Here Naverokê

Here naverokê

Yehowa di Hemû Tengahiyan de Dilê Me Rihet Dike

Yehowa di Hemû Tengahiyan de Dilê Me Rihet Dike

“Xwedayê hemû teseliyê ... di hemû tengahiyên me de dilê me rihet dike” (2. KOR. 1:3, 4, WDN).

KILAM: 33, 41

1, 2. Yehowa dilê me çawa rihet dike, û Kitêba Pîroz çi soz dide?

XORTEKÎ – bila em jê re bibêjin “Eduardo” – ji kalekî zewicî bi navê Stephen tiştekî pirsî. Eduardo li ser van gotinên 1. Korîntî 7:28 fikirîbû: “Lê di vê bedenê de tengahiyên van [kesên ku dizewicin] wê hebin.” Wî wisa pirsî: “Ev ‘tengahî’ çi ye, û eger ez bizewicim, ezê çawa karibim serî bi vê tengahiyê re derxînim?” Berî ku Stephen cewaba vê pirsê da, wî ji Eduardo re got ku gerek ew gotinên din ên Pawlos jî hesab bike: “Xwedayê hemû teseliyê ... di her tengahiya me de dilê me rihet dike” (2. Kor. 1:3, 4, WDN).

2 Bavê me Yehowa bi rastî jî ji me hez dike. Gava em li tengahiyan rast tên, ew dilê me rihet dike. Dibe ku tu jî di jiyana xwe de dîtiye ku Xwedê pişta te çawa girt û bi destê Kitêba Pîroz rêberî da te. Wekî  ku Yehowa di demên berê de her tim xêra xizmetkarên xwe dixwest, em dikarin bawer bin ku ew îro jî xêra me dixwaze (Yêremya 29:11, 12 bixwîne).

3. Di vê meqaleyê de, emê li ser kîjan pirsan şêwir bikin?

3 Helbet, eger em bizanin ku problem û tengahiyên me ji ku derê tên, emê çêtir karibin serî bi wan re derxînin. Ji bo kesên ku di zewac an malbata xwe de li tengahiyan rast tên jî wisa ye. Gelo “tengahiyên” zewacê çi ne? Kîjan mîsalên Kitêba Pîroz û mîsalên dema me dikarin alî me bikin ku dile me rihet bibe? Cewabên van pirsan wê alî me bikin ku em serî bi wan tengahiyan re derxînin.

TENGAHIYÊN ZEWACÊ

4, 5. Hin “tengahiyên” zewacê çi ne?

4 Gava Xwedê mirovên pêşîn zewicandin, wî wisa got: “Zilam [dê] dayik û bavê xwe berde û bi jina xwe ve bê girêdan û ew dê bibin bedenek” (1. Mû. 2:24). Lê ji ber ku mirov niha gunehkar in, dibe ku di zewacê de hin problem derkevin meydanê (Rom. 3:23). Mesela, li şûna selahiyeta dê û bav, zilam êdî dibe serê malê. Yanî, li gor emrê Xwedê, zilam êdî dibe serê xanima xwe (1. Kor. 11:3). Ji bo hin kesên ku nû zewicî ne, ev tiştekî zor e. Li gor Kitêba Pîroz, lazim e ku pîrek qebûl bike ku ew êdî ne di bin rêberiya dê û bavê xwe, lê belê di bin rêberiya zilamê xwe de ye. Wekî din, hin kesên ku nû zewicî ne seba mudaxileya merivên xwe aciz dibin.

5 Gava jin bihemle dibe, derdên nû derdikevin. Dê û bav her çi qas dilşad bin jî, ew ji bo siheta zarok û dayikê endîşe dikişînin. Wekî din, dibe ku zêdetir pere lazim be – hem li wê wextê hem jî paşê. Piştî ku zarok çêdibe, xem hê zêdetir dibe. Dibe ku xwedîkirina zarok temamiya dîqat û wexta dayikê bixwe. Ji ber ku xanim her tim bi zarok re mijûl dibe, dibe ku zilam xwe jibîrkirî hîs bike. Bi ser de, ji bo bav jî mesûliyetên nû derdikevin meydanê. Lazim e ku ew êdî bi hewcedariyên zarok re jî eleqedar be.

