Here Naverokê

Here naverokê

Joseph Rutherford û birayên din li Ewropayê

1920 – Sed Sal Berê

1920 – Sed Sal Berê

LI DESTPÊKA salên 1920an, xizmetkarên Yehowa ji bo îşê belavkirina mizgînê hazir bûn. Ayeta ku wan ji bo sala 1920an hilbijart, ev bû: “Xudan hêz û lavija min e” (Zeb. 118:14).

Yehowa bi rastî jî hêz dida van mizgînvanên bixîret. Wê salê, hejmara pêşengan ji 225an gihîşt 350yî. Cara pêşîn, zêdetirî 8.000 mizgînvanî xizmeta xwe ji buroya merkezî re rapor kir. Bi saya bereketa Yehowa, gelek însanan guh da wan.

XÎRETEKE MEZIN

Li 21ê Adarê ya sala 1920an, Joseph Rutherford, ê ku li wê demê rêberiya Lêkolînerên Kitêba Pîroz dikir, gotareke bi mijara “Bi Milyonan Kesên ku Niha Dijîn wê Tu Caran Nemirin” pêşkêş kir. Lêkolînerên Kitêba Pîroz çi ji destê wan dihat kir ku mirovan ji bo vê gotarê dawet bikin. Wan yek ji tiyatroyên herî mezin a New York City’yê bi kirê girt û weke 320.000 dawetiye belav kirin.

Îlana rojnameyekê ya ji bo gotara bi mijara “Bi Milyonan Kesên ku Niha Dijîn wê Tu Caran Nemirin”

Gelek kes hatin. Tiyatro bi zêdetirî 5.000 temaşevanî ve tije bû, û weke 7.000 kesî nikaribû têkevin. Kovara The Watch Tower got ku ev civîn, “yek ji civînên herî serkeftî bû, ya ku ji aliyê Lêkolînerên Kitêba Pîroz ve hat organîze kirin”.

Her kesî dizanibû ku Lêkolînerên Kitêba Pîroz xebera ku “bi milyonan kesên ku niha dijîn wê tu caran nemirin”, belav dikir. Li wê demê, wan fehm nedikir ku gerek mizgîna Padîşahiyê hê jî zêdetir bê îlan kirin. Dîsa jî, wan xîreteke mezin eyan dikir. Ida Olmstead, a ku di sala 1902an de cara pêşîn hatibû civînan, wisa anî bîra xwe: “Me dizanibû ku însanan wê bereketên mezin bistendana, û me ev mizgîn dida hemû kesên ku em li xizmetê rastî wan dihatin.”

ÇAPKIRINA WEŞANAN

Ji bo ku xwarina ruhî tedarek bikin, birayên li Beytelê dest bi çapkirina hin weşanan kir. Wan makîneyên çapkirinê kirîn û li avahiyeke kirêkirî ya li nêzikî Beytelê danîn.

Leo Pelle û Walter Kessler li meha Çileyê ya sala 1920an dest bi xizmeta Beytelê kir. Walter wisa anî bîra xwe: “Gava em hatin Beytelê, çavdêrê çapxaneyê li me nêrî û got: ‘Heta xwarina nîvro saetek û nîv wexta we heye.’ Wî ji me re got ku gerek em qûtiyên bi kitêban ji jêrmalê bînin.”

Leo got ku roja din, wan çi kir: “Me dîwarên li qata yekê şûştin. Min tu  caran îşekî ew qas pîs nekiribû. Lê belê, îşê ku me dikir, îşê Xudan bû, loma em hazir bûn ku vî îşî bikin.”

