Here Naverokê

Here naverokê

Ferqa Xizmetkarên Xwedê ji Kesên Din Çi ye?

Ferqa Xizmetkarên Xwedê ji Kesên Din Çi ye?

‘Hûnê di navbera yê salih û yê xerab de cihêtiyê bikin’ (MALX. 3:18).

KILAM: 127, 101

1, 2. Rojên dawîn ji bo xizmetkarên Xwedê çima muşkîl in? (Li resmên ewilî binêre.)

GELEK doktor û hemşîre li nav nexweşan dixebitin û bi bakterî û vîrûsan re merûz dimînin. Ew bi rastî dixwazin alîkariya nexweşan bikin. Dîsa jî, gerek ew xwe biparêzin ku ew nekevin nexweşiyên ku ew dixwazin tedawî bikin. Mîna vê, gelek ji me li nav kesên ku ji sifatên Xwedê dûr in, dijîn û dixebitin. Loma gerek em her tim micadele bikin.

2 Li van rojên dawîn, rewşa exlaqî bûye kaos. Nameya didûyan a ku Pawlosê şandî ji Tîmotêyos re nivîsand tarîf dike ku kesên ku ji Xwedê dûr in wê bibin xwediyê kîjan sifatan. Ev sifatên xerab her ku diçe zêdetir dibin (2. Tîmotêyos 3:1-5, 13 bixwîne). Em her çi qas seba van sifatan aciz bin jî, dibe ku em jî bi zeman re bikevin li ber bayê van fikir û hereketan (Mtl. 13:20). Li vê meqaleyê, emê bibînin ku sifatên însanên li van rojên dawîn ji sifatên xizmetkarên Xwedê çawa cuda ne. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin hem xwe ji sifatên xerab biparêzin  hem jî ji aliyê ruhî ve alîkariya kesên din bikin.

3. Lîsteya 2. Tîmotêyos 3:2-5 ji bo kê hatiye gotin?

3 Pawlosê şandî got ku “di rojên dawîn de wextên dijwar wê bên”. Paşê, wî behsa 19 sifatên xerab ên însanên li rojên dawîn kir. Ev lîste dişibe lîsteya Romayî 1:29-31. Lê belê hin peyvên ku li nameya Pawlos a ji Tîmotêyos re derbas dibin, li ayetên din derbas nabin. Di lîsteya sifatên xerab de, Pawlos serê pêşîn got ku “mirov wê bibin ...”. Helbet ev nayê maneya ku hemû mirov wê wisa bibin. Sifatên şagirtên Îsa bi temamî cuda ne (Maleyaxî 3:18 bixwîne).

EM XWE ÇAWA DIBÎNIN?

4. Quretî çi ye?

4 Piştî ku Pawlos got ku mirov wê bibin “xwehez” û “perehez”, wî got ku ewê bibin “pesinker” (yanî kesên ku her tim pesnê xwe didin), “pozbilind” û “qure”. Kesên wisa xwe seba hunerên xwe, bejn û bala xwe, mal û milkê xwe an jî mertebeya xwe ji kesên din bilindtir dibînin. Ew dixwazin ku xelk pesnê wan bide û ji wan re heyran bimîne. Nivîskarek der heqê kesên qure de wisa nivîsî: “Di dilê xwe de, ew ji xwe re îbadetê dikin.” Quretî ew qas menfûr e ku kesên qure ji kesên qure hez nakin.

5. Kesên dilsoz jî çawa ketin quretiyê?

5 Yehowa ji quretiyê û “çavên bi xirûr” nefret dike (Mtl. 6:16, 17). Quretî mirovan ji Xwedê dûr dixe (Zeb. 10:4). Quretî, sifateke Îblîs e (1. Tîm. 3:6). Çi heyf e ku hin xizmetkarên Yehowa jî ketin quretiyê. Padîşahê Cihûda Ûzziya bi salan ji Yehowa re dilsoz dima. “Lê belê dema quwetê dît, dilê wî wusa bilind bû ku, gihîşt helaqê û li dijî Xwedayê xwe XUDAN xayîntiyê kir; ji ber bona ku buxurê li ser pêşkêşiya buxurê vêxe ket Perestgeha XUDAN.” Paşê, Hîzkiya Padîşah jî ji bo demeke kin pozbilind bû (2. Dîr. 26:16; 32:25, 26).

