Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Gelo Sêrbazî Ziyanê Tîne?

Gelo Sêrbazî Ziyanê Tîne?

Hûn ça difikirin?

  • Gelo vê yekêda tiştekî xirab heye, hergê em horoskopa bixûnin, koçektiyê bikin, textê sêrbaziyê bidine xebatê yan jî herine cem wan kî ku gazî ruha dike?

  • Gelo serhatiyên sêrbaziyêva û koçektiyêva girêdayî, tenê hekiyatên derheqa şerê orta xirabiyê û qenciyê ne, yan ev diha xof in?

Vê gotarêda emê şêwir kin, wekî sêrbazî ça dikare dîna me bikişîne berbi xwe û ev çi ziyanê dikare bîne.

 Ev ça dîna me dikişîne?

Sêrbazî bîznêseke qewî ye. Bi saya wan tişta çi ku sêrbaziyêva girêdayî ne, gelek pere têne çêkirinê; mesele TV bername, sînem, vîdêo lîstik û kitêb. Ji bo vê yekê gelek cahila xwestin hê zêde derheqa steyrnasiyê, cina, vampîra û koçektiyê pêbihesin. Çima ev yek usa belabûyî ye? Çend menî hene:

  • Xwestina ku hemû tiştî pêbihesin: Meriv dixwazin pêbihesin, ku bi rastî ruh hene, yan na

  • Tirs: Gelek meriv ditirsin, ku axirî wê çawa be û dixwazin pêbihesin, ku çi wê biqewime

  • Êşa dil: Ewên ku merivên wan mirin e, gelek bîra wan dikin û hizreta wê yekê ne, ku tevî wan xeber din

Ev hest xirab nînin. Bi rastî tiştekî xirab vê yekêda tune, ku em bixwazin axiriyê pêbihesin, yan jî şîna merivên xwe bikin. Çi jî hebe em gerekê bîr nekin, wekî ev yek dikare xof be jî û ziyanê bide me.

 Çida ev xof e?

Kitêba Pîroz hemû tiştên ku sêrbaziyêva girêdayî ne, sûcdar dike. Mesele, ev dibêje:

“Bira nava teda yê usa tune be, ... ne koçek, ne sêrbaz, ne remildar, ne jî pîresêr, ne nifirkir, ne yê ku gazî ruha dike, ne xweyîhunir, ne jî yê ku gazî mirîya dike. Çimkî li ber çevê Xudan yê ku vê yekê dike kirêt e” (Qanûna Ducarî 18:10-12).

Çima Kitêba Pîroz dewa dike, ku em xwe ji sêrbaziyê dûr bigirin?

  • Sêrbazî ev heye heleqetî tevî cina. Kitêba Pîroz dibêje, wekî hine melek miqabilî Xwedê rabûn û bûne dijminên wî (Destpêbûn 6:2; Cihûda 6). Ew melekên zulm yanê cin, bi saya koçeka, sêrbaza û steyrnasa meriya dixalifînin. Û bi rastî ewên ku sêrbaziyêva mijûl dibin, piştgiriya dijminên Xwedê dikin.

  • Sêrbazî hînkirina qelp bela dike, ku yan çi kesek dikare axiriyê bizanibe. Lê bi rastî tenê Xwedayê Himzor dikare evê yekê bizanibe. Ew dibêje: “Ez serê-sêrîda dibêjim vê yekê, çi ku vê xilaziyêda bibe, û ji berêda vê yekê, çi ku hê nebûye” (Îşaya 46:10, DT; Aqûb 4:13, 14).

  • Sêrbazî usa dide kifşê, yan çi yên mirî dikarin tevî merivên sax xeber din. Lê bi rastî Kitêba Pîroz dibêje: “Mirî ... tiştekî nizanin. ... ji ber ku li warê miriyan, ya ku tuyê biçê kar û raman, zanîn û zanyarî nîne” (Waîz 9:5, 10).

Lema jî Şedên Yehowa ji sêrbaziyê, ji wedederbazkirinên usa kîderê ku zombî, vampîr, û qewimandinên ecêb didine kifşê, xwe dûr digirin. Keçikek navê kîjanê ku Mariya ye, dibêje: “Hergê sînemêda tiştekî cinava girêdayî hebe, ezê evê sînemê nenihêrim”. *

Anegorî vê yekê ça merivê mixenet xwe dewsa merivekî qenc datîne, cin jî xwe dewsa miriyên meyî hizkirî didine kifşê

 Tu çi dikarî bikî

  • Safî ke, wekî xwe dûr bigirî ji kirên usa, kîjan ku sêrbaziyêva û koçektiyêva girêdayî ne, ku bikaribî “bi îsafa rihet li ber Xwedê” bisekinî (Karên Şandiya 24:16).

  • Bira cem te tu tiştên ku sêrbaziyêva girêdayî ne tune bin. Bixûne Karên Şandiya 19:19, 20 û dîna xwe bidê ku çawa dikarî vê yekêda çev bidî Mesîhiyên qirna yekê.

Bîr neke: Çaxê tu xwe ji hemû cûre sêrbaziyê dûr digirî, usa tu didî kifşê, wekî Yehowa hiz dikî û piştgiriya wî dikî. Dilê Yehowa tera şa dibe! (Metelok 27:11)

^ abz. 24 Ev nayê hesabê, ku hemû çîrokada sêrbazî heye. Lema jî Mesîhî guh didin îsafa xweye li ser hîmê Kitêba Pîroz hînkirî, wekî têderxin xwe ji kîjan wedederbazkirina dûr bigirin (2 Korintî 6:17; Îbranî 5:14).