PARA 23

Belakirina Mizgîniyê

Belakirina Mizgîniyê

Pawlos rêwîtiya xweye dirêj destpêdike, wekî mizgîniyê bela ke

ÇAXÊ Pawlos bû Mesîhî, ewî destpêkir bi xîret mizgîniya xêrê derheqa Padşatiya Xwedê bela ke. Berê Pawlos pey Mesîhiya diket, lê paşê xwexa jî hate zêrandinê. Pawlos ne diwestiya, hemû ciya mizgîniya Padşatiyê bela dikir, kîjan ku wê pêk bîne qirara Yehowaye pêşin.

Pawlos, wedê rêwîtiya xweye pêşin Lîstrayêda merîkî ku ji bûyîna xwe topal bû, qenc kir. Cimeta wî şeherî dişirmîş bû, wekî Pawlos û Barnabas xudan in, û dixwestin qurban bidana wan, lê wana ancax cimet da sekinandinê. Lê wede şûnda, dîsa jî evê cimetê bi xwestina dijminên Pawlos, destpêkir Pawlos dane ber kevira, paşê ji şeher derxistin û avîtin, çimkî wana tirê, wekî ew îda miriye. Lê Pawlos sax ma û wede şûnda dîsa çû Lîstrayê, wekî şagirta dilgerm ke û qewî ke.

Hine Mesîhiyên Îbranî ya xwe dikirin, wekî Mesîhiyên ne Îbranî gerekê xwe li wan edeta bigirin, kîjan ku ji qanûna Mûsa hatibûn hildanê. Pawlos bona vê pirsê çûbû li Orşelîmê cem rûspiya û şagirta. Bi lêkolîna kûre Kitêba Pîroz û bi alîkariya ruhê pîroz wana ev pirs safî kir û civatara nivîsîn, wekî Mesîhî gerekê xwe xwey ke ji qurbanên pûta, xûnê, goştê mirar û bênamûsiyê. Qedandina van qanûna “eseyî” bû, lê qedandina Qanûna Mûsa ji wana nedihate dewakirinê (Karên Şandiya 15:28, 29).

Wedê rêwîtiya duda, Pawlos çûbû li Beroyayê, niha ev şeher ser topraxa Yûnanistanê ye. Cihûyên van ciya, bi dil û can qebûl kirin giliyên Xwedê û her roj Kitêba Pîroz lêkolîn dikirin, û beramber dikirin tevî giliyên ku hîn dibûn. Û Pawlos dîsa ji bo peyketinê mecbûr bû bireve şeherê Atînayê. Wêderê Pawlos merivên xwendîra mizgînî bela dikir. Xeberdana wî, mesela merîfetiyê, serwaxtiyê û bîlaniyê ye.

Paşî rêwîtiya sisiya, Pawlos çû li Orşelîmê. Çaxê ew çû paristgehê, Cihûya miqabilî Pawlos xelq rakir, û dixwestin wî bikuştana, lê eskerên Romê nehîştin. Wana pirs didane Pawlos, û pêhesiyan wekî ew bajarvanê Romê ye. Lema jî ew birine cem Felîksê Weliyê Romê, wekî ew xwe biparêze. Cihûya Pawlos neheq dikirin, lê îzbatiyên wan tune bûn. Pawlos seva ku nekeve bin destê Cihûya, serwêrekî Romêyî din Fêstora, usa got: “Ez dewa dîwana Qeyser dikim”. Hingê Fêsto cab da: “Tu dewa Qeyser dikî, gerekê tu herî cem Qeyser” (Karên Şandiya 25:11, 12).

Pawlos bi gemiyê birine Îtalyayê, wêderê gerekê dîwana wî bikirana, lê usa qewimî ku gemî hûrdexweşî bû, û Pawlos mecbûr bû ku zivistanê li ser girava Maltayê derbaz ke. Axiriyê çaxê ew hate Romê, du sala kirêda dijît. Rast e Pawlos bin kontrola nobedarada bû, lê ça her gav bi xîret, derheqa Padşatiya Xwedê hemû meriyara, yên ku dihatine cem wî, gilî dikir.

—Ser hîmê kitêba Karên Şandiya 11:22-28:31.