1. Selanîkî 5:1-28

  • Hatina roja Yehowa (1-5)

    • “Em di aştî û emniyetê de ne!” (3)

  • Hişyar bimînin, li ser hişê xwe bin (6-11)

  • Tembîha Pawlos (12-24)

  • Silavên dawîn (25-28)

5  Birano, ne hewce ye ku em di heqê dem û wextan de tiştekî ji we re binivîsin. 2  Çimkî hûn bi xwe baş dizanin ku çawa diz bi şev tê, roja Yehowa jî wê wisa bê. 3  Gava mirov bibêjin “Em di aştî û emniyetê de ne!”, hingê wek êşa jina bihemle ji nişka ve tê, helak jî wê ji nişka ve bê serê wan. Û ewê nikaribin bifilitin. 4  Lê birano, hûn ne di tariyê de ne, loma ew roj wê wek dizan neyê serê we. 5  Çimkî hûn hemû kurên ronahiyê û kurên rojê ne. Em ne aîdî şevê, ne jî aîdî tariyê ne. 6  Îcar bila em wek kesên din ranezin, lê bila em hişyar bimînin û li ser hişê xwe bin. 7  Çimkî kesên ku radizin bi şev radizin, û kesên ku serxweş dibin bi şev serxweş dibin. 8  Lê ji ber ku em kurên rojê ne, bila em li ser hişê xwe bimînin û zirxê bawerî û hezkirinê li xwe bikin û kumzirxê hêviya xelasiyê bidin serê xwe. 9  Çimkî Xwedê em ne ji bo xezebê hilbijartine, lê ji bo vê yekê ku em bi saya Efendiyê me Îsa Mesîh xelas bibin. 10  Ew ji bo me mir, da ku em, dixwazî em hişyar bin yan jî razayî* bin, bi wî re bijîn. 11  Ji ber vê yekê, çawa ku hûn niha dikin, bi dewamî dilê hevdû xurt bikin* û hevdû ava bikin. 12  Îcar birano, em ji we rica dikin ku hûn qedrê wan kesan bigirin, ên ku di nav we de dixebitin û di xizmeta Efendiyê me de rêberiya we dikin û şîretê didin we. 13  Ji ber îşê ku ew dikin gelek qîmetê bidin wan û ji wan hez bikin. Bi hev re di aştiyê de bin. 14  Wekî din birano, em ji we rica dikin ku hûn kesên neguhdar hişyar bikin, dilê kesên dilşkestî rehet bikin, destekê bidin kesên sist û bi hemû kesan re bisebir bin. 15  Bila tu kes, gava xerabî li wî tê kirin, xerabiyê li tu kesî neke. Lê her tim li xêra hevdû û li xêra hemû kesên din bigerin. 16  Her gav kêfxweş bin. 17  Her tim dua bikin. 18  Ji bo her tiştî şikir bikin. Çimkî Xwedê vê yekê ji şagirtên Îsa Mesîh dixwaze. 19  Agirê ruhê pîroz netemirînin. 20  Gotinên pêxemberan kêm nebînin. 21  Tê derxin ka her tişt rast e yan na. Xwe li tiştên qenc qayîm bigirin. 22  Xwe ji her cureyê xerabiyê dûr bixin. 23  Bila Xwedayê aştiyê we bi temamî pîroz bike. Û bila ruh, can* û bedena birayên we heta dema hazirbûna Efendiyê me Îsa Mesîh ji her aliyî ve saxlem û bêsûc bimîne. 24  Yê ku gazî we dike dilsoz e û ewê helbet vêya bike. 25  Birano, her tim ji bo me dua bikin. 26  Bi hezkirinê* silavan li hemû birayan bikin. 27  Ez bi navê Efendiyê me tembîh li we dikim ku hûn vê nameyê ji hemû birayan re bixwînin. 28  Bila qenciya mezin a Efendiyê me Îsa Mesîh li ser we be!

Jêrenot

Yan “di xewa mirinê de”.
Yan “rehet bikin”.
Yan “jiyan”.
Bi herfî “Bi maçeke pîroz”.