2. Selanîkî 2:1-17

  • Mirovê bêqanûn (1-12)

  • “Qayîm bisekinin” (13-17)

2  Îcar birano, li ser hazirbûna Efendiyê me Îsa Mesîh û li ser vê yekê ku em bi wî re li hev top bibin, em ji we rica dikin: 2  Eger kesek ji we re bibêje ku roja Yehowa êdî hatiye, bila hişê we zû tev li hev nebe. Wekî din, eger ew bibêjin ku ev xeber ji Xwedê ye yan ji nameyekê ku qey me nivîsî ye, bila tirs nekeve dilê we. 3  Bila tu kes bi tu awayî we nexapîne*. Çimkî pêşî kesên serhildêr wê li dijî Xwedê rabin û mirovê bêqanûn, yanî kurê helakê wê eşkere bibe, û paşê ew roj wê bê. 4  Mirovê bêqanûn xwe ji her kesê ku jê re îlah tê gotin û ji her tiştê ku jê re îbadet tê kirin mezintir dibîne û dijminê wan e. Ew di îbadetgeha Xwedê de rûdine û xwe wisa nîşan dide qey ew Xwedê ye. 5  Ma nayê bîra we ku gava ez li ba we bûm, min ev tişt ji we re digotin? 6  Niha hûn dizanin ku kî rê li ber mirovê bêqanûn digire, da ku ew berî wexta xwe eşkere nebe. 7  Rast e, bêqanûniya wî bi awayekî veşartî hereket dike, û heta yê ku rê li ber wî digire hebe, ewê veşartî bimîne. 8  Hingê yê bêqanûn wê eşkere bibe. Efendiyê me Îsa wê di dema hazirbûna xwe* de bi qeweta gotinên xwe* wî bikuje û tune bike. 9  Yê bêqanûn bi desteka Şeytan karên mezin, nîşanên derewîn û mucîzeyan çêdike. 10  Wekî din, ew her cure neheqî û derewan bi kar tîne ku mirovan ji rê derxe, da ku ew cezayê bistînin û helak bibin, ji ber ku wan ji rastiya ku dikare wan xelas bike hez nekir. 11  Loma Xwedê îznê dide ku ew di bin tesîra vê derewê de bên xapandin û bi vê derewê bawer bikin. 12  Bi vî awayî, hemû kesên ku baweriya xwe bi rastiyê neaniye û ji neheqiyê hez kir, ewê hukmê xwe bistînin. 13  Lê birano, hûn ên ku Yehowa ji we hez dike, em her tim ji bo we ji Xwedê re şikir dikin. Çimkî Xwedê hûn ji destpêkê ve hilbijartine ji bo ku hûn xelas bibin. Û ji ber ku we bi rastiyê bawer kir, wî hûn bi ruhê xwe pîroz kirine. 14  Xwedê bi saya mizgîniya ku em belav dikin gazî we kiriye, da ku hûn bigihîjin rûmeta Efendiyê me Îsa Mesîh. 15  Îcar birano, qayîm bisekinin û xwe li tiştên ku hûn ji gotinên me yan jî ji nameyên me hîn bûne, bigirin. 16  Bila Efendiyê me Îsa Mesîh û Xwedê, Bavê me yê ku ji me hez kir û bi saya qenciya xwe ya mezin dilrehetiya bêdawî û hêviyeke xweş daye me, 17  dilê we rehet bikin û we di her kar û gotinê qenc de xurt bikin.

Jêrenot

Yan “ji rê dernexe”.
Bi herfî “li dema ku hazirbûna wî xuya dibe”.
Bi herfî “bi ruhê devê xwe”.