Here Naverokê

Here naverokê

Xwe Bispêre Rêberiya Îsa Mesîh

Xwe Bispêre Rêberiya Îsa Mesîh

“Rêberê we yek e, Mesîh e” (MET. 23:10).

KILAM: 16, 14

1, 2. Piştî mirina Mûsa, kîjan mesûliyeta giran ji Yêşû re hat dayîn?

YEHOWA ji Yêşû re wisa got: “Qûlê min Mûsa mir û niha rabe, tevî hemûya gel Çemê Urdunê derbas bibe. Bikevin welatê ku ez ê bidim we” (Yêşû 1:1, 2). Yêşû nêzikî 40 sal ji Mûsa re xizmet kiribû, lê niha, ew êdî bû rêberê miletê Îsraêl!

2 Mûsa bi gelek salan rêberiya miletê Îsraêl kiribû. Dibe ku Yêşû wisa fikirî: “Gelo milet wê rêberiya min qebûl bike?” (5. Mû. 34:8, 10-12). Der heqê Yêşû 1:1, 2 de, kitêbek dibêje ku tayînkirina rêberekî nû ji bo miletekî hem zor e, hem jî bitalûke ye.

3, 4. Xwedê çawa Yêşû bibereket kir ji ber ku wî xwe dispart Xwedê, û dibe ku kîjan pirs bê meydanê?

3 Ji ber vê yekê, dibe ku endîşeyên Yêşû hebûn. Lê belê çend roj piştî vê, ew êdî li gor gotinên Yehowa dest bi îşê xwe kir (Yêşû 1:9-11). Xwedê jî ew bibereket kir û bi destê melekekî rêberiya Yêşû û Îsraêliyan kir. Wisa tê fehm kirin ku ev melek, “Peyv” bû, yanî Kurê Xwedê yê nûxurî bû (2. Mû. 23:20-23; Yûh. 1:1).

 4 Bi alîkariya Yehowa, miletê Îsraêl rêberiya Yêşû zû qebûl kir. Di rojên me de jî guhartinên mezin çêdibin. Dibe ku em wisa bifikirin: “Teşkîlata Xwedê niha bi lez bi pêş ve diçe. Çi sebeb hene ku em xwe bispêrin rêberiya Îsa Mesîh?” (Metta 23:10 bixwîne). Niha, emê bibînin ku Yehowa di demên berê de çawa rêberiya xizmetkarên xwe dikir gava guhartinên mezin çêdibûn.

RÊBERIYA MESÎH: DI ROJÊN YÊŞÛ DE

5. Li nêzikî Erîhayê, Yêşû rastî kê hat? (Li resmê ewilî binêre.)

5 Piştî ku miletê Îsraêl ji Çemê Urdunê derbas bû, Yêşû li nêzikî bajarê Erîhayê rastî zilamekî esrarengîz hat. Di destê vî zilamî de şûr hebû. Yêşû ew nas nekir û wisa pirsî: “Ma tu ji me yî an jî ji aliyê dijminê me yî?” Şervan ji Yêşû re got ku ew “fermandarê artêşa XUDAN” e, yanî melekê ku xizmetkarên Xwedê diparastin (Yêşû 5:13-15 bixwîne). Gava Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa ji Yêşû re tiştek got, eyan e ku Xwedê bi navgîniya melekekî bi wî re dipeyivî. Di demên berê de, Xwedê çend caran wisa dikir (2. Mû. 3:2-4; Yêşû 4:1, 15; 5:2, 9; Kar. 7:38; Gal. 3:19).

6-8. (a) Di serî de, dibe ku Îsraêliyan telîmatên melek çima fehm nedikirin? (b) Telîmat çima hem aqilmend bûn hem jî di wextê de bûn? (Li jêrenotê jî binêre.)

6 Melek bi zelalî ji Yêşû re got ku gerek ew bajarê Erîhayê çawa bi dest bixe. Di serî de, dibe ku hin telîmatan ecêb xuya dikir. Mesela, melek ji Yêşû re got ku gerek hemû leşker bên sinet kirin. Seba vê, wanê heta wextekê nikaribûya şer bikira. Ma ev ne wexteke xerab bû ji bo sinetkirina van zilaman? (1. Mû. 34:24, 25; Yêşû 5:2, 8).

