Mizgîna Xwedê

Mizgîna Xwedê çi ye? Em çima dikarin bi vê mizgînê bawer bin? Ev broşûr cewabên pirsên di heqê Kitêba Pîroz de dide.

Armanca vê Broşûrê

Bi alîkariya vê broşûrê tu dikarî bielimî ku Kitêba Pîroz bi rastî çi dibêje. Ji bo cewabên pirsên bi herfên qelew, li ayetên li dawiya her paragrafê binêre.

Mizgîna Xwedê Çi ye?

Mizgîna Xwedê çi ye? Mizgîna Xwedê çima ew qas muhîm e? Gerek em çi bikin?

Xwedê bi Rastî Kî ye?

Navê Xwedê çi ye? Gelo Xwedê xema me dixwe?

Gelo Ev Mizgîn bi Rastî ji Xwedê ye?

Em ji ku dizanin ku gotinên Kitêba Pîroz rast in?

Îsa Mesîh Kî ye?

Bielime ku Îsa ji bo çi mir, fidye çi ye û Îsa niha çi dike.

Mexseda Xwedê ji bo Dinyayê Çi ye?

Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê dinya ji bo çi çêkiriye, kul û derd wê kengê tune bibin û halê dinya û însanan wê çi bibe.

Ji bo Miriyan Çi Hêvî Heye?

Piştî mirinê çi çêdibe? Kitêba Pîroz nîşan dide ku rojekê, mirî wê rabin.

Padîşahiya Xwedê Çi ye?

Padîşahê Padîşahiya Xwedê kî ye, û ev Padîşahî wê çi bike?

Çima Ew Qas Kul û Derd Hene?

Xerabiyê çawa dest pê kir, û Xwedê çima îzin daye ku kul û derd heta niha berdewam bikin? Gelo kul û derd wê rojekê biqedin?

Malbat Çawa Dikare Bihizûr bibe?

Yehowa dixwaze ku malbat bihizûr bin. Bibîne ku Kitêba Pîroz çi şîretê dide jin û mêr, dê û bav û zarokan.

Em Çawa Dikarin Riya Rast Bibînin?

Ma riya rast tenê yek e? Ji kerema xwe re, bala xwe bide pênc nîşanan.

Feydeyên Rêberiya Kitêba Pîroz Çi ne?

Îsa behsa du prensîpên pir muhîm kiribû. Bielime ku tu çawa dikarî ji van prensîpan feyde bibînî.

Em Çawa Dikarin Nêzikî Xwedê Bibin?

Gelo Xwedê hemû duayan qebûl dike? Gerek em çawa dua bikin? Bielime ku em çawa dikarin nêzikî Xwedê bibin.

Çi wê Bê Serê Dîn û Baweriyên Sexte?

Hemû mirov wê kengê li ser riya rast bibin yek?

Gelo Teşkîlata Xwedê Heye?

Kitêba Pîroz nîşan dide ku mexseda teşkîlata şagirtên Îsa Mesîh çi ye.

Gerek Tu Çima Berdewam Bikî?

Tu çawa dikarî alî kesên din bikî? Tu çawa dikarî bibî dostê Xwedê?