1. Selanîkî 2:1-20
2 Birano, hûn baş dizanin ku hatina me ya ba we netîceyên baş anîne.
2 Wek hûn dizanin, me li Filîpiyê cefa kişand û em hatin bêhurmetkirin, lê Xwedayê me em dilxurt kirin ku em li hember zilma mezin ji we re behsa mizgîniya wî bikin.
3 Gotinên me ji nêrîneke şaş yan niyeteke xerab nayên, û di nav gotinên me de tu hîle tune ye.
4 Lê Xwedê em qebûl kirine û ev mizgînî emanetî me kiriye, loma em ne li gor daxwaza mirovan, lê li gor daxwaza Xwedê, yê ku dilan dibîne, xeber didin.
5 Hûn bi xwe dizanin ku me hûn tu caran bi gotinên şîrîn nexapandin, û me durûtî nekir ku em tiştekî ji we bistînin. Xwedê şahid e!
6 Me dikarî ji aliyê madî ve ji we re bibin barekî giran, ji ber ku em şandiyên Mesîh in. Lê em naxwazin ku mirov, yanî ne hûn û ne jî kesekî din, bi awayekî xisûsî bala xwe bidin me.
7 Lê belê, wek dayikeke ku zarokên xwe dimijîne û bi dilşewatî li wan xwedî derdikeve, em jî bi we re nerm û nazik bûn.
8 Û ji ber ku em ji we gelek hez dikin, me ne bi tenê dixwest mizgîniya Xwedê bidin we, lê em hazir bûn ku jiyana xwe jî bixin destê we, da ku alî we bikin.
9 Birano, ma nayê bîra we ku me çi qas ked û zehmetî kişand? Gava me mizgîniya Xwedê dida we, me şev û roj îş dikir, da ku em ji aliyê madî ve ji tu kesî re nebin barekî giran.
10 Hûn û Xwedê jî şahidên vê yekê ne ku em bi we bawermendan re dilsoz bûn û rabûn û rûniştina me rast û bêsûc bû.
11 Hûn baş dizanin, bavek bi zarokên xwe re çawa ye, em jî bi we re wisa bûn. Me şîret dida her yekî ji we û me dilê we rehet dikir,
12 da ku hûn li gor daxwaza Xwedê bijîn, ê ku gazî we dike ku hûn bikevin Hukimdariya wî û rûmetê ji wî bistînin.
13 Ji ber vê yekê em her tim ji Xwedê re şikir dikin, çimkî gava we peyva Xwedê ji me bihîst, we ew ne wek peyva mirovan, lê wek peyva Xwedê qebûl kir. Çimkî ew bi rastî jî peyva Xwedê ye û li ser we bawermendan tesîr dike.
14 Birano, wek civatên Xwedê yên li Cihûstanê, yên ku bi Mesîh Îsa re di yekîtiyê de ne, hûn jî rastî eynî tengasiyan hatin. Çawa ku birayên li Cihûstanê ji destê Cihûyan cefa kişand, we jî ji destê xelkê xwe eynî cefa kişand.
15 Van Cihûyan Efendiyê me Îsa û pêxember kuştin û zilm li me kirin. Wekî din, ew dilê Xwedê razî nakin û hereketên wan zerarê didin hemû mirovan.
16 Çimkî ew ji me re dibin asteng, da ku em mizgîniya ku dikare mirovan xelas bike, di nav miletên din de belav nekin. Bi vî awayî ew gunehên xwe zêde dikin. Lê dawiya dawî, xezeba Xwedê li ser wan hatiye rijandin.
17 Birano, gava em ji bo wexteke kin ji we hatin veqetandin (her çi qas me hûn nedidîtin jî, hûn di dilê me de bûn), me gelek dixwest we bibînin û me ji bo vê yekê çi ji destê me dihat dikir.
18 Ji ber vî sebebî me dixwest ku em bên ba we. Belê, ez Pawlos, min ne bi tenê carek, lê du caran xîret dikir ku ez bêm ba we. Lê Şeytan rê li ber me digirt.
19 Ma di dema hazirbûna Efendiyê me Îsa de, li ber wî kî hêvî, dilxweşî yan taca me ya pesndayînê ye? Ma ne hûn in?
20 Helbet, rûmet û dilxweşiya me hûn in.