Makîneya çapkirinê, ya ku ji bo çapkirina kovara The Watch Tower dihat bi kar anîn

Di hundirê çend heftiyan de, çapkirina kovara The Watch Tower dest pê kir. Xizmetkarên bixîret li çapxaneya li qata diduyan 60.000 heb kovarên The Watch Tower a 1 Sibat 1920 çap kirin. Ji xeynî vê, li jêrmalê çapxaneyeke din hat saz kirin. Ji hejmara 14 Nîsan 1920 û pê ve, kovara The Golden Age jî êdî dihat çap kirin. Eyan e ku Yehowa xîreta van karkerên dilxwaz bibereket dikir.

“Îşê ku me dikir, îşê Xudan bû, loma em hazir bûn ku vî îşî bikin”

“BILA EM DI AŞTIYÊ DE BIN”

Di nav xizmetkarên Yehowa yên dilsoz de, xizmet û biratî dîsa çêbû. Lê belê, hin Lêkolînerên Kitêba Pîroz li dema tengasiya salên 1917 heta 1919an ji teşkîlatê derketibûn. Gelo teşkîlatê çawa alî wan kir?

Li kovara The Watch Tower a 1 Nîsan 1920, meqaleyeke bi mijara “Bila Em di Aştiyê de Bin” derket. Di vê meqaleyê de, wisa hat gotin: “Em bawer in ... ku her kesê ku xwediyê ruhê Xudan e ... hazir e ku tiştên berê ji bîr bike, ... di yekîtiyê de be û bi hev re berdewam bike.”

Gelek kesan ev dawet qebûl kir. Jin û mêrekî wisa nivîsî: “Li salên berê, gava kesên din mizgîn belav dikir, me tiştek nedikir. Me êdî fehm kiriye ku ev yek şaş bû. ... Em hêvîdar in ku em êdî ji rê dernekevin.” Ji bo van karkerên ku ji nû ve hatin qazanc kirin, pir îş hebû.

BELAVKIRINA KITÊBA THE FINISHED MYSTERY

Li 21ê Hezîranê ya sala 1920an, Lêkolînerên Kitêba Pîroz dest bi belavkirina kitêba The Finished Mystery (cîlda heftan a Studies in the Scriptures) kir. Ev kitêb wek hejmara 1 Adar 1918 a kovara The Watch Tower hatibû çap kirin. Gava ev kitêb di sala 1918an de hat qedexe kirin, kitêbên çapkirî hatin depo kirin.

Teşkîlatê dixwest ku bila hemû kesên binavbûyî – yanî ne tenê pêşeng, lê xwişk û  birayên din jî – beşdarî kampanyayê bibin û kitêba The Finished Mystery belav bikin. Birayê Edmund Hooper got ku di vê kampanyayê de, gelek kes cara pêşîn derketin xizmeta mal bi mal. Wî got: “Me hêdî hêdî fehm kir ku îşê me wê bi awayekî nehêvîkirî berfirehtir bibe.”

ÎŞÊ BELAVKIRINA MIZGÎNÊ LI EWROPAYÊ JI NÛ VE TÊ ORGANÎZE KIRIN

Li dema Şerê Cîhanî yê Yekemîn, têkiliya bi xwişk û birayên li welatên din re pir zor bû. Loma, birayê Rutherford dixwest van xwişk û birayan teşwîq bike û îşê belavkirina mizgînê ji nû ve organîze bike. Ji ber vê yekê, li 12ê Tebaxê ya sala 1920an, birayê Rutherford û çar birayên din bi rê ketin û çûn Ewropa û Rojhilata Navîn.

Birayê Rutherford li Misrê

Gava birayê Rutherford li Brîtanyayê bû, Lêkolînerên Kitêba Pîroz li wê derê sê civînên mezin û 12 gotarên umûmî derbas kirin. Weke 50.000 mirov hatin van civînan. Kovara The Watch Tower di heqê vê ziyaretê de wisa got: “Hevalên me cesaret û teşwîq stend. Ew di hezkirinê de û di xizmetê de zêdetir bûne yek, û gelek dilên xemgîn şa bûn.” Li Parîsê, birayê Rutherford dîsa li ser mijara “Bi Milyonan Kesên ku Niha Dijîn wê Tu Caran Nemirin” xeber da. Gava gotarê dest pê kir, salon tiptije bû. 300 kesan zêdetir melûmat xwest.

