PARA 26
Dîsa jî Erd Wê Bibe Cinet!
Yehowa Xwedê wê bi saya Padşatiyê, serwêrê kîjanî ku wê Îsa Mesîh be, navê xwe pîroz ke, û himzoriya Xwe îzbat ke, usa jî wê hemû zulmiyê kuta ke
KITÊBA paşin ji Kitêba Pîroz, navê kîjanî ku Eyantî yan Apokalîpsîs e, şagirtê Îsa Mesîh, Yûhenna nivîsiye. Ev kitêb gumanê dide hemû meriya. Vê kitêbêda hatine nivîsarê dîtinok, yên ku kifş dikin pêkanîna qirara Yehowaye kutasiyê.
Îsayê saxbûyî, dîtinoka pêşinda, payê hine civata dide, û usa jî dibêje ku çida ewana gerekê rast bin. Dîtinokeke din, dîna me derbazî ser textê Xwedêyî ezmana dike. Dora textê ezmana çarnikal, efrînên ruhanî sekinîne, yên ku Xwedê hurmet dikin.
Berx, Îsa Mesîh, kitêba gulometkkirî distîne bi heft mora. Dema derxistina çar morê pêşin, li ser dika dinyayê kifş dibe çar siyarên sîmbolîk. Siyarê pêşin, yê ser hespê boz, Îsa ye û mîna Padşa ye. Pey wîra tên siyarên ser hespên bi cûre-cûre renga, ev siyar têne hesabê: şer, xelayî û nexweşî, yên ku nava rojên axiriya vê dinyayê wê biqewimin. Wedê derxistina mora hefta, dengê heft boriya tên bihîstinê, yên ku elametiya dîwana Xwedê didin. Paşê tên rêtinê heft belayên sîmbolîk, ku hêrsa Xwedê didine kifşê.
Zara nêrîne tezebûyî, tê hesabê Padşatiya Xwedê, ya ku li ser ezmana kifş bûye. Wêderê destpêdibe şer, Mîrê-cina û melekên wîyî zulm têne avîtinê ser erdê. Ji ezmana dengê bilind tê bihîstin: “Wey li erdê û li berê, çimkî Mîrêcin jorda ser weda hate avîtinê û ew ji hêrsê xwe dixwe, ku zane wê hindikî bimîne” (Eyantî 12:12).
Ser ezmana, Yûhenna Berx divîne, dêmek Îsa, û tevî wî 144 000 ji meriya bijartî. Eva ew in, yên ku wê tevî Îsa Mesîh padşatiyê bikin. Bi vî cûreyî kitêba Eyantî nîşan dike, wekî 144 000 ji meriya bijartî, ev hene zureta duda (Eyantî 14:1; 20:6).
Padşên erdê têne topkirinê ser “şerê wê Roja Mezine Xwedêyê Hemû Zorayiyê”, navê vî şerî Harmegedon e. Padşên erdê şer dikin tevî siyarê ser hespê boz, dêmek tevî Îsa, kîjan ku rêberiyê eskerên ezmana dike. Hemû padşên vê dinyayê hatine qirkirinê, lê Mîrê-cina hate girêdanê. Îsa û 144 000 serwêrtiyê dikin li ser erdêra “hezar salî”, û xilaziyêda Mîrê-cina wê ser heta-hetayê bê kutakirinê (Eyantî 16:14; 20:4).
Padşatiya Mesîh û 144 000, yên ku wê tevî wî hezar sala padşatiyê bikin, çi wê bîne merivên guhdarra? Yûhenna dinivîse, wekî Yehowa “ji çevên wan hemû hêsirên wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştên berê derbaz bûn” (Eyantî 21:4). Ser erdê wê dîsa cinet be!
Usa kitêba Eyantîda xilaz dibe têma Kitêba Pîroze ferz. Bi saya vê Padşatiyê, wê heta-hetayê navê Yehowa pîroz be û himzoriya wî wê bi temamî îzbat be!
—Ser hîmê kitêba Eyantî.

