatiya Xwedê bû

SEVA çi Îsa Mesîh hate ser erdê? Ewî got: “Gerekê ez bajarên dinda jî Mizgîniya Padşatiya Xwedê bidim, çimkî ez bona wê yekê hatime şandinê” (Lûqa 4:43). Emê niha şirovekin çar têma derheqa Padşatiya Xwedê, kîjan ku Îsa bela dikir.

1. Îsa Mesîh Padşê Padşatiya Xwedê ye. Îsa xwexa jî digot, wekî ew Mesîhê sozdayî ew e (Yûhenna 4:25, 26). Îsa usa jî digot, wekî ew wê bibe ew Padşa, kîjanî ku Daniyêl pêxember dîtinoka xweda dîtibû. Îsa gote şagirtên xwe, wekî wê roja ku ew rûnê ser “textê xweye rûmet”, ewana jî wê rûnên ser text (Metta 19:28). Îsa ser wan got “keriyê pêzî biçûk”, û wanara got ku “pezên . . . din jî hene”, kîjan ku ne ji vê komê ne (Lûqa 12:32; Yûhenna 10:16).

2. Padşatiya Xwedê, wê heqiya rast bîne ser erdê. Îsa Mesîh got, wekî Padşatiya Xwedê wê neheqiyên mezin bide hildanê. Ew wê pîroz ke navê Yehowa Xwedê, û temiz ke wê lekê, kîjan ku Şeytan Mîrê-cina da ser navê Xwedê, wedê miqabilîbûna Êdênêda (Metta 6:9, 10). Îsa firqî nedikire orta meriya, û hemûşk hîn dikirin, mêr, jin, dewletî û kesîb. Rast e Îsa hate şandinê cem Îsraêliya, lê ewî alî merivên ji Sameriyê û necihûya, dêmek pûtparista jî dikir. Ew ne mîna Fêrisî û Sadûqiya bû, Îsa firqî nedikir orta meriya.

3. Padşatiya Xwedê wê para vê dinyayê nîbe. Îsa Mesîh dijît li wedê polîtîka ne rihet. Welatê wî bin qolê welatekî dinêyî zorda bû. Lê çaxê cimetê dixwest Îsa bikira padşa, ewî nexwest û revî (Yûhenna 6:14, 15). Derbekê, Îsa gote serkarekî: “Padşatiya min ne ji vê dinyayê ye” (Yûhenna 18:36). Lê şagirtên xwera ewî giliyê usa got: “Hûn ne para dinyayê ne” (Yûhenna 15:19). Çaxê şagirtên Îsa xwestin çek bidine xebatê, wekî wîxilaz kin, ewî îzin neda wan (Metta 26:51, 52).

“Îsa gund û bajara digeriya, dannasîn dikir, Mizgîniya Padşatiya Xwedê dida” (Lûqa 8:1).

4. Serwêrtiya Îsa Mesîh wê li ser hîmê hizkirinê be. Îsa cimetêra soz dabû, wekî wê alî wan bike û barê wan sivik ke (Metta 11:28-30). Û usa jî qewimî. Şîretên wîye qîmet alîkarî didane meriya. Îsa şirovekir, ku çi em gerekê bikin, wekî zef berxwe nekevin, tevî meriya baş bin, pey hebûnê nekevin û bextewar bin (Metta, serê 5-7). Çimkî Îsa Mesîh merî hiz dikirin, lema jî wana şerm nedikir, û ne jî ditirsiyan biçûna cem wî. Cûre-cûre meriv, top dibûn û berbi Îsa diçûn, mesele, meriyên ku ber çevê gişka reş bûn û meriyên dilteng. Çimkî wana zanibû, wekî Îsa wê hindava wanda rem be û qedirê wan nekeve. Bidine hesabê xwe, Îsa wê Padşakî çiqas baş be!

Çaxê Îsa Mesîh mizgînî derheqa Padşatiya Xwedê hîn dikir, ewî usa jî gelek keremet dikirin, qenc dikirin, û mirî radikirin. Lê nêta wî çi bû? Evê yekê emê serê mayînda pêbihesin.

—Ser hîmê kitêbên Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna.