BEŞ 4
“Ez ji bo Vê Yekê Hatime”
(Dirêjahî: 54:56)
Îsa kesên nexweş qenc dike û cinan derdixe. Gelek kes dibin şagirtên wî û ew 12 şandiyan hildibijêre. Di vê beşê de ev serpêhatî derbas dibe:
Îsa di sînagoga Kapernaûmê de hîn dike; ew cinekî derdixîne (Marqos 1:21-29; Lûqa 4:31-37)
Îsa xesûya Şîmûn qenc dike (Lûqa 4:38, 39; Meta 8:14, 15; Marqos 1:30, 31)
Îsa gelek kesên din qenc dike (Lûqa 4:40, 41; Meta 8:16, 17; Marqos 1:32-34)
Îsa li cihekî tenha dua dike (Marqos 1:35-38; Lûqa 4:42, 43)
Îsa mizgîniyê belav dike, hîn dike û mirovan qenc dike (Meta 4:23-25; Marqos 1:39)
Îsa zilamekî ji nexweşiya cuzamê qenc dike (Marqos 1:40-45; Meta 8:1-4; Lûqa 5:12-15)
Îsa li cihekî tenha digere û dua dike (Lûqa 5:16)
Îsa li Kapernaûmê zilamekî felcbûyî efû dike û qenc dike (Marqos 2:1-12; Meta 9:1-8; Lûqa 5:17-26)
Îsa gazî Meta dike ku ew li pey wî here (Marqos 2:13, 14; Meta 9:9; Lûqa 5:27-28)
Îsa li mala Meta bi bacgiran re xwarinê dixwe (Marqos 2:15-17; Meta 9:10-13; Lûqa 5:29-32)
Pirsa li ser rojîgirtinê (Meta 9:14-17; Lûqa 5:33-39; Marqos 2:18-22)
Îsa di sînagogên Cihûstanê de mizgîniyê belav dike (Lûqa 4:44)
Li hewza Beytzatayê, Îsa di roja Sebtê de zilamekî nexweş qenc dike (Yûhena 5:1-9)
Cihû zilamê qencbûyî rexne dikin (Yûhena 5:10-13)
Îsa zilamê qencbûyî di îbadetgehê de dibîne (Yûhena 5:14, 15)
Îsa behsa qudreta ku wî ji Bavê xwe standiye dike (Yûhena 5:16-24)
Kesên ku ji aliyê ruhî ve mirî ne lê guh didin dengê Îsa, wê bijîn (Yûhena 5:25-27)
Kesên mirî ku di mezelan de ne, wê bên rakirin (Yûhena 5:28-30)
Yehya, karên Îsa, Bav û Nivîsarên Pîroz li ser Îsa Mesîh şahidiyê dikin (Yûhena 5:31-47)
Îsa “Efendiyê roja Sebtê ye (Marqos 2:23-28; Meta 12:1-8; Lûqa 6:1-5)
Îsa di roja Sebtê de zilamê destseqet qenc dike (Lûqa 6:6-11; Meta 12:9-14; Marqos 3:1-6)
Gelek mirov li ber devê behrê ne; Îsa xizmetkarê Xwedê yê hezkirî ye; gelek kesên nexweş qenc dibin (Marqos 3:7-12; Meta 12:15-21)
12 şandî tên hilbijartin (Lûqa 6:12-16; Marqos 3:13-19a)

