Here Naverokê

Here naverokê

Gelo Tuyê Xeydê ji Dilê Xwe Derxî û Aştiyê Xwedî bikî?

Gelo Tuyê Xeydê ji Dilê Xwe Derxî û Aştiyê Xwedî bikî?

YEHOWA XWEDÊ xizmetkarên xwe şîret dike ku aştiyê xwedî kin û di tifaqiyê de bin. Û eger em aştîhez in, ew wisa jî dixwaze ku em hindava hevdu de aştiyê xwedî kin. Çaxa em wisa dikin, em bextewar dibin, çimkî aştiyê de dijîn. Ew aştî gelek mirovan dikişîne civatê, yên ku şer-dewa hez nakin.

Mesela, di Madagaskar de mêrikek ku berê cedûbaz bû û mirov qenc dikirin, texmîn kir ku Şahidên Yehowa çawa di tifaqiyê de nin. Wî di dilê xwe de got: “Eger ez bixwazim dînekî qebûl kim, ezê bibime Şahîdê Yehowa”. Zeman derbas bû û wî kirên cedûbazî terk da, wisa jî li gora Kitêba Pîroz di zewaca xwe de guhastin kir, û bû xizmetkarê Yehowa, Xwedayê aştiyê.

Her sal bi hezaran mirov mîna wî mêrikî, dibine endemên civata Mesîhî, kîderê ku aştî heye çi ku wana timê xwestiye. Lê Kitêba Pîroz dibêje ku “çavnebariya tehl û hevrikî” di civatê de dikarin hevaltiyê xirab kin û çetinaya pêşda bînin (Aqûb 3:14-16). Lê çiqas baş e ku Kitêba Pîroz wisa jî şîreta dide me, ku em çawa dikarin xwe ji vê yekê xwedî kin û aştiyê qewî kin di orta hevdu de. Were em niha çend serpêhatiyên xwişk-bira şêwir kin û bibînin çawa wana aştî xwedî kirine.

ÇETINAYÎ Û ÇARESER

“Orta min û birakî kîjan tevî min dixebitî, hev ket. Carekê çaxa me ser hev dikire qajînî, du mirov hatin û dîtin çawa em ji hev re şer dikin” (CHRIS).

“Xwişkek, tevî kîjanê min timê xizmet dikir, nişkêva êdî tevî min dernedikete xizmetê. Paşê wê êdî tevî min qe xeber jî nedida. Min fehm nedikir çima ew wisa dike” (JANET).

“Me sê bira tevî hev pê têlê xeber dida. Yekî xatirê xwe ji me xwest û min tirê wî têl vêsand. Hingê min ji yê din re der heqê wî gotinên nebaş got, lê wî têl vênesandibû û dibihîst ku min çi li ser wî digot” (MICHAEL).

“Di civata me de du pêşenga hev re şer dikirin. Wana hêrsa xwe li ser hev de dirêtin. Ew şer-dewê wan gişka eciz dikirin” (GARY).

Alîkîva binêrin, ev çetinayên mezin nînin. Lê ewan dereca dikaribûn dilê wan mirovan biêşînin û di ruhanî de ziyanê bidine wan. Lê çawa baş e ku ewan xwişk-bira prensîpên Kitêba Pîroz dane xebatê û aştî di nav hev de xwedî kirin. Hûn çawa difikirin, wana kîjan prensîp dane xebatê?

 “Di rê de şer mekin” (1. Mû. 45:24). Bi wan gotina Ûsiv birên xwe şîret kir, gava ew vedigeriyane mala bavê xwe. Rastî jî wî şîreteke kêrhatî da wan! Çaxa kesek nikare xwe bigire û zû hêrs dikeve, ew dikare şer-dewa hê gur ke. Chris der heqê kîjan me jorê got, fehm kir ku ji jê re lazim e xwe bişkêne û şîretan qebûl ke. Wî xwest xwe biguhêze, û nêzîkî wî birayî bû tevî kîjan ketibû dewê, û ji wî baxşandin xwest. Paşî vê yekê, ew êdî ser xwe dixebitî, ku hêrsa xwe bigire, û di axiriyê de ew bira jî hate guhastinê. Niha ew herdu jî bi şabûnê tevayî ji Yehowa re xizmet dikin.

“Li cihê ku şîret tunebe fenekî vala derdikevin” (Mtl. 15:22). Janet fehm kir ku ew gerek çetinaya orta xwe û xwişkê qerar ke. Wê xwest tevî wê xwişkê xeber de. Dema xeberdanê Janet ji xwişkê re got, ku dilê xwe jê re veke ku çima ew xwe ji wê dûr digire. Di destpêkê de xeberdan ne hêsa bû, lê yeke paşê wana ji hev re nerm xeber didan. Di axiriyê de, wê xwişkê fehm kir ku wê ji Janet nerast fehm kiriye, û ku Janet tiştekî wisa nekiriye ku ew bixeyde. Wê ji Janet baxşandin xwest, û ew dîsa jî hevaltiyê dikin û tevayî ji Yehowa re xizmet dikin.

