Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
Gelo Şedêd Yahowa Dişirmîş Dibin ku Tenê Ewana wê Bêne Xilazkirinê?
https://cms-imgp.jw-cdn.org/img/p/502012467/univ/art/502012467_univ_sqr_xl.jpg
ijwfq gotar 4

Gelo Tenê Hûnê Bêne Xilazkirinê?

Gelo Tenê Hûnê Bêne Xilazkirinê?

 Na. Bi mîlyona meriv, yêd ku hêna berê dijîtin û Şedêd Yahowa nîbûn, wê mecala xilazkirinê bistînin. Kitêba Pîroz şirovedike ku dinya tezeda, kîjan ku Xwedê soz dide “hemû heq û neheqê ji mirinê rabin” (Karêd Şandiya 24:15). Xêncî vê yekê, roja îroyîn dibeke gelek meriv destpêkin Xwedêra qulix kin. Û cem wana jî wê hebe mecala xilazkirinê. Çi jî hebe em dîwana meriya nakin û safî nakin, kî wê xilaz be, lê kî na. Çimkî hukumê dîwankirinê destê Îsada ne (Yûhenna 5:22, 27).