Here Naverokê

Here naverokê

 BEŞA SÊYEMÎN

Mexseda Xwedê ya ji bo Însanan Çi ye?

Mexseda Xwedê ya ji bo Însanan Çi ye?

1. Mexseda Xwedê ya ji bo însanan çi ye?

MEXSEDA Xwedê ya ji bo însanan pir xweş e. Gava Adem û Hewa ji aliyê Xwedê ve hatibûn afirandin, ew di baxçeyê cenetê de dijiyan. Xwedê dixwest ku zarokên wan çêbin, ku ew hemû dinyayê bikin cenet û ku ew heywanan xwedî bikin (1. Mûsa 1:28; 2:8, 9, 15; bnr. Not 6).

2. (a) Em ji ku dizanin ku Xwedê wê mexseda xwe bîne cih? (b) Kitêba Pîroz li ser jiyana bêdawî çi dibêje?

2 Bi texmîna te, gelo dinya wê rojekê bibe cenet, û gelo emê jî karibin tê de bijîn? Yehowa wisa dibêje: “Min got û ez ê bînim cîh” (Îşaya 46:9-11; 55:11). Belê, Xwedê wê mexseda xwe bîne cih, û tu tişt nikare ji wî re bibe asteng. Yehowa dibêje ku wî erd ji bo mexsedekê afirandiye. Wî ew badîhewa neafirandiye (Îşaya 45:18). Ew dixwaze ku însan li seranserê dinyayê bijîn. Çi cure mirov wê li cenetê bijîn, û heta kengê? Kitêba Pîroz wisa cewabê dide: “Yên rast welat [erdê] mîras distînin, her û her li wê derê rûdinin” (Zebûr 37:29; Peyxam 21:3, 4).

3. Madem ku Xwedê nedixwest ku însan nexweş bikevin û bimirin, kîjan pirs derdikevin meydanê?

3 Îro, însan nexweş dikevin û dimirin. Li gelek welatan, însan şer dikin û hevdû dikujin. Madem ku Xwedê nedixwest ku wisa be, çi qewimî, û çima? Tenê Kitêba Pîroz dikare cewaba van pirsan bide.

 DIJMINEKÎ XWEDÊ

4, 5. (a) Li baxçeyê Adenê, kê bi devê marekî bi Hewayê re xeber da? (b) Kesekî durist çawa dikare bibe diz?

4 Kitêba Pîroz ji me re dibêje ku dijminekî Xwedê heye, “ku jê re Îblîs û Şeytan tê gotin”. Li baxçeyê Adenê, Îblîs bi devê marekî bi Hewayê re xeber da (Peyxam 12:9; 1. Mûsa 3:1). Îblîs wisa xuya dikir qey bi rastî mar dipeyive (bnr. Not 7).

5 Gelo Îblîs ji aliyê Xwedê ve hatiye afirandin? Na! Melekekî ku li ezmanan dijiya gava Xwedê erd ji bo Adem û Hewayê hazir dikir, xwe bi xwe kir Îblîs (Eyûb 38:4, 7). Lê ev yek çawa mumkin e? Bîne ber çavê xwe ku kesekî durist çawa dibe diz. Wexta ku ew tê dinyayê, ew ne diz e. Lê paşê, dile wî dikeve malê xelkê. Ew her tim li ser vê yekê difikire, û xwestina wî ya nerast her ku diçe qewîtir dibe. Rojekê, fersend dikeve destê wî, û ew tiştekî didize. Bi vî awayî, ew xwe bi xwe dike diz (Aqûb 1:13-15 bixwîne; bnr. Not 8).

6. Melekek çawa bû dijminê Xwedê?

6 Halê vî melekî jî wisa bû. Piştî ku Yehowa Adem û Hewa afirandibûn, wî emir da ku ew xwediyê zarokan bin û “rûyê erdê dagirin” (1. Mûsa 1:27, 28). Dibe ku ew melek wisa difikirî: “Xwezî ku mirovan ne ji Yehowa re, lê ji min re îbadet bikira!” Her ku ew li ser vê yekê difikirî, wî hê zêdetir dixwest heqê Yehowa bi dest bixe. Daxwaza wî ev bû ku mirov ji wî re îbadetê bikin. Loma wî ji Hewayê re derew kir û ew xapand (1. Mûsa 3:1-5 bixwîne). Bi vî awayî, wî xwe bi xwe kir Îblîs, yanî dijminê Xwedê.

7. (a) Adem û Hewa çima mirin? (b) Em çima kal û pîr dibin û dimirin?

 7 Adem û Hewayê ji mêweya qedexekirî xwar û wisa li hemberî Xwedê serî hilda (1. Mûsa 2:17; 3:6). Wan li hemberî Yehowa guneh kir. Loma, wek Yehowa gotibû, ew bi zeman re mirin (1. Mûsa 3:17-19). Zarokên Adem û Hewayê jî gunehkar bûn, û ew jî mirin (Romayî 5:12 bixwîne). Lê zarokên Adem û Hewayê çima bûn gunehkar? Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Eger tu dixwazî kulîçeyekê di qalibeke xwar de bipêjî, kulîçe jî wê xwar derkeve. Gava Adem li hemberî Xwedê serî hilda, ew bû gunehkar. Ji ber ku em zarokên Adem in, em jî gişt mîna wî “xwar” in, yanî em jî gunehkar in. Ji ber ku em gişt gunehkar in, em gişt kal û pîr dibin û dimirin (Romayî 3:23; bnr. Not 9).

8, 9. (a) Îblîs dixwest ku Adem û Hewa çi bawer bikin? (b) Yehowa çima Adem û Hewa hemen nekuştin?

8 Gava Îblîs Adem û Hewa ji rê derxistin, wî li hemberî Yehowa serî hilda. Wî dixwest ku Adem û Hewa bawer bikin ku Yehowa derewan dike û xêra wan naxwaze. Îblîs digot ku ne lazim e ku însan di bin emrê Xwedê de bijîn. Îblîs dixwest ku Adem û Hewa xwe bi xwe qerarê bidin ku çi rast e û çi şaş e. Hingê Yehowa wê çi bikira? Eger Yehowa ew bikuştana û serhildana wan serkut bikira, ma derewên Îblîs wê eşkere bibûna? Na!

9 Ji ber vê yekê, Yehowa ew hemen nekuştin, lê wext da însanan ku ew li ser xwe hikumdariyê bikin. Bi vî awayî, her kesî wê fehm bikira ku Îblîs derewan dike, lê Yehowa bi rastî xêra mirovan dixwaze. Li beşa 11emîn, emê li ser vê yekê zêdetir melûmatê  bistînin. Tu li ser qerara Adem û Hewayê çi difikirî? Gava wan baweriya xwe bi Îblîs anî, gelo wan rind kir? Di destê Adem û Hewayê de çi hebû jî, wan her tişt ji Yehowa standibû. Yehowa jiyana bêkemasî, warekî bedew û xebateke xweş dabû wan. Lê Îblîs ji bo wan tu tiştekî baş nekiribû. Eger tu li wê derê bûyayî, teyê çi bikira?

10. Li ber me kîjan du rê hene?

 10 Îro, li ber me jî du rê hene – riya jiyanê û riya mirinê. Em dikarin Yehowa wek Hikumdarê xwe hilbijêrin, û wisa îsbat bikin ku Îblîs derewçîn e. An jî em dikarin Îblîs wek hikumdarê xwe hilbijêrin (Zebûr 73:28; Methelokên Silêman 27:11 bixwîne). Îro, mirovên ku guhdariya Xwedê dikin, hindik in. Niha Xwedê ne hikumdarê dinyayê ye. Gelo hikumdarê dinyayê kî ye?

HIKUMDARÊ DINYAYÊ KÎ YE?

Eger Îblîs xwediyê hemû padîşahiyên dinyayê nebûya, wiyê nikaribûya ew ji Îsa pêxember re pêşkêş bikirana

11, 12. (a) Îblîs ji Îsa Mesîh re çi pêşkêş kir, û em ji vê çi fehm dikin? (b) Kîjan ayetên Kitêba Pîroz nîşan didin ku Îblîs hikumdarê vê dinyayê ye?