7 Dibe ku leşkerên sinetkirî wisa fikirîn: “Eger dijmin hicûmî me bike, emê çawa şer bikin?” Lê paşê, tiştekî hêvînekirî çêbû: “Deriyên bajarê Erîhayê, ji ber lawên Îsraêl bi zexmî hatibûn girtin.” Bajariyên Erîhayê ji Îsraêliyan ew qas ditirsiyan ku tu kes ji bajêr dernediket (Yêşû 6:1). Gava Îsraêliyan ev yek bihîst, ew bêguman bi rêberiya Xwedê hê jî zêdetir bawer bûn!

8 Melek ji Yêşû re got ku gerek ew hicûmî Erîhayê nekin. Li şûna vê, gerek ew şeş roj her roj carekê û li roja heftan heft caran li derdora bajêr bizivirin. Dibe ku hin leşkeran fehm nedikir ku armanca vê stratejiyê çi ye. Lê belê telîmatên Yehowa pir aqilmend bûn. Bi saya vê stratejiyê, baweriya Îsraêliyan xurttir bû û ne lazim bû ku ew rasterast li dijî şervanên egîd ên Erîhayê şer bikin (Yêşû 6:2-5; Îbr. 11:30). *

9. Çima lazim e ku em pey rêberiya teşkîlata Xwedê herin? Mîsalekê bide.

9 Ev serpêhatî çi rêyî me dide? Carinan dibe ku em rind fehm nekin ku teşkîlata Yehowa çima hin tiştan diguherîne. Mesela, dibe ku di serî de hinek ji me difikirîn ku bikaranîna cîhazên elektronîk ji bo lêkolîna şexsî, xizmet û civînan fikreke baş nîne.  Lê niha, em bêguman êdî rind fehm dikin ku feydeyên van cîhazan çi ne. Gava em netîceyên baş dibînin, ên ku ji guhartinên wisa tên meydanê, baweriya me xurttir dibe û yekîtiya me zêde dibe.

RÊBERIYA MESÎH: LI SEDSALA YEKÊ

10. Civîna koma rêberiyê, a ku li Orşelîmê hat saz kirin, li bin rêberiya kê bû?

10 Weke 13 sal piştî ku Kornêlyos bû şagirtê Îsa, hin birayên Cihû hê digot ku gerek şagirtên Îsa bên sinet kirin (Kar. 15:1, 2). Gava li civata Entakyayê li ser vê meseleyê muneqaşe derket, Pawlos ji aliyê kalên civatê ve hat şandin Orşelîmê. Wan dixwest ku koma rêberiyê li vê meseleyê binêre. Pawlos bi eslê xwe ji aliyê kê ve hat şandin? Pawlos got: “Ez li gor peyxamê çûm.” Xuya ye ku Mesîh rêberî dikir ku koma rêberiyê vê muneqaşeyê çareser bike (Gal. 2:1-3).

Li sedsala yekê, rêberiya Mesîh bi aşkerahî dihat dîtin (Li paragrafên 10 û 11an binêre)

11. (a) Hin xwişk û birayên Cihû der heqê sinetê de hê çi difikirîn? (b) Pawlos çima bi dilnizmî piştgiriya kalên Orşelîmê kir? (Li jêrenotê jî binêre.)

11 Bi rêberiya Mesîh, koma rêberiyê fehm kir ku ne lazim e ku şagirtên Îsa bên sinet kirin (Kar. 15:19, 20). Lê belê çend sal piştî vê qerarê, gelek xwişk û birayên Cihû zarokên xwe hê sinet dikirin. Gava gotegot gihîşt guhên kalên li Orşelîmê ku Pawlos guhdariya Qanûna Mûsa nake, wan hin telîmatên nehêvîkirî dan wî * (Kar. 21:20-26). Wan dixwest ku Pawlos tevî çar zilaman bikeve perestgehê ku xelk bibîne ku Pawlos guhdariya Qanûnê dike. Pawlos dikaribû bifikiriya ku problema eslî ev e ku xwişk û birayên Cihû meseleya sinetê rind fehm nekiriye. Dîsa jî, Pawlos dizanibû ku kalên civatê dixwest yekîtiya hemû  xwişk û birayan biparêze, loma wî telîmatên wan bi dilnizmî anîn cih. Lê madem ku Qanûna Mûsa bi mirina Îsa ji holê rabû, Îsa çima îzin da ku meseleya sinetê ew qas berdewam bike? (Kol. 2:13, 14).