“Gava ku tu li ser gorîgehê diyariya xwe pêşkêş dikî, eger bê bîra te ku dilê birayê te ji te maye, diyariya xwe li wir, li ber gorîgehê bihêle. Pêşî here bi birayê xwe re li hev were” (Met. 5:23, 24). Ew şîret Îsa da, gava ser çiyayê Sermonê cimet dielimand. Michael gelek xwe neheq dikir, çimkî wî fehm kir, ku nerast bû ku ew ser bira tiştên nebaş got. Loma wî ji xwe re qerar kir ku here bal wî birayî û hev bên. Ew rastî wî birayî hat û bi milûktî gunê xwe da rûyê xwe, çimkî dilê wî êşandibû. Di axiriyê de çi qewimî? Michael dibêje: “Wî bi dil û can baxşande min”. Belê, ew dîsa bûne hevalên hev.

“Li hember hev bîhnfireh bin, eger gazina yekî ji yê din hebe” (Kol. 3:12-14). Me jorê der heqê du pêşengan de digot, kîjan ku ji hev re diketine dewê. Kalek alî wan kir ku li hev bên. Wî ji wan re da kifşê ku çawa şer-dewê wan xwişk-bira eciz dike û xirab li ser wan teşwîq dibe. Wî anî bîra wan, ku ew gerek di hindava hevdu de sebir bin û aştî xwedî kin. Ew du xwişk şîreta kal qebûl kirin, û niha ew di tifaqiyê de tevayî mizgînê belav dikin.

Eger kesekî dilê we êşandiye, wê kêrhatî be ku gotinên Kolosî 3:12-14 bidine xebatê.  Da ku bibaxşînin mirovan û şaşiyên wan bîr kin, gelek muhîm e xwe bişkênin. Lê eger hûn nikarin xeydê ji dilê xwe derxin, bidine xebatê prensîpa ji Metta 18:15. Rast e Îsa ev prensîp der heqê vê derecê da got çaxa kesek hemberî me gunê mezin dike, lê yeke evê prensîpê em dikarin bidine xebatê her gav, çaxa orta me û kesekî xirab dibe. Em dikarin bi milûktî û nermî nêzîkî wî bira an xwişkê bin û ji hev re helal xeber din da ku li hev bên.

Belê, di Kitêba Pîroz de gelek şîretên kêrhatî hene. Heçî zehf ji wan şîretan nîşan dikin ku çiqas muhîm e berê ruh eyan kin, dêmek “hezkirin, şahî, aştî, bîhnfirehî, dilovanî, qencî, dilsozî, nermî û xwegirtin” (Gal. 5:22, 23). Çawa ku bizir hacetên mekînê nerm dike û ew rind dixebite, wisa jî bi alîkariya wan hunuran hêsa ye bi nermî çetinayên orta hevdu çareser kin û aştî xwedî kin.

CÛRE-CÛRE XEYSET CIVATÊ HÊ DEWLETÎ DIKE

Em xeyset de mîna hev nînin û hunurên me jî ji hev cude dibin. Û ew yek eleqeya me orta xwişk-bira hê hewas û bedew dike. Lê çimkî em xeyset de ji hev cude dibin, cara em dikarin hevdu nerast fehm kin û ji hev re bikevine dewê. Kalek cêribandî der heqê vê yekê de mîsalek anî: “Bona mirovê şermoke re dikare zor be ku di nav wan mirovan de be, kîjan neşermoke ne û xeberxweş in. Dibe ku ew yek tiştekî biçûk e, lê cara ew dikare problêmeke mezin pêşda bîne”. Gelo mirovên ku xeyset de mîna hev nînin, qe dikarin ji hev re yole herin? Were şêwir kin der heqê du şandiyan de. Petrûs mirovekî dilvekirî bû û çi dihate ber hişê wî ew jî digot. Lê Yûhenna mirovekî bi hezkirin bû û di kirên xwe de û xeberdana xwe de fesal bû. Belê, xeysetê wan cûre-cûre bû, lê yeke wana tevayî hevkarî dikirin (Kar. 8:14; Gal. 2:9). Îro jî  eger xwişk-bira xeyset de mîna hev nînin, yeke dikarin tevayî hevkariyê bikin û di aştî de bin.

Diqewime ku di civatê de hûn ji xeberdan û kirên kesekî eciz dibin. Lê bîr nekin ku Mesîh bona wî jî mir û ku hûn gerek bi hezkirin bin tevî wî (Yûh. 13:34, 35; Rom. 5:6-8). Loma jî wê nerast be ku derbêra hevaltiya xwe bibirin, an jî tevî wî xwe dûr bigirin. Pirsên wisa bidine xwe: “Gelo ew bira qanûna Yehowa diteribîne? Gelo ew bi hemdê xwe dilê min dêşîne û min eciz dike, an em xeyset de ne mîna hev in?” Û pirseke lape muhîm: “Kîjan hunurên wî ez dixwazim ku cem min hebin?”

Pirsa paşin gelek kêrhatî ye. Mesela, eger kesek hez dike xeber de, lê tu wisa nînî, bifikire ku tu çi dikarî ji wî bielimî. Besa xeberê, tevî wî derkeve xizmetiyê û bala xwe bidê ku ew çawa xeberdana xwe destpêdike. An jî eger tu divînî ku ew destvekirî ye, lê tu hinekî tima yî, bala xwe bidê ku ew çiqas şabûnê distîne gava alîkariyê dide mirovên emirda mezin, nexweş an jî kê kesîb e. Belê, eger jî hûn xeyset de mîna hev nînin, yeke dikarin ji hevdu tiştên baş bielimin. Dibe ku hûn hevalên gelek nêzîk nîbin, lê eleqeya we orta hevdu wê baş be, û hin jî wê tifaqî orta we de hin jî di civatê de mezin be.

Di qirna yekê de du xwişk Eyodiya û Sintîxa diqewime xeyset de ji hev cude dibûn loma di orta wan de çetinayî hebû. Lê Pawlosê şandî wana teşwîq kir ku “di yekîtiya Xudan de” li hev bên (Flp. 4:2). Belê, mexseda me jî gerek ew be ku tevî xwişk bira hevkariyê bikin û di civatê de aştî xwedî kin.

NEHÊLIN XEYD DI DILÊ WE DE BIMÎNE

Em gerek zû xeydê ji dilê xwe derxin, çimkî ew yek dikare kûr di dilê me de rûnê. Mesela, eger baxçekî bi kulîrka tije de zîvan mezin dibin, eger wana kokê ve dernexî, baxçe  dikare bedewbûna xwe winda ke. Wisa jî xeyd, eger ev ji dilê me derneyê, ew wê hê mezin be, û dikare ser civatê jî xirab bandor be. Lê eger em Yehowa û xwişk-bira hez dikin, emê tu car nehêlin ku tiştek ziyanê bide aştiyê, ku di nava cimeta Xwedê de heye.

Eger hûn xwe milûk kin û aştî bigerin, hûnê berên baş bistînin

Çaxa em her tiştî dikin da ku aştiyê xwedî kin, em dikarin ecêbmayî bimînin ku ew çi berên baş tîne. Bala xwe bidine serpêhatiya xwişkeke me, ew dibêje: “Min texmîn kir ku xwişkek tevî min çawa tevî zaroka bû. Ew yek min eciz dikir. Hêrsa min ser wê rabû, ez xeyêdîm û êdî hindava wê sar bûm. Ez wisa difikirîm: ‘Eger ew qedirê min nagire, çima ez gerek qedirê wê bigirim’”.

Paşê ew xwişk fikirî ser kirên xwe. Ew dibêje: “Min têderxist ku xeysetê min xirab dibû û ez ser xwe hêrs diketim. Min fehm kir ku ez gerek fikirên xwe biguhêzim. Min bona vê yekê ji Yehowa re dua kir. Paşê min hediyê û nameke biçûk da wê xwişkê. Di namê de min baxşandin ji wê xwest ji bo kirên xweye nerast. Me hevdu hemêz kir û ji hev re got, ku evê yekê bîr bikin. Paşî vê yekê orta min û wê de êdî tu problêm tune bû”.

Hemû mirov aştiyê dixwazin. Lê çaxa mirov divînin ku qedirê wan dikeve, an jî ew qure ne, gelek ji wan êdî aştiyê nagerin û kirên nerast dikin. Ew yek di vê dinyayê de qeyde ye, lê nava xizmetkarên ku navê Xwedê ser wan e, aştî û tifaqî gerek her gav hebe. Yehowa pê rêberiya ruhê xweyî pîroz Pawlos teşwîq kir ku binivîse: “Ez ji we hêvî dikim ku hûn di jiyana xwe de bi awayê ku hêjayî gazîkirina we ye, rêve herin. Di hezkirinê de bi hemû nefsbiçûkî û nermiyê bi bîhnfirehî hevdû ragirin. Xîretkêşiyê bikin ku hûn yekîtiya ruh bi hevgirêdana aştiyê biparêzin” (Ef. 4:1-3). Belê, ew “hevgirêdana Edilayiyê” bêhesab qîmet e. Loma jî were em ji aliyê xwe de her tiştî bikin, da ku çetinayên orta hev de çareser kin û aştî hê qewî kin.