Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
Cenewirê ku Heft Serên Wî Hene ji Eyantî Serê 13, bi Sîmbolîk Kî ye?
https://cms-imgp.jw-cdn.org/img/p/502014128/univ/art/502014128_univ_sqr_xl.jpg
ijwbq gotar 73

Cenewirê ku Heft Serên Wî Hene ji Eyantî Serê 13, bi Sîmbolîk Kî ye?

Cenewirê ku Heft Serên Wî Hene ji Eyantî Serê 13, bi Sîmbolîk Kî ye?

Caba Kitêba Pîroz

 Cenewirê pê heft seriya, derheqa kîjanî Eyantî 13:1-da tê gotinê, tê hesabê sîstêma polîtîkî ya hemdinyayê.

  •   Hukumtiya wî heye, qewat û text, çi ku dide kifşê wekî ew polîtîkayêva girêdayî ye (Eyantî 13:2).

  •   Ew “ser hemû bereka, cimeta, zimana û mileta” hukum dike, lema jî ji dewletekî diha mezin e (Eyantî 13:7).

  •   Ew hevekî mîna wan çar cenewira ye, derheqa kîjanî Daniyêl 7:2-8-da tê gotinê. Dikeve nava vê yekê cûrê piling, lepên hirçê, gepa şêr û deh stirû. Derheqa cenewirên ji pêxembertiya Daniyêl tê gotinê ça derheqa padşên konkrêt yan padşatiya, yên ku pey hevra dibine xweyê hukumtiya mezin (Daniyêl 7:17, 23). Vî cûreyî cenewirê ji Eyantî serê 13 tê hesabê teşkîleta polîtîkî ya ji çend para.

  •   Ew ji “berê” derdikeve. “Ber” Kitêba Pîrozda tê hesabê koma meriva ya neseqirî, çi ku kaniya serwêrtiyên meriva ye (Eyantî 13:1; Îşaya 17:12, 13).

  •   Kitêba Pîrozda tê gotinê ku hejmar, yan jî navê cenewir “hejmareke merivî ye” û ew hejmar 666 (Eyantî 13:17, 18). Ev gilî dide kifşê, wekî cenewirê ji Eyantî serê 13-da xeyset-hunurên wî mîna ya meriva ye, û ew ne ku ruh yan cin e.

 Rast e nihêrandina mileta dikare hine tiştada mîna hev be, yeke her kes ji wan dixwazin hukumtiya xwe xwey kin, dewsa ku tesmîlî Padşatiya Xwedê bin (Zebûr 2:2). Ewana wê usa jî qewata xwe bikine yek, seva ku Harmegedonêda miqabilî ordiya Xwedê derkevin, serwêrê kîjanî Îsa Mesîh e. Lê vî şerîda ew milet wê bêne kutakirinê (Eyantî 16:14, 16; 19:19, 20).

“Deh stirû û heft serî”

 Hine hejmar Kitêba Pîrozda bi sîmbolîk têne xebitandinê. Mesele hejmarên dehe û heft têne hesabê tişteke tam. Seva ku rast fem bikin ku çi têne hesabê “deh stirû û heft serî” ji Eyantî serê 13, wê alî me bike “heykelê wî cenewirî”, kîjan ku paşê Eyantîda tê şirovekirinê. Rengê wî cenewirî sor bû, him jî heft serî û deh stirûyên wî hebûn (Eyantî 13:1, 14, 15; 17:3). Kitêba Pîroz dibêje ku heft serên wî cenewirê sor, têne hesabê “heft padşa” yan jî serwêrtî (Eyantî 17:9, 10).

 Mîna vê yekê, heft serên cenewir ji Eyantî 13:1 têne hesabê heft serwêrtî. Qewatên polîtîkî ya sereke, yên ku nava terîxiyêda hukum dikirin û rêberî hildidane ser xwe, ku miqabilî cimeta Xwedê derkevin ew in: Misir, Asûr, Babîlon, Mediya-Faris, Yûnanistan, Rom û Anglo-Amêrîka. Hergê dehe stirû têne hesabê hemû dewlet yên mezin û biçûk, em dikarin bêjin wekî taca ser her stirûyê dide kifşê ku her milet hevra serwêrtiyê dikin tevî qewata polîtîkîye sereke ya wê çaxê.