6-8. Jin û mêr dikarin li kîjan tengahiyan rast bên?

6 Hin jin û mêrên zewicî li derdekî din rast tên. Dibe ku ew pir dixwazin ku zarokên wan hebin, lê zarok çênabe. Eger jin bihemle nebe, dibe ku ew pir xemgîn be. Helbet zewac û zarokanîn garantiya kêfxweşiyê nayne. Dîsa jî, bêzaroktî ji bo hinekan dibe sebeba tengahiyan (Mtl. 13:12). Di demên berê de, bêzaroktî wek tiştekî xerab dihat dîtin. Pîreka Aqûb Rahêl pir xemgîn bû gava xwişka wê zarok anî, lê Rahêl nikaribû zarok bîne (1. Mû. 30:1, 2). Îro jî li hin welatan mirov dixwazin ku zarokên wan gelek bin. Li wê derê pir caran ji mizgînvanên wezîfedar dipirsin ku çima zarokên wan tune. Cewab her çi qas bi mantiq û zarşîrînî bê dayîn jî, mirov carinan dîsa jî wisa dibêjin: “Çi heyf e! Emê ji bo we dua bikin.”

7 Xwişkeke li Îngilistanê pir dixwest zarok bîne, lê daxwaza wê nehat cih. Wexta ku wê fehm kir ku ew di vê sîstemê de êdî nikare zarok bîne, ew  pir xemgîn bû. Wê û zilamê xwe qerar da ku zarokekî xerîb bînin cem xwe. Dîsa jî, wê wisa got: “Min dîsa jî şîn girt. Min zanibû ku anîna zarokekî xerîb, ne wekî anîna zarokê xwe ye.”

8 Kitêba Pîroz dibêje ku jin “bi anîna zarokan wê xilas be” (1. Tîm. 2:15). Ev nayê maneya ku jinek wê jiyana bêdawî bistîne tenê ji ber ku wê zarok aniye. Maneya vê ev e ku xwedîkirina zarokan û îşê malê dikarin alî jinekê bikin ku ew ji paşgotiniyê dûr bisekine û pozê xwe neke meseleyên kesên din (1. Tîm. 5:13). Lê ew dîsa jî dikare li tengahiyên zewac û malê rast bê.

Mirov çawa dikare serî bi mirina pîrek an zilamê xwe re derxîne? (Li paragrafên 9 û 12an binêre)

9. Di zewacê de dibe ku kîjan tengahiya mezin bê meydanê?

9 Gava em behsa tengahiyên zewacê dikin, em carinan tengahiyeke pir mezin jî ji bîr dikin: Mirina jin an mêr. Dibe ku gelek kesên zewicî fikiriye ku heta ku yekî ji wan bimire, dawiya vê dinyayê wê bê. Mirin her çi qas tengahiyeke pir giran e jî, şagirtên Îsa bawer dikin ku mirî wê rabin (Yûh. 5:28, 29). Ev yek dilê me bi rastî rihet dike. Bavê meyî dilovan bi destê Kitêba Pîroz destek û dilrihetî dide kesên ku di nav tengahiyan de ne. Niha emê bibînin ku çi hatibû serê çend xizmetkarên Xwedê, û Yehowa çawa dilê wan rihet kir.

EM ÇAWA DIKARIN DILRIHETÎ BIBÎNIN?