12. Dibe ku Mesîh çima ew qas li bendê bû berî ku wî meseleya sinetê çareser kir?

12 Ji hin kesan re wext lazim e ku hînî guhartinan bin. Mesela, ji hin xwişk û birayên Cihû wext lazim bû ku ew nêrîna xwe rast bikin (Yûh. 16:12). Ew hê difikirîn ku ji bo ku mirov bi Xwedê re bikeve dostiyeke mexsûs, lazim e ku ew bê sinet kirin (1. Mû. 17:9-12). Hin kes jî ditirsiyan ku Cihû wê li wan zilmê bikin eger ew li gor adetên Cihûyan nekin (Gal. 6:12). Lê belê bi zeman re, Îsa Mesîh bi destê nameyên Pawlos zêdetir rêberî da wan (Rom. 2:28, 29; Gal. 3:23-25).

RÊBERIYA MESÎH: ÎRO

13. Ji bo ku em qîmeta rêberiya Mesîh fehm bikin, wê baş be ku em çi bînin ber çavê xwe?

13 Îro jî, Mesîh Rêberê civatê ye. Loma eger tu hin guhartinên teşkîlatê rind fehm nakî, bîne ber çavê xwe ku Mesîh rêberiya xwe di demên berê de çawa eyan dikir. Hem li rojên Yêşû hem jî li sedsala yekê, Mesîh her tim bi aqilmendî rêberiya xizmetkarên Xwedê dikir ji bo ku wan biparêze, baweriya wan xurttir bike û alî wan bike ku ew di yekîtiyê de bimînin (Îbr. 13:8).

14-16. Rêberiya “xulamê dilsoz û şehreza” çawa nîşan dide ku Mesîh bi siheta me ya ruhî eleqedar e?

14 Îro, “xulamê dilsoz û şehreza” bi hezkirinê rêberiya me dike (Met. 24:45). Marc, ê ku bavê çar zarokan e, wisa dibêje: “Şeytan hicûmî malbatan dike, çimkî ew dixwaze malbatan sist bike. Ji ber vê yekê, teşkîlat dixwaze ku bila serê malbatê her hefte îbadeta malbatê îdare bike û bi vî awayî malbata xwe biparêze!”

15 Gava em dibînin ku Mesîh çawa rêberiya me dike, em rind fehm dikin ku ew ji dil dixwaze ku em ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin. Kalekî civatê yê bi navê Patrick wisa dibêje: “Civînên xizmetê êdi ne bi tevahiya civatê, lê bi komên biçûk tên saz kirin. Di serî de, hin xwişk û bira seba vê guhartinê xemgîn dibûn.” Lê bi saya vê guhartinê, dilovaniya Îsa hê jî aşîkar bûye. Xwişk û birayên fediyok an ên ku pir dernediketin xizmetê niha zêdetir cesaret û xwebawerî qezenc kirine û ji aliyê ruhî ve xurttir bûne.

16 Îsa Mesîh alî me dike ku em her tim bala xwe bidin îşê belavkirina mizgînê. Ev îş niha bi rastî îşê herî muhîm e (Marqos 13:10 bixwîne). André, yê ku teze bûye kalê civatê, her tim hazir e ku pey rêberiya nû here, ya ku ji teşkîlata Yehowa tê. André wisa dibêje: “Kêmkirina hejmara kesên ku li Beytelan dixebitin ji me re nîşan dide ku dawiya dinyayê çi qas nêzik e û gerek em ji her tiştî zêdetir bala xwe bidin belavkirina mizgînê.”

