PARA 8
Cimeta Îsraêl Dikeve Kenanê
Yêşû Îsraêliya dibe, wekî Kenanê zeft kin. Yehowa qewatê dide hakima, wekî ewana cimetê ji çerçirandinê xilaz kin
WEKE 470 sal pêşiya wê yekê ku cimeta Îsraêl biketa Kenanê, Yehowa soz da Birahîm wekî erdê Kenanê bide zuretên wî. Pê serwêrtiya Yêşû, cimeta Îsraêlî îda hazir bûn Erdê Sozdayî zeft kin.
Xwedê hesab dikir, wekî cimeta Kenanê hêjayî qirkirinê ye. Çimkî wana, erd pê bênamûsiya xweye mirdar û bi xûnrêtina kafirî tije kiribû. Lema jî Xwedê dixwest, wekî bajarên Kenanê ku Îsraêliya zeft kiribûn, pêda bihatana qirkirinê.
Pêşiya wê yekê ku bikevine Kenanê, Yêşû du cesûs şandin Erîhayê. Ewana cem jinekê man, navê wê Rexab bû. Rexabê zanibû wekî ewana Îsraêlî ne, lê yeke ewana mala xweda hîştin û veşartin. Ewê Xwedayê Îsraêliya bawer dikir, çimkî ewê bihîstibû ça Yehowa cimeta xwe xilaz kiriye. Rexabê ev cesûs dane sondê, wekî wedê şer, wê û neferên wê sax bihêlin.
Çaxê cimeta Îsraêl kete Kenanê û miqabilî Erîhayê çû, Yehowa keremet kir, dîwarên Erîhayê hilşiyan û jorda hatin, eskerên Yêşû ketine şeher û Erîha şewitandin. Lê Rexab û neferên wê sax hîştin. Yêşû nava şeş salada, Erdê Sozdayî nîvê zef zeft kir. Paşê erd nav berekên Îsraêliya hatibû parevekirinê.
Çaxê Yêşû îda kal bû, ewî cimeta Îsraêl top kir û kire bîra wan, wekî Yehowa çi kiriye seva kal-bavên wan. Paşê şîret da wan, wekî ewana Xwedayê xwe Yehowara xizmet kin. Lê yeke, paşî mirina Yêşû û rûspiyên din, cimeta Îsraêl bîr kir Xwedêyê xwe, û destpêkir xudanên qelpra xizmet ke. Weke 300 sala, cimetê guh nedida qanûnên Xwedê, lema jî Xwedê nava van salada îzin dida dijminên Îsraêliya, mesele Filistiyana, wekî zorê bidine wan. Lê çaxê cimetê lavaya Xwedê dikir seva alîkariyê, Xwedê hakim kifş kirin, ew bi temamî 12 hakim bûn, seva ku cimetê xilaz kin.
Derheqa hêna hakima kitêba Hakimtîda tê gilîkirinê. Hakimê pêşin Otniyêl bû, lê yê paşin Şimşon, yê ku li ser erdê ji gişka qewattir bû. Qewimandin, derheqa kîjanî ku kitêba Hakimtîda tê gilîkirinê, dîsa carekê îzbat dike, ku guhdarîkirin Yehowara kerema tîne, lê neguhdarîkirin kul-derda.
—Ser hîmê kitêbên Yêşû; Hakimtî; Qanûna Kahîntiyê 18:24, 25.