10. Dilê Hannayê çawa rihet bû? (Li rêsmê ewilî binêre.)

10 Du pîrekên Elkana hebûn. Yek ji wan Hanna bû. Zilamê wê jê pir hez dikir, lê tengahiya wê mezin bû. Hêwîya wê Penînnayê zarok dianîn, lê belê Hanna bêzarok bû (1. Samûyêl 1:4-7 bixwîne). Sal bi sal, Penînna bi Hannayê dikeniya. Derdê Hannayê pir giran dibû. Ji bo ku ew ji kesera xwe bifilite, Hannayê ji Yehowa re dirêj dirêj dua kir. Paşê, dilê Hannaye rihet bû, çimkî ew bawer bû ku Yehowa wê cewaba duaya wê bide. Dû re, “êdî wecê wê ne bi keser bû” (1. Sam. 1:12, 17, 18). Wê zanibû ku Yehowa wê an zarok bide an jî derdê wê bi awayekî din çareser bike.

11. Dua çawa dikare dilê me rihet bike?

11 Ji ber ku em qisûrdar in û di dinyaya Şeytan de dijîn, emê li tengahiyan rast bên (1. Yûh. 5:19). Çi xweş e ku Yehowa “Xwedayê hemû teseliyê” ye! Çaxa em dikevin tengahiyê, em dikarin ji Xwedê re dua bikin û alîkariyê bixwazin. Gerek em wek Hannayê dilê xwe ji Yehowa re vekin. Lê gava tengahî derdikevin, ne bes e ku em tenê ji Yehowa re behsa derdên xwe bikin. Lazim e ku em gazî wî bikin û hîsên dilê xwe bi duayên jidil ji Xwedê re bibêjin (Flp. 4:6, 7).

12. Dilê Hanayê çawa rihet bû?

12 Eger di jiyana me de valahiyeke mezin çêbe – ji ber ku zarokên me tune an hezkiriyeke me miriye – em dîsa jî dikarin teselî bistînin. Di dema Îsa de, Hana pêxember tenê heft sal zewicî ma û paşê zilamê wê mir. Kitêba Pîroz nabêje ku zarokên wê hebûn an na. Gava ew 84 salî bû, wê hê çi dikir? Lûqa 2:37 wisa dibêje: “Wê dev ji Perestgehê bernedida û bi şev û roj bi dua û rojî diperizî  Xwedê.” Belê, Hanayê ji îbadetê hem teselî hem jî kêfxweşî didît.

13. Dostên me çawa dikarin dilê me rihet bikin?

13 Gava em bi xwişk û birayên xwe re wext derbas dikin, em dikarin dost û hevalên baş bibînin (Mtl. 18:24). Xwişkeke me ya bi navê Paula tîne bîra xwe ku ew çi qas xemgîn bû çaxa diya wê ji riya rastiyê derket. Wê çaxê Paula pênc salî bû. Ji bo wê hêsan nebû ku serî bi vê tengahiyê re derxîne. Gava xwişkeke ji civatê – pêşengeke bi navê Ann – bi siheta wê ya ruhî eleqedar bû, ew gelek şa bû. Paula wisa dibêje: “Ann her çi qas ne eqrabaya min bû jî, min ji eleqeya wê pir feyde distand. Bi saya alîkariya wê, min dev ji xizmetkirina Yehowa berneda.” Paula heta niha ji Xwedê re bi dilsozî xizmet dike. Ew pir dilşad e ku diya wê jî êdî vegeriya riya rastiyê. Ann jî pir dilşad e ku ew ji bo Paulayê bû mîna dayikeke ruhî.

14. Kesên ku yên din teselî dikin kîjan bereketan distînin?

14 Gava em bi kesên din re eleqedar dibin, dibe ku em jî ji xemgîniya xwe bifilitin. Hem xwişkên azip hem jî xwişkên zewicî ji belavkirina mizgînê pir kêf distînin. Mexseda wan ev e ku ew daxwaza Xwedê bînin cih û wisa hurmet bidin wî. Ji bo hinekan,  xebata Xwedê wek derman e. Eger em bi xwişk û birayên xwe û bi kesên din re eleqedar bibin, civata me wê hê germ bibe (Flp. 2:4). Pawlosê şandî ji me re bû nimûne. Ew ji bo civata Sêlanîkê bû wek “dayikeke zaroşîr”. Wekî din, ew wek bavekî ruhî bû (1. Selanîkî 2:7, 11, 12 bixwîne).