Postereke ji bo îlankirina gotareke ku wê li Royal Albert Hallê (London) bihata pêşkêş kirin

Di heftiyên piştî vê de, hin bira çûn Atîna, Qahîre û Orşelîmê. Ji bo ku kesên eleqedar karibin melûmatê bistînin, birayê Rutherford li bajarê Ramellayê, nêzikî Orşelîmê, depoyeke weşanan saz kir. Paşê, ew vegeriya Ewropayê. Li wê derê, wî Ofîsa Ewropaya Navend saz kir û hazirî kir ku weşan bên çap kirin.

EŞKEREKIRINA NEHEQIYÊ

Li payîza sala 1920an, Lêkolînerên Kitêba Pîroz hejmara 27an a kovara The Golden Age weşand. Vê çapa xisûsî eşkere dikir ku di sala 1918an de, Lêkolînerên Kitêba Pîroz çawa zilm dîtibû. Çapxaneya me bi şev û roj xebitî û zêdetirî 4 milyon kovar çap kirin.

Fotoya polîsê ya xwişka Emma Martin

Vê kovarê di heqê doza xwişkeke bi navê Emma Martin de melûmat da. Xwişka me li San Bernardinoyê (Kalîforniya, DYA) pêşeng bû. Li 17ê Adarê ya sala 1918an, xwişka me tevî birayên Edward Hamm,  Edward Sonnenburg û Ernest Stevens çû civîneke biçûk a Lêkolînerên Kitêba Pîroz.

Lê belê, yek ji mirovên ku hatin vê civînê ne ji bo melûmata di heqê Kitêba Pîroz de, lê ji bo armanceke din hat. Paşê, wî ji mehkemeyê re wisa got: “Ez bi emrê ofîsa dozger çûbûm vê civînê ... Min dixwest hin îsbatan bibînim.” “Îsbata” ku wî dît, kitêba The Finished Mystery bû. Çend roj bi şûn de, xwişka me û sê bira hatin girtin. Ew bi binpêkirina Qanûna Casûsiyê hatin sûcdar kirin ji ber ku wan kitêba qedexekirî belav kiribû.

Mehkemeyê sê sal cezaya hebsê da Emma û hevalên wê. Wan qerara mehkemeyê çend car temyîz kir, lê li 17ê Gulanê ya sala 1920an, ew êdî ketin hebsê. Lê pir wext derbas nebû ku ew ji vê neheqiyê xelas bûn.

Li 20ê Hezîranê ya sala 1920an, birayê Rutherford li civîneke mezin, a ku li San Franciscoyê dihat derbas kirin, behsa serpêhatiya wan kir. Gava guhdarvanan bihîst ku çi hatibû serê xwişk û birayên me, wan telegramek şand serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Wan wisa nivîsî: “Ev yek ku Martin xanim li gor Qanûna Casûsiyê hat sûcdar derxistin ... neheqiyeke giran e. Memûrên dewletê otorîteya xwe bi awayekî xerab bi kar anî ... ku ji bo Martin xanim dafik deynin û wê bi neheqî bişînin hebsê.”

Rojek bi şûn de, Serok Woodrow Wilson xwişk û birayên me hemen efû kirin, û ew ji hebsê derketin.

Li dawiya sala 1920an, Lêkolînerên Kitêba Pîroz seba gelek tiştan kêfxweş bûn. Îşê li buroya merkezî her ku diçû berfirehtir dibû, û şagirtên Îsa mizgîna Padîşahiya Xwedê bi dil û can her ku diçû zêdetir belav dikir (Met. 24:14). Lê belê, sala din, yanî sala 1921ê, ji bo îlankirina mizgîna Padîşahiyê saleke hê jî muhîmtir bû.