EM ÇAWA DIKARIN PIŞTGIRIYA RÊBERIYA MESÎH BIKIN?

17, 18. Hin feydeyên guhartinên nû çi ne, û wê çima baş be ku em li ser van feydeyan bifikirin?

17 Padîşahê me Îsa Mesîh ne tenê ji bo îro, lê ji bo dema bê jî rêberiya me dike. Ji ber vê yekê, gava di warê xizmet an civînan de tiştek tê guhartin, wê baş be ku em bala xwe bidin feydeyên vê. Mesela, em dikarin  li îbadeta malbatê şêwir bikin ku me ji van guhartinan çawa feyde dîtiye.

Gelo tu alîkariya malbata xwe û kesên din dikî ku ew hînî guhartinan bibin? (Li paragrafên 17 û 18an binêre)

18 Ji bo ku em rêberiya teşkîlata Yehowa bi kêfxweşî pêk bînin, wê baş be ku em bala xwe bidin netîceyên baş ên ku ji vê rêberiyê tên meydanê. Mesela, ji ber ku em niha bi qasî berê weşanan çap nakin, mesref kêmtir bûye. Bi saya teknolojiya modern, em dikarin mizgîna Padîşahiyê bigihînin zêdetir mirovan. Loma wê baş be ku em weşanên elektronîk zêdetir bi kar bînin. Bi vî awayî, em dikarin piştgiriya Mesîh bikin, ê ku dixwaze ku em derfetên teşkîlatê bi aqilmendî bixebitînin.

19. Gerek em çima piştgiriya rêberiya Mesîh bikin?

19 Gava em piştgiriya rêberiya Mesîh dikin, ev yek dikare baweriya kesên din û yekîtiya me xurttir bike. Der heqê biçûkkirina malbatên Beytelên li hemû dinyayê de, André wisa dibêje: “Nêrîna baş a xwişk û birayên ku ji Beytelê derketine û hînî guhartinên wisa bûne alî min dike ku ez xwe bispêrim rêberiya Mesîh û qedrê van xwişk û birayan bigirim. Ew lingê xwe li gor erebeya Yehowa davêjin û her îşê ku teşkîlat dide wan bi kêfxweşî pêk tînin.”

XWE BISPÊRE ÎSA MESÎH

20, 21. (a) Gerek em xwe çima bispêrin rêberiya Mesîh? (b) Li meqaleya bê, emê li ser kîjan pirsê şêwir bikin?

20 Di demeke nêzik de, Rêberê me Îsa Mesîh wê bigihîje zafer û serkeftinê (Pey. 6:2; Zeb. 45:4). Piştî dawiya vê dinyayê, wê lazim be ku em kesên ku ji miriyan radibin hîn bikin û dinyayê bikin cenet. Loma Mesîh xizmetkarên Xwedê niha ji bo vî îşî û ji bo jiyana li dinyaya nû hazir dike.

21 Çi dibe bila bibe, eger em xwe bispêrin rêberiya Îsa Padîşah, ewê me bigihîne dinyaya nû (Zebûr 46:1-3 bixwîne). Dîsa jî, dibe ku guhartinên ku li jiyana me tesîr dikin ji me re zor bên. Eger tiştekî wisa çêbe, em çawa dikarin dilrihetî û baweriya xwe xwedî bikin? Li meqaleya bê, emê li ser vê pirsê şêwir bikin.

^ par. 8 Di wêraneyên Erîhayê de, arkeologan gelek dexlê berhevkirî dît. Ev yek nîşan dide ku dorgirtina bajêr kin bû, çimkî xelkê Erîhayê erzaqên xwe xelas nekiribûn. Wekî din, Yehowa îzin nedabû Îsraêliyan ku ew Erîhayê talan bikin. Loma, wexta hicûmê, wexteke minasib bû, çimkî di zeviyan de pir dexl hebû (Yêşû 5:10-12).

^ par. 11 Li çarcoveya “Paul Humbly Meets a Test” li kovara The Watchtower, 15 Adar 2003, rûp. 24, binêre.