DI MALBATÊ DE TESELÎ

15. Di riya rastiyê de, elimandina zarokan serê pêşîn mesûliyeta kê ye?

15 Teselî û alîkariya ku em didin malbatên din, mewzûyeke muhîm e. Mizgînvanên nû carinan ji xwişk û birayên ceribandî dixwazin ku ew rastiyê ji zarokên wan re bielimînin û bi wan re kursa Kitêba Pîroz îdare bikin. Li gor Kitêba Pîroz, elimandina zarokan serê pêşîn mesûliyeta dê û bavan e (Mtl. 23:22; Ef. 6:1-4). Alîkariya kesên din car caran lazim dibe û tiştekî pir baş e. Dîsa jî, mesûliyet li ser stûyê dê û bavan dimîne. Ji ber vê yekê, lazim e ku dê û bav bi zarokên xwe re bipeyivin û wan rind nas bikin.

16. Gava yekî alîkariya zarokan dike, gerek ew çi ji bîr neke?

16 Eger dê an bav dixwaze ku kesekî din ji zarokên wan re rastiyê bielimîne, muhîm e ku ew kes ji bîr neke ku mesûliyet hê li ser dê û bav e. Carinan dê û bavên ku ne Şahidên Yehowa ne dixwazin ku yekî ji zarokên wan re Kitêba Pîroz bielimîne. Di rewşeke wisa de lazim e ku xwişk an bira ji bîr neke ku her çi qas ew alîkariya ruhî dide jî, ew nabe dê an bavê zarokan. Ji ber ku tu kes tiştekî xerab nefikire, wê baş be ku kursa Kitêba Pîroz li mala zarokan tevî dê û bav an tevî xwişk an birayekî aqilkemal an jî di cihekî umûmî de bê îdare kirin. Xwezî ku bi zeman re dê û bav mesûliyeta xwe bînin cih û êdî xwe bi xwe li hewcedariyên ruhî yên zarokên xwe binêrin.

17. Zarok çawa dikarin dilê malbatên xwe rihet bikin?

17 Zarokên ku ji Yehowa hez dikin û guhdariya emrên wî dikin dikarin dilê malbatên xwe rihet bikin. Mesela, ew dikarin hurmet bidin dê û bavê xwe û ji aliyê madî ve alî wan bikin. Wekî din, ew dikarin ji aliyê ruhî ve jî alî malbatê bikin. Berî Tofanê, nevîyê Şît Lamex ji Yehowa re îbadet dikir. Wî der heqê kurê xwe Nuh de wisa got: “Ji karê me, ji ber vê axa ku XUDAN binalet kiriye û ji zehmeta destên me, ew ê me teselî bike.” Gava laneta erdê piştî Tofanê hat rakirin, ev pêxembertî hat cih (1. Mû. 5:29; 8:21). Ji aliyê şexsî ve, zarokên ku ji Yehowa re îbadet dikin dikarin alî malbatên xwe bikin ku ew li ber tengahiyên îroyîn sebir bikin û di dawiya dinyayê de sax bimînin.

18. Çi dikare alî me bike ku em bi mêrxasî li ber tengahiyan sebir bikin?

18 Îro bi milyonan kes dua dikin, li ser mîsalên Kitêba Pîroz kûr difikirin û bi xizmetkarên Yehowa re hevaltiyê dikin. Bi vî awayî, dilê wan rihet dibe (Zebûr 145:18, 19 bixwîne). Belê, Yehowa Çavkaniya dilrihetiya daîm e. Çi dibe bila bibe, baweriya me wê alî me bike ku em bi mêrxasî li ber tengahiyan sebir bikin.