Şahidên Yehowa Çima Xaçê di Îbadetên Xwe de Qet bi Kar Naynin?
Gelek kes xaçê wek nîşana Mesîhîtiyê dibînin. Em wek Şahidên Yehowa her çi qas Mesîhî ne jî, lê dîsa jî em di îbadeta xwe de xaçê bi kar naynin. Gelo çima?
Yek ji van sebeban ev e ku Kitêba Pîroz nîşan dide ku Îsa Mesîh ne li ser xaçê, lê belê li ser darekî sade hat îdamkirin. Wekî din, Kitêba Pîroz şagirtên Îsa Mesîh hişyar dike ku divê ew “ji pûtperestiyê birevin”; ev jî nîşan dide ku di îbadetê de bikaranîna xaçê şaş e (1. Korîntî 10:14; 1. Yûhena 5:21).
Hêjayî gotinê ye ku Îsa Mesîh wiha got: “Eger hûn ji hevdû hez bikin, her kes wê bizane ku hûn şagirtên min in” (Yûhena 13:34, 35). Bi vî awayî Îsa Mesîh nîşan da ku şagirtên wî yên rast wê ne bi xaçê yan jî bi peykerekî din, lê bi hezkirina fedakar bên naskirin.

