Here Naverokê

Here naverokê

Not

Not

1 YEHOWA

Navê Xwedê “Yehowa” ye. Wisa tê fehm kirin ku maneya navê Xwedê ev e: “Ew Pêk Tîne.” Yehowa Karîndarê Her Tiştî ye, û wî hemû tişt afirandine. Xwedê dikare her tiştî bike û hemû daxwazên xwe pêk bîne.

Bi zimanê Îbranî, navê Xwedê bi çar herfan dihat nivîsandin. Bi zimanê Kurmancî, ev çar hef wek “YHWH” tên nivîsandin. Li nivîsarên orîjînal a Kitêba Pîroz, ên ku bi zimanê Îbranî hatibûn nivîsandin, navê Xwedê nêzikî 7.000 carî derbas dibe. Li seranserê dinyayê, her kes navê “Yehowa” li gor zimanê xwe telafûz dike.

Beş 1, paragraf 15

2 KITÊBA PÎROZ “JI BÎHNA XWEDÊ YE”

Nivîskarê eslî yê Kitêba Pîroz Xwedê ye. Dîsa jî, wî ji bo nivîsandina Kitêba Pîroz însan xebitandin. Çawa ku midurek fikrên xwe bi destê sekretera xwe di nameyekê de dide nivîsandin, Xwedê jî bi ruhê pîroz rêberiya hin kesan kiribû ku ew fikrên wî qeyd bikin. Rêberiya ruhê Xwedê bi cure cure awayan – carinan bi destê dîtinî û xewnan – digihîşt wan. Paşê, wan tiştên ku wan didîtin, dinivîsîn.

Beş 2, paragraf 5

3 PRENSÎP

Prensîp an qaîdeyên Kitêba Pîroz rastiyên esasî eşkere dikin. Mesela, prensîpa ku “hevaltiya xerab exlaqê spehî xera dike” rêyî me dide ku hevalên me dikarin bi awayekî baş an xerab li ser me tesîr bikin (1. Korîntî 15:33). Prensîpa ku “mirov çi biçîne, wê wî bidirû” rêyî me dide ku em nikarin ji netîceyên kirinên xwe birevin (Galatî 6:7).

Beş 2, paragraf 12

  4 PÊXEMBERTÎ

Pêxembertî, xebera Xwedê ye. Gotinên pêxembertiyan carinan daxwaza Xwedê, rastiyeke exlaqî, emrekî an fermanekê xuya dikin. Hin pêxembertiyan ji berê de nîşan dida ku çi wê biqewime. Heta niha, gelek pêxembertiyên Kitêba Pîroz hatine cih.

Beş 2, paragraf 13

5 PÊXEMBERTIYÊN DER HEQÊ MESÎH DE

Kitêba Pîroz ji berê de gelek tiştên der heqê Mesîh de xuya kiribûn. Mesîhê sozdayî, Îsa pêxember bû. Ji kerema xwe re, li çarçoveya “ Pêxembertiyên der heqê Mesîh de” binêre.

Beş 2, paragraf 17, jêrenot

6 MEXSEDA YEHOWA YA JI BO ERDÊ

Yehowa dixwest ku temamiya erdê bibe cenet û ku mirovên ku ji Xwedê hez dikin, tê de bijîn. Mexseda wî qet neguheriye. Di demeke nêzik de, Xwedê wê xerabiyê ji holê rake û jiyana bêdawî bide xizmetkarên xwe.

Beş 3, paragraf 1

7 ÎBLÎS ŞEYTAN

Melekê ku dest bi serhildana li hemberî Xwedê kiribû, wek “Şeytan” tê bi nav kirin. Maneya vê peyvê “dijber” e, çimkî ew dijminê Yehowa ye. Wekî din, ji wî re “Îblîs” jî tê gotin. Maneya vê peyvê “îftiraker” e, çimkî ew der heqê Xwedê de derewan dike û mirovan dixapîne.

Beş 3, paragraf 4

  8 MELEK

Berî afirandina erdê, Yehowa melek afirandibûn. Melek ji bo jiyana li ezmanan hatine afirandin. Hejmara melekan, ji sed milyonî zêdetir e (Danîêl 7:10). Navê her yek ji wan heye, û şexsiyeta her yek ji wan ji hev cuda ye. Melekên dilsoz îznê nadin ku însan ji wan re îbadetê bikin. Derece û wezîfeyên wan ne wek hev in. Mesela, ew li ber textê Yehowa xizmet dikin, emrên wî digihînin mirovan, rêberiya xizmetkarên Xwedê yên li ser erdê dikin û wan diparêzin, fermanên Yehowa tînin cih û piştgiriya îşê belavkirina mizgînê dikin (Zebûr 34:7; Peyxam 14:6; 22:8, 9). Di demeke nêzik de, ewê li şerê Harmegedonê di bin fermandariya Îsa Mesîh de şer bikin (Peyxam 16:14, 16; 19:14, 15).