11 Îsa pêxember dizanibû ku hikumdarê dinyayê bi rastî kî ye. Carekê, Îblîs “hemû padîşahiyên dinyayê û rûmet û bedewiya wan nîşanî wî da”. Paşê, Îblîs wisa soz da Îsa pêxember: “Eger tu li ber min herî ser çokan û biperizî min, ezê van hemûyan bidim te” (Metta 4:8, 9; Lûqa 4:5, 6). Hela bifikire: Eger Îblîs xwediyê wan padîşahiyan nebûya, ma wiyê bikaribûya ew ji Îsa pêxember re pêşkêş bikirana? Na! Ji vê em fehm dikin ku Îblîs bi rastî jî xwediyê hemû hikûmetên dinyayê ye.

12 Îblîs çima hikumdarê dinyayê ye? Ma erd û ezman ji aliyê Yehowa Xwedê ve nehatine afirandin? (Peyxam 4:11). Belê, Xwedê Afirandêr e, lê Îsa Mesîh bi eşkereyî Îblîs wek “serokê vê dinyayê” bi nav kir (Yûhenna 12:31; 14:30; 16:11). Pawlosê şandî jî got ku Îblîs “xwedayê vê dinyayê” ye (2. Korîntî 4:3, 4). Û Yûhennayê şandî nivîsî ku “tevahiya dinyayê di bin desthilatiya Yê Xerab de ye” (1. Yûhenna 5:19).

 DINYAYA ÎBLÎS WÊ ÇAWA BÊ HELAK KIRIN?

13. Ji me re çima dinyayeke nû lazim e?

13 Dinya her ku diçe xerabtir dibe. Li derdora me şer, sextekarî, durûtî û zordarî pir in. Însan her çi bikin jî, ew nikarin me ji van derdan bifilitînin. Lê di demeke nêzik de, Xwedê wê vê dinyaya xerab di şerê Harmegedonê de xera bike û dinyayeke nû û durist ava bike (Peyxam 16:14-16; bnr. Not 10).

14. Xwedê kî wek padîşahê Padîşahiya xwe hilbijartiye? Kitêba Pîroz ji berê de der heqê Îsa Mesîh de çi gotibû?

14 Yehowa Îsa Mesîh hilbijartiye ku ew Padîşahê Padîşahiya wî, yanî Padîşahê hikumdariya Xwedê ya ezmanî be. Bi hezaran sal berê, Kitêba Pîroz gotibû ku Îsa Mesîh wê wek “Serokê Aştiyê” hikum bajo, û hikumdariya wî wê tu caran xelas nebe (Îşaya 9:6, 7). Îsa Mesîh emir da şagirtên xwe ku ew ji bo vê hikûmetê dua bikin: “Bila padîşahiya te bê. Daxwaza te wek li ezmên, bila li ser rûyê erdê jî bê cih” (Metta 6:10). Li beşa 8emîn, emê bielimin ku Padîşahiya Xwedê wê çawa cihê hikûmetên îroyîn bigire (Danîêl 2:44 bixwîne). Wê çaxê, Padîşahiya Xwedê wê dinyayê bike ceneteke bedew (bnr. Not 11).

DINYAYA NÛ NÊZIK E!

15. “Erdekî nû” çi ye?

15 Kitêba Pîroz wisa sozê dide: “Em li hêviya erdekî nû û ezmanên nû ne ku rastî wê di wan de bimîne” (2. Petrûs 3:13; Îşaya 65:17). Wexta ku Kitêba Pîroz dibêje “erd”, ew carinan behsa mirovên li ser erdê dike (5. Mûsa 32:1). Loma, “erdekî nû” tê maneya mirovên ku guhdariya Xwedê dikin û ji wî bereketan distînin.

16. (a) Xwedê wê kîjan hediyeya mezin bide kesên ku wê li dinyaya nû bijîn? (b) Gerek em çi bikin eger em dixwazin vê hediyeyê bistînin?

 16 Îsa Mesîh soz da ku kesên ku wê li dinyaya nû bijîn wê “jiyana herheyî” bistînin (Marqos 10:30). Eger em dixwazin vê hediyeyê bistînin, gerek em çi bikin? Ji kerema xwe re Yûhenna 3:16 û 17:3 bixwîne û cewaba vê pirsê bibîne. Niha emê bielimin ku Kitêba Pîroz li ser jiyana di Ceneta li ser erdê de çi dibêje.

