Nameya ji Kolosiyan re 4:1-18

  • Şîretên ji bo axayan (1)

  • “Her tim dua bikin” (2-4)

  • “Bi kesên nebawermend re bihîkmet hereket bikin” (5, 6)

  • Silavên dawîn (7-18)

4  Axano, hûn dizanin ku li ezmên Axayekî we jî heye, loma ji xulamên xwe re baş û adil bin. 2  Her tim dua bikin, dev ji duakirinê bernedin* û ji Xwedê re şikir bikin. 3  Ji bo me jî dua bikin ku Xwedê ji bo peyva xwe derî veke, da ku em sira pîroz a li ser Mesîh (belê, ez ji ber wê sirê di hebsê de me) bidin zanîn. 4  Dua bikin ku ez xeberê çawa ku lazim e bi zelalî belav bikim. 5  Bi kesên nebawermend re bi hîkmet hereket bikin, û wexta xwe bi awayê herî baş bi kar bînin. 6  Bila gotinên we dilovan bin, wek xwarineke xwêkirî, da ku hûn bizanibin ku çawa cewaba her kesî bidin. 7  Birayê min ê delal Tixîkos, ê ku xizmetkarekî dilsoz e û wek me xulamê Efendiyê me ye, ewê hemû xeberên li ser min ji we re bibêje. 8  Ez wî dişînim ba we ku ew ji we re behsa halê me bike û dilê we rehet bike. 9  Ew bi birayê min ê delal û dilsoz Onîsîmûs, ê ku yek ji we ye tê. Ewê ji we re behsa hemû tiştên ku li vir çêdibin, bikin. 10  Arîstarxos, ê ku bi min re di hebsê de ye, silavan ji we re dişîne, û Marqos merivê* Barnabas (jixwe we rêberî stand ku eger ew bê ba we, hûn wî qebûl bikin), 11  û Îsayê ku jê re Yûstos dibêjin jî silavan ji we re dişînin. Ew ji kesên sinetbûyî ne. Di îşê Hukimdariya Xwedê de bi tenê ew hevalkarên min in, û wan dilê min gelek xurt* kiriye. 12  Êpafras, ê ku xulamê Mesîh e û yek ji we ye, silavên xwe ji we re dişîne. Ew her tim bi dil û can ji bo we dua dike, da ku hûn wek kesên gihîştî qayîm bimînin û baweriya xwe bi her tiştê ku bi daxwaza Xwedê ve girêdayî ye bînin. 13  Ez şahidê vê me ku ew hem ji bo xêra we hem jî ji bo xêra kesên li Laodîkya û Hêrapolîsê pir ked û xîret dike. 14  Hekîmê delal Lûqa û Dîmas silavên xwe ji we re dişînin. 15  Silavên min bigihînin birayên li Laodîkyayê û xwişka me Nîmfa û civata ku li mala wê top dibe. 16  Piştî ku ev name di nav we de bê xwendin, wê bişînin civata li Laodîkyayê, da ku ew li wê derê jî bê xwendin. Û hûn jî nameya ku min ji Laodîkyayê re şand, di nav xwe de bixwînin. 17  Ji Arxîpos re bibêjin: “Baş bala xwe bide vê yekê ku tu xizmeta ku te ji Efendiyê me standiye, pêk bînî.” 18  Ez Pawlos, silavên xwe bi destê xwe dinivîsim. Bînin bîra xwe ku ez bi zincîran girêdayî me. Bila qenciya mezin a Xwedê li ser we be!

Jêrenot

Bi herfî “hişyar bimînin”.
Peyva ku li vir tê bikaranîn bi Yûnanî tê maneya kurxal yan jî kurap.
Yan “rehet”.