Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Çira Ez Gerekê Herim Civîna li Odên Civatada?

Çira Ez Gerekê Herim Civîna li Odên Civatada?

Heftê du cara Şedên Yehowa civatên xwe Odên Civatada derbaz dikin. Lê ça ew civat derbaz dibin? Tu çi kar dikarî bistînî hergê bêyî ser wan civata?

 Civat ça derbaz dibin?

Odên Civatada em têne hînkirinê ku ça prînsîpên Kitêba Pîroz emirê xweda bidine xebatê. Civatada tu dikarî pêbihesî:

  • rastiya derheqa Xwedê

  • çira dinêda haqas kul-derd hene

  • çawa xeyset-hunurên xwe diha baş kî

  •  ça hevalên baş xwera bivînî

Çira wê baş be tu bêyî civata?

 Wêderê tuyê gelek tiştên kêrhatî pêbihesî. Prînsîpên Kitêba Pîroz ku ser civatên Şedên Yehowa têne şêwirkirinê, wê alî te bikin ‘serwaxtîyê bistînî’ (Met’elok 4:5). Ew yek tê hesabê ku Kitêba Pîroz dikare alî te bike emirê xweda safîkirinên baş bikî. Xêncî vê yekê, tuyê caba wan pirsên ferz bistînî:

  • Gelo nêta jîyînê çi ye?

  • Gelo bona kul-derdên me Xwedê neheq e?

  • Paşî mirinê çi diqewime?

Jêrê navên hine gotara hene, kîjan ku hûn dikarin şemî-leda civatên meda bibihên:

  • Çira Rêberiya Kitêba Pîroz Ferz e?

  • Wedê Qeziya Em Alîkarî ji Kîderê Dikarin Bistînin?

  • Îro Padşatiya Xwedê bona Me Çi Dike?

“Rojekê hevaldersxanekî min hate ser civatê. Ew kêleka malbeta me rûnişt û me jêra edebyet dan. Hine wext şûnda ewî minra got, ku gelek wî xweş hat gava wedê pareke bernameyê meriv caba xwe didan. Ewî usa jî got ku dêra wîda ewana lêkolînên usa nakin” (Brênda).

Te zanibû? Hatina ser civata bêpere ye, û ne jî pere têne topkirinê.

Ser civata tuyê hêlanê bistînî. Kitêba Pîroz dibêje ku Mesîhî gerekê tevayî top bin bona vê yekê jî, ku hêlanê bidine hev û hev bişidînin (Îbranî 10:24, 25). Em dinyake usada dijîn, kîderê meriv tenê dikevine heyra xwe. Lema jî gava em nava wan merivada nin, yên ku qirara Xwedê datînin ser ciyê pêşin û kara meriva digerin, em geş dibin.

“Cara paşî rojeke giran, ez dilteng dibim û qidûm dikevim. Lê gava ez tême Oda Civatê, ez geş dibim û beşera min jî xweş dibe. Çaxê ez vedigerim mal, ez bi qewatê tije dibim û bona roja din jî îda hazir im” (Êlîsa).

Te zanibû? Ser temamiya dinyayê 120 000 zêdetir civatên Şedên Yehowa hene, ku zêdetirî 60 000 Odên Civatada top dibin. Hejmara merivên ku têne civata hertim zêde dibe, û her sal weke 1 500 Odên Civata têne avakirinê. *

^ abz. 26 Seva ku pêbihesî civat kîderê têne derbaz kirinê, bikeve ser rûpêla “Civatên Şedên Yehowa” û paşê bitikîne “Bivînin Oda Civatê ku Nêzîkî We ye”.