PIRSÊN CAHILA

Çima Dê-Bavê Min Sînora Minra Datînin?

Çima Dê-Bavê Min Sînora Minra Datînin?

 Hevalên te top dibin ku wede derbaz kin û te jî teglîf dikin. Tu îzinê ji dê-bavê xwe dixwazî, lê ewana tera dibêjin, “Na”. Lê ev yek bona te ecêbmayî nîne, çimkî caba wan her gav usa ye.

Vê gotarêda

 Çima dê-bavê min her gav minra dibêjin na?

 Ji bo vê yekê ku dê-bavê te timê ser xwestinên te dibêjin na, tu dikarî bifikirî wekî ewana qe naxwazin tu wede derbaz kî.

 Keçikeke bi navê Marî, bi vî cûreyî xwe texmîn kir, gava jêra cara pêşiyê têl kirîn. Ew usa dibêje: “Bavê min îzin nedida ez gelek tişt bikim. Mesele min nikaribû her tiştî çi min dixwest ser têla xwe bidime kişandinê. Usa jî bavê min digote min tev kê min dikaribû hevaltiyê bikira û çiqas wede tevî wan xeber da. Lê hevalên min çi dixwestin, vê yekê jî dikirin!”

 Bifikire: Gelo bavê Marî dixwest wekî qîza wî qe wede derbaz neke? Dîsa derheqa çi diqewime ew ber xwe diket?

Sînora bona ajotina erebê diqewime azayê ji te distîne, lê ev te ji ziyanê diparêze; hema vê yekê dikarin bêjin derheqa sînorên ku dê-bav datînin

 Şîret: Bide ber çevê xwe tu dê yan bav î û zara te heye, kîjanêra te têl kiriye. Tuyê derheqa çi ber xwe kevî? Çi qedexekirin teyê daniya, seva ku zara xwe biparasta? Teyê çi bigota, hergê zara te bigota ku tu nahêlî wekî ew wede derbaz ke?

 “Bavê min timê digote min, ‘Xwe dewsa min dayne’. Çaxê min usa dikir, ev yek alî min dikir fem bikim, wekî ew qedexekirin bê menî nedihatine dayînê. Hergê zarên min hebûna, minê jî vê yekê ji wana dewa kira, çi ku bavê min ji min dewa dike”—Tanya.

 Çi ez dikarim bikim, wekî ewana minra bêjin erê?

 Vê yekê neke: Nexeyde, neke kute-kut û hêrs nekeve.

 “Bi qare-qara te tu tişt wê neyê guhastinê, dewsê dê-bavê te û tu aliyê êmosiyalîda biwestin. Hergê tu hêrs kevî, dê-bavê te wê safî kin, ku tu hê hazir nînî azabûnê bistînî”—Rîçard.

 Dewsê vê yekê bike: Derbêra caba dê-bavê xwe nede. Dewsê, ser derecê pê nihêrandina dê-bavê xwe binihêre. Diqewime problêm vê yekêda nîne, ku ewana îtbariya xwe te naynin. Lê vê yekêda ne, ku ewana ditirsin wekî tu dikarî bikevî çi cûre dereca yan jî ewana îtbariya xwe wan meriva naynin, tevî kîjana tuyê hevaltiyê bikî. Gelo wê baş nîbe derheqa vê yekê rihet xeber din û meniya vê yekê pêbihesin?

 “Dê-bavê min, min hez dikin, lema jî hine tişta qedexe dikin. Nêta dê-bavê min ew nîne, wekî ez qe wede derbaz nekim, dewsê ewana dixwazin wekî ez wedederbazkirinên usa bijbêrim, yên ku wê problêma pêşda neyînin”—Ayvî.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Axmax hemû hêrsa xwe dide der, lê yê serwaxt xweda zeft dike” (Metelok 29:11).

 Vê yekê neke: Dizîva tiştên qedexekirî neke.

 “Min her tiştî dikir, wekî vê yekê bikim çi ku bavê min qedexe kiribû bona têla min. Min cûre-cûre rê digeriya, wekî şev hevalên xwera binivîsim û têla xweda tiştên usa bidime kişandinê, kîjan ku bavê min îzin nedida min. Axiriyê, bavê min dîsa jî pêhesiya û hê zêde tişt minra qedexe kir, çimkî ewî îda îtbariya xwe min nedianî. Min fem kir, hergê tişta dizîva bikî, ev yek tu karê nayne”—Marî.

 Dewsê vê yekê bike: Dê-bavê xwera nîşan ke, wekî tu gura wan dikî, seva ku ewana dîsa îtbariya xwe te bînin.

 “Sebirê bide kifşê. Diqewime wede lazim be, wekî dê-bavê te dîsa bihêlin tu wan tişta bikî, çi ku wana qedexe kiriye. Lê hergê tu berdewam kî gura wan bikî, ewana wê zêde azayê bidine te”—Mêlînda.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Her tiştîda gura dê û bavê xweda bin” (Kolosî 3:20).

 Vê yekê neke: Bikî kute-kut, wekî dê-bavê te bihêlin vê yekê bikî, çi ku hevalên tera îzin didin, wekî ewana bikin.

 “Hergê tu ser ya xwe bisekinî û bikî kute-kut, dîsa jî tê vê yekê nestînî, çi ku dixwazî”—Natalî.

 Dewsê vê yekê bike: Bidine xebatê dersa bi nexşa “Bifikire ser Qedexekirina” ku pêbihesin ça hûn dikarin derheqa vê yekê tevî dê-bavê xwe xeber din.

 “Dê-bavê te dixwazin îzbat bin, wekî tu bi serwaxtî safîkirina dikî. Lema jî çaxê ez tevî dê-bavê xwe xeber didim, ez êmosiyên xwe kontrol dikim. Û ez divînim, wekî çaxê ez tevî wan bi logîkî xeber didim, wî çaxî dê-bavê min îzinê didine min vê yekê bikim, çi ku ez dixwazim bikim”—Cozêf.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Qedirê dê û bavê xwe bigire” (Efesî 6:2).