Beş 3, paragraf 5; beş 10, paragraf 1

9 GUNEH

Hemû hîs, fikir û hereketên me, yên ku li hemberî Yehowa û daxwaza wî ne, guneh in. Ji ber ku guneh dostaniya me bi Xwedê re xera dike, wî qanûn û prensîp dane me, da ku em ji gunehên qesdî dûr bisekinin. Di destpêkê de, hemû tiştên ku Yehowa afirandibûn, bêqisûr bûn. Lê belê, gava Adem û Hewayê guhdariya Yehowa nekir, wan guneh kir û êdî bûn mirovên qisûrdar. Ew kal û pîr bûn û mirin, û ji ber ku me guneh ji Adem mîras standiye, em jî kal û pîr dibin û dimirin.

Beş 3, paragraf 7; beş 5, paragraf 3

10 HARMEGEDON

Di şerê Harmegedonê de, Xwedê wê dinyaya Îblîs û hemû xerabiyê tune bike.

Beş 3, paragraf 13; beş 8, paragraf 18

 11 PADÎŞAHIYA XWEDÊ

Padîşahiya Xwedê hikumdariya Yehowa ye, ya ku wî li ezmanan saz kiriye. Îsa Mesîh wek Padîşahê vê hikumdariyê hikum dajo. Di demeke nêzik de, Yehowa wê bi destê vê Padîşahiyê xerabiyê bi temamî ji holê rake. Padîşahiya Xwedê wê li ser erdê hikum bajo.

Beş 3, paragraf 14

12 ÎSA MESÎH

Berî hemû tiştên din, Îsa ji aliyê Xwedê ve hatibû afirandin. Yehowa ew şand dinyayê, da ku ew canê xwe di oxira însanan de feda bike. Piştî ku Îsa hat kuştin, Yehowa ew ji mirinê rakir. Îsa niha li ezmanan di Padîşahiya Xwedê de Padîşah e.

Beş 4, paragraf 2

13 PÊXEMBERTIYA 70 HEFTEYÎ

Kitêba Pîroz ji berê de gotibû ku Mesîh wê kengê derkeve meydanê. Ewê piştî ‘69 hefteyan’ derketa meydanê. Van 69 hefteyan di sala 455an a B.M. de dest pê kir û di sala 29an a P.M. de xelas bûn.

Em ji ku dizanin ku 69 hefte di sala 29an a P.M. de xelas bûn? 69 hefteyan di sala 455an a B.M. de dest pê kir. Wê salê, Nehemya gihîşt Orşelîmê û dest bi avakirina vî bajarî kir (Danîêl 9:25; Nehemya 2:1, 5-8). Peyva “hefte” ji hejmara “heftan” tê. Li vê pêxembertiyê, hefte ne hefteyên bi heft rojan, lê belê hefteyên bi heft salan in. Li hin pêxembertiyan, ji “bona her rojî salek” tê hejmartin (4. Mûsa 14:34; Hêzekîêl 4:6). Li gor vê, her hefte heft sal e, û 69 hefte 483 sal in (69 x 7). Ev 483 salan di sala 455an a B.M. de dest pê kir û di sala 29an a P.M. de xelas bû. Îsa di vê salê de bin av bû û bû Mesîh! (Lûqa 3:1, 2, 21, 22).

 Wekî din, pêxembertî behsa hefteyeke din dike, yanî dîsa heft sal hene. Di nava vê hefteyê de, di sala 33an a P.M. de, Mesîh wê bihata kuştin. Ji xeynî vê, ji sala 36an a P.M. ve, mizgîna Padîşahiya Xwedê wê bihata belav kirin, ne tenê ji Cihûyan re, lê belê ji mirovên ji hemû miletan re (Danîêl 9:24-27).

Beş 4, paragraf 7

 14 TESLÎS – HÎNDARIYEKE ŞAŞ

Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa Xwedê Afirandêr e, û ku berî hemû tiştên din, Îsa ji aliyê Xwedê ve hatibû afirandin (Kolosî 1:15, 16). Îsa ne Xwedayê Karîndarê Her Tiştî ye. Wî tu caran negotiye ku ew û Xwedê wek hev in