6. Dibe ku Dawid ji kîjan sebeban qure bibûya, lê ew çima dilnizm ma?

6 Hinek seba bejn û bala xwe, îtibara xelkê, hunerên muzîkî, qewet an mertebeya xwe qure dibin. Dawid xwediyê van giştan bû, lê ew dîsa jî di hemû emrê xwe de dilnizm ma. Piştî ku wî Golyat kuşt û qîza Saûl Padîşah jê re hat teklîf kirin, Dawid wisa got: “Ez kî me û jiyana min û li Îsraêlê eşîra bavê min çî ye ku ez bibim zavayê qiral?” (1. Sam. 18:18). Dawid çawa dikaribû dilnizm bimîne? Dawid qet ji bîr nedikir ku hemû huner, sifat û îmtiyazên wî bi saya vê hatibûn meydanê ku Xwedê xwe li ber wî ‘tewand’, yanî xwe nizm kir ku ew bala xwe bide Dawid (Zeb. 113:5-8). Dawid dizanibû ku her tiştê wî ji Yehowa hatibû. (Li 1. Korîntî 4:7 binêre.)

7. Çi wê alî me bike ku em dilnizm bin?

7 Wek Dawid, xizmetkarên Yehowa yên îroyîn dixwazin dilnizm bin. Dilê me xweş dibe ji ber ku Yehowa – Şexsê herî mezin ê li hemû kaînatê – dilnizm û nefsbiçûk e (Zeb. 18:35). Loma em dixwazin vê şîretê bînin cih: “Dilovanî, qencî, nefsbiçûkî, nermî û bîhnfirehiyê li xwe bikin” (Kol. 3:12). Wekî din, em dizanin ku hezkirin “xwe mezin nake, pozbilindiyê nake”  (1. Kor. 13:4). Bi saya dilnizmiya me, dibe ku însanên din jî bixwazin Yehowa nas bikin. Wekî ku zilamên nebawermend carinan bi saya hal û hereketên pîrekên xwe tên qezenc kirin, dibe ku dilnizmiya xizmetkarên Xwedê alî kesên din bike ku ew jî bixwazin nêzikî Xwedê bin (1. Ptr. 3:1, 2).

HAL Û HEREKETÊN ME

8. (a) Îro hinek li bêîtaetiya ji dê û bavan re çawa dinêrin? (b) Kitêba Pîroz zarokan tembîh dike ku ew çi bikin?

8 Pawlos nîşan da ku hal û hereketên însanên li rojên dawîn wê çawa bin. Wî nivîsî ku li rojên dawîn, zarok wê bibin “neguhdarên dê û bavan”. Bêîtaetî îro carinan wek tiştekî normal tê dîtin an jî li hin kitêb, fîlm û bernameyên televîzyonê tê teşwîq kirin. Lê bi eslê xwe, bêîtaetî îstiqrara malbatê – yanî îstiqrara unsûra temelî ya civakê – xera dike. Ev yek di kulturên kevn de jî rind dihat fehm kirin. Mesela, li Yewnanîstana kevn, zilamekî ku li dê û bavê xwe dixist ji civakê dihat qewirandin. Li gor qanûna Romayê, lêxistina bavê xwe wek cînayet dihat dîtin. Kitêba Pîroz zarokan tembîh dike ku ew hurmetê bidin dê û bavê xwe (2. Mû. 20:12; Ef. 6:1-3).

9. Wê baş be ku zarok çi bike?

9 Ji bo ku zarokek xwe ji ruhê bêîtaetiyê biparêze, wê baş be ku ew bîne ber çavê xwe ku dê û bavê wî ji bo wî çi kiriye. Gerek ew hem kirinên dê û bavê xwe teqdîr bike hem jî fehm bike ku îtaet, emrê Xwedê ye – yê ku Bavê me hemûyan e. Eger zarok ji bo dê û bavê xwe baş bipeyive, zarokên din jî wê li dê û bavê xwe baş binêrin. Helbet, eger dê û bav “bêdilovanî” û dilkevir bin, dibe ku ji zarok re zor bê ku ew ji dil guh bide wan. Lê eger ciwan fehm bike ku dê û bavê wî jê çi qas hez dike, ewê bixwaze her tim guhdariya wan bike – carinan zor be jî. Austin wisa dibêje: “Min car caran dixwest tiştên nerast bikim, lê dê û bavê min rêberiya maqûl dida min, ji min re îzah dikir ku gerek ez çima bi ya wan bikim û her tim guh dida fikir û gotinên min. Vê yekê alî min dikir ku ez guhdariya wan bikim. Min fehm dikir ku ew ji min hez dikin, loma min dixwest dilê wan şa bikim.”

10, 11. (a) Kêmasiya hezkirinê bi kîjan sifatên xerab eyan dibe? (b) Şagirtên Îsa ji însanên din çi qas hez dikin?

10 Pawlos behsa sifatên din jî kir, ên ku ji kêmasiya hezkirinê tên meydanê. Piştî ku wî got ku mirov wê bibin “neguhdarên dê û bavan”, wî got ku ewê “nankor” bin. Kesên nankor xêra ku ew ji aliyê kesên din ve dibînin, teqdîr nakin. Wekî din, Pawlos got ku mirov wê “nepak”, “bêrehm”, “çêrker” û “xayîn” bin. Mirovên wisa bi kesên din li hev nakin û peyvên nexweş serf dikin – hem li ber mirovan hem jî li ber Xwedê. Wekî din, gelek mirov “buxtankar” in, yanî îtibara kesên din reş dikin. *

11 Xizmetkarên Yehowa ne wisa ne. Ew her tim ji însanên din hez dikin. Îsa got ku emrê herî mezin ê Qanûna Mûsa ev e ku em ji Xwedê hez bikin, û emrê diduyan jî ev e ku em ji cîranê  xwe hez bikin (Met. 22:38, 39). Wekî din, Îsa got ku îşareta şagirtên wî yên rast ev e ku ew ji hevdû hez dikin (Yûhenna 13:34, 35 bixwîne). Li gor gotinên Îsa, şagirtên wî ji dijminên xwe jî hez dikin (Met. 5:43, 44).

12. Îsa hezkirina xwe çawa eyan dikir?

12 Îsa ji însanan pir hez dikirin. Ew li gund û bajaran digeriya û bi her kesî re li ser mizgîna Padîşahiya Xwedê dipeyivî. Wî kesên kor, qop, bicuzam û ker qenc dikirin. Îsa kesên mirî jî rakirin (Lûqa 7:22). Bi ser de, her çi qas gelek kesan ji Îsa nefret dikir jî, wî canê xwe di oxira însanan de feda kir. Hezkirina ku Îsa eyan dikir bi temamî dişibe hezkirina ku Xwedê eyan dike. Li seranserê dinyayê, Şahidên Yehowa jî wek Îsa ji însanan hez dikin.

13. Hezkirina me çawa dikare alî kesên din bike ku ew nêzikî Yehowa bibin?

13 Wexta ku em eyan dikin ku em ji mirovan hez dikin, dibe ku ew jî bixwazin Bavê meyî ezmanî nas bikin. Mesela, li Taylendayê, zilamekî ji hezkirina ku xwişk û birayên me li civîneke mezin eyan kir, pir tesîr girt. Piştî ku ew vegeriya mala xwe, wî xwest ku kursa Kitêba Pîroz her heftî du caran bê îdare kirin. Wî mizgîn da hemû merivên xwe, û şeş meh piştî civîna mezin, ew hazir bû ku li Salona Îbadetê wezîfeya xwendina Kitêba Pîroz bîne cih. Ji bo ku em fehm bikin ku em ji kesên din çi qas hez dikin, wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez hewl didim ku ez alîkariya ferdên malbata xwe û kesên li civatê û li xizmetê bikim? Gelo ez xîret dikim ku ez kesên din wisa bibînim, wekî ku Yehowa wan dibîne?”

GUR Û BERX

14, 15. Gelek kes xwediyê kîjan sifatên xerab in, lê hinek çawa guherîne?

14 Li van rojên dawîn, gelek kes xwediyê sifatên pir xerab in, û wê baş be ku şagirtên Îsa ji  wan dûr bisekinin. Mesela, Pawlos got ku kesên nebawermend wê bibin “neyarên qenciyê”, “çilek” (yanî bê xwekontrolî), “har” û “rikdar” (yanî serhişk û kustah).

15 Gelek kesên ku berê pesarî û wehşî bûn êdî guherîne. Ev yek di Kitêba Pîroz de ji berê de hatibû gotin (Îşaya 11:6, 7 bixwîne). Li van ayetan, em dibînin ku heywanên wek gur û şêran di selametê de bi heywanên bêzerar wek berx û golikan re bimînin. Li gor ayetê, sebeba vê ev e ku dinya wê “bi zanîna XUDAN ve tijî bibe” (Îşa. 11:9). Heywan helbet nikarin ‘bi zanîna Yehowa ve tije bibin’. Loma em fehm dikin ku peyvên vê pêxembertiyê, ji aliyê mecazî ve ji bo însanan hatibûn gotin.

Kitêba Pîroz dikare mirovan biguherîne (Li paragrafa 16an binêre)

16. Kitêba Pîroz çawa alîkariya mirovan dike ku ew şexsiyeta xwe biguherînin?

16 Gelek kes hene ku berê mîna guran har bûn, lê niha wek berx in. Hinek ji van serpêhatiyan li kategoriya “The Truth Transforms Lives” li ser jw.org hatine weşandin. Pawlos got ku hinek “wê şiklê jiyana xwedayî nîşan bidin, lê wê hêza wê înkar bikin”. Mirovên wisa xwe wek kesên dîndar nîşan didin, lê hal û hereketên wan nîşan didin ku ew ji Xwedê çi qas dûr in. Xizmetkarên Yehowa ne wisa ne. Li şûna vê, wan êdî dev ji xerabiyê berda û ev şîret anî cih: “Mirovê [şexsiyeta] nû li xwe bikin ê ku di rastdarî û pîroziya rastiyê de li gor Xwedê hatiye afirandin” (Ef. 4:23, 24). Her ku ew Xwedê zêdetir nas dikin, ew fehm dikin ku gerek ew li gor standardên wî bijîn. Paşê, ew bawerî, fikir û hal û hereketên xwe rast dikin. Ev ne hêsan e, lê belê ruhê pîroz alîkariyê dide kesên ku ji dil dixwazin daxwaza Xwedê bînin cih.

“XWE JI YÊN WEHA DÛR BIXE”

17. Em çawa dikarin xwe ji fikir û sifatên xerab biparêzin?

17 Ferqiya li navbera xizmetkarên Xwedê û yên ku jê re xizmetê nakin her ku diçe aşîkartir dibe. Gerek em hay ji xwe hebin ku em nekevin ber bayê kesên ku sifatên xerab eyan dikin. Loma gerek em ji kesên ku li 2. Tîmotêyos 3:2-5 tên tarîf kirin, dûr bisekinin. Helbet em nikarin bi temamî ji wan birevin. Dibe ku gerek em bi wan re bişixulin, herin mektebê an bijîn. Dîsa jî, em dikarin xwe ji fikrên wan dûr bixin û dîqat bikin ku em ne wekî wan bin. Ji bo ku siheta me ya ruhî baş be, gerek em lêkolîna Kitêba Pîroz û hevaltiya bi xizmetkarên Yehowa re îhmal nekin.

18. Ji aliyê ruhî ve, dibe ku kesên din ji gotin û hal û hereketên me çawa feyde bibînin?

18 Ji xeynî vê, em dixwazin ji aliyê ruhî ve alîkariya kesên din bikin. Heta ku ji destê te tê behsa mizgînê bike û ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu karibî li wexta rast tiştên rast bibêjî. Bila her kes zanibe ku em Şahidên Yehowa ne. Li şûna ku em pesnê xwe bidin, bila hal û hereketên me yên baş pesnê Xwedê bidin. Em tên perwerde kirin “ku em nepakiyê û xwestekên dinyayê red bikin û rast, sergiran û bi tirsa Xwedê li vê dinyayê bijîn” (Tît. 2:11-14). Eger em wek Yehowa bin, dibe ku kesên ku me dibînin wisa bibêjin: “Em bi we re herin, ji ber, me bihîstin ku Xwedê bi we re ye!” (Zek. 8:23).

^ par. 10 Peyva Yewnanî ya ku wek “buxtankar” an “îftiraker” tê wergerandin, dîabolos e. Ev peyv, yek ji navên Îblîs e, yê ku li Xwedê îftira dike.