KILAM 17
“Dixwazim”
Select an Audio Recording
(Lûqa 5:13)
1. Îsa Mesîh daket erdê,
li gora daxwaza Xwedê.
Wî ji bo însanan
bi dil û bi can
xizmet kir ji hezkirinê.
Îsa dibû eleqedar
bi hemû kesên hewcedar.
Îsa tu car negot “Ez nikarim”.
Wî her tim digot “Dixwazim”.
2. Roj bi roj em xîret dikin
ku wek Îsa Mesîh bikin.
Gerek em dilgerm bin
û tim hazir bin
ku alî mirovan bikin.
Jinebî û sêwî hene,
ji wan re destek lazim e.
Tu caran nebêje “Ez nikarim”,
ji wan re bêje “Dixwazim”.
(Li van ayetan jî binêre: Yûh. 18:37; Ef. 3:19; Flp. 2:7)