17, 18. Em ji ku dizanin ku li her derê aştî wê çêbe û emê di aştiyê de bin?

17 Xerabî, şer, zilm û zordarî wê tune bin. Li ser erdê, tu kesekî xerab wê nemîne (Zebûr 37:10, 11). Xwedê wê “li seranserê dinyayê şeran bisekinîne” (Zebûr 46:9, NWT; Îşaya 2:4). Erd wê bi mirovên ku ji Xwedê hez dikin û guhdariya wî dikin ve tije be. Aştî wê heta bi hetayê berdewam bike (Zebûr 72:7).

18 Xizmetkarên Yehowa wê di aştiyê de bin. Li çaxên berê, wexta ku xizmetkarên Xwedê guhdariya wî dikir, ew di aştiyê de dijiyan, çimkî Xwedê ew diparastin (3. Mûsa 25:18, 19). Li Cenetê, emê ji tu tiştî û ji tu kesî netirsin. Emê her tim di aştiyê de bin (Îşaya 32:18; Mîka 4:4 bixwîne).

19. Em ji ku dizanin ku di dinyaya nû de xwarin wê têr û tije be?

19 Xwarin wê têr û tije be. “Bila, li erdê, li serê çiyan, bi zêdebarî genim hebe” (Zebûr 72:16). Yehowa “Xwedayê me, wê me pîroz bike” û “rûyê erdê [wê] berê xwe” bide (Zebûr 67:6).

20. Em ji ku dizanin ku dinya wê bibe cenet?

20 Tevahiya erdê wê bibe cenet. Her kes wê xwediyê xanî û baxçeyên bedew be (Îşaya 65:21-24; Peyxam 11:18 bixwîne). Tevahiya erdê wê mîna baxçeyê Adenê  bedew be. Ji me re her çi lazim be jî, Yehowa wê her tiştî bide me. Kitêba Pîroz der heqê Xwedê de wisa dibêje: “Tu destê xwe vedikî û hemû bicanan, li gor xwestinên xwe têr dikî” (Zebûr 145:16, KP).

21. Em ji ku dizanin ku di nav însan û heywanan de aştî wê çêbe?

21 Di nav însan û heywanan de aştî wê çêbe. Heywan wê êdî ji tu kesî re zerarê nedin. Zarokên biçûk wê di emniyetê de bin, û heywanên ku îro bitalûke ne, wê êdî bêzerar bin (Îşaya 11:6-9; 65:25 bixwîne).

22. Îsa Mesîh wê ji bo nexweşan çi bike?

22 Tu kes wê nexweş nekeve. Gava Îsa pêxember li rûyê erdê bû, wî gelek mirov qenc kirin (Metta 9:35; Marqos 1:40-42; Yûhenna 5:5-9). Lê wexta ku Îsa Mesîh wê wek Padîşahê Padîşahiya Xwedê hikum bajo, ewê her kesî qenc bike. Tu kes wê êdî nebêje: “Ez nexweş im” (Îşaya 33:24; 35:5, 6).

23. Xwedê wê ji bo miriyan çi bike?

23 Mirî wê rabin. Xwedê soz daye ku ewê bi milyonan kesên mirî rake. “Hem kesên rast hem jî kesên nerast wê ji mirinê rabin” (Yûhenna 5:28, 29 bixwîne; Karên Şandiyan 24:15, NWT).

24. Tu li ser jiyana di Cenetê de çi difikirî?

24 Li ber me du rê hene. Em dikarin li ser Yehowa melûmatê bistînin û guhdariya wî bikin, an jî em dikarin bi serê xwe bimeşin. Eger em guhdariya Yehowa bikin, emê tim û tim di dilşadiyê de bijîn. Gava Îsa Mesîh hat îdam kirin, zilamekî din jî li kêleka wî hat darde kirin. Îsa Mesîh wisa soz da wî: “Tuyê ... bi min re di cenetê de bî” (Lûqa 23:43). Niha emê der heqê Îsa Mesîh de zêdetir melûmatê bistînin û bibînin ku ewê tiştên, xweş yên ku Xwedê soz dane, çawa bîne cih.