PARA 19

Îsa Derheqa Axiriyê Pêxembertiyê Dike

Îsa Derheqa Axiriyê Pêxembertiyê Dike

Îsa Mesîh pêxembertiyê dike derheqa hatina xwe ça padşa û axiriya vê dinyayê

ÎSA tevî çar şandiyên xwe rûniştibû ser Çiyayê Zeytûnê, ji kîderê ku Orşelîm û paristgeh rind dihatine kifşê. Îsa wanara gilî dikir derheqa kutasî û “axiriya vê dinya” qelp. Ewî usa jî got, wekî paristgeh wê bê hilşandinê (Metta 13:40, 49). Hingê şagirtên Îsa ji wî pirsîn: “Nîşana hatina te û axiriya vê dinyayê wê çawa be?” (Metta 24:3).

Îsa şirovekir, wekî pêşiya hilşandina Orşelîmê wê çi biqewime. Lê giliyê wî ne tenê derheqa Orşelîmê bûn, ew gilî axiriyêda jî gerekê bihatana sêrî li ser temamiya dinyayê. Îsa Mesîh pêxembertî kir, û hûr bi hûr şirovekir, wekî çi wê biqewime rojên paşinda û halê vê dinyayê wê çawa be. Eva hemû tişt tevayî wê nîşana destpêka padşatiya Îsa be. Bi giliyên mayîn, van nîşana wê eşkere kirana ku Xwedê, Îsa Mesîh kire Padşê Padşatiya ezmana, dêmek Îsa wê zûtirekê qira vê dinya xirab bîne, û edilaya rast bide meriya. Pêxembertiyên Îsa, bûn nîşana kutasiya vê dinya xirab, dînên qelp, sîstêma polîtîkê û sosyalî, û usa jî bû nîşana destpêbûna dinya teze.

Îsa got, wekî çaxê ew bibe Padşa, li ser erdê wê şer destpêbin, birçîbûn, erdhejên qewî, nexweşiyên giran hemû ciya, û neheqî jî wê zêde bin. Şagirtên Îsaye rast, li ser temamiya dinyayê mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê wê bela kin. Xilaziyêda, wê “tengasiya usa mezin” destpêbe, ku ji destpêbûna dinyayê heta niha ya usa tune bûye (Metta 24:21).

Mesîhî ça gerekê fem bikin wekî ev tengasî nêzîk e? Îsa got: “Ji dara hêjîrê dersekê hîn bin” (Metta 24:32). Çaxê li ser dara hêjîrê belg dertên, ev nîşana wê yekê ye ku havîn nêzîk e. Xût wî çaxî, gava pêxembertiyên Îsa derbekêra biqewimin, ev wê bê hesabê wekî kutasî nêzîk e. Lê xêncî Bav, kesek wê nizanibe roj û siheta destpêbûna tengasiya mezin. Lema jî Îsa Mesîh şîreta usa da şagirtên xwe: “Hişyar bimînin! Çimkî hûn nizanin kengê wextê pêra bigihîje” (Marqos 13:33).

—Ser hîmê kitêbên Metta serê 24 û 25; Marqos serê 13; Lûqa serê 21.

a Hê zêde derheqa pêxembertiyên Îsa Mesîh, hûn dikarin pêbihesin ji kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, rûpêlên 86-95. Ev kitêb Şedên Yehowa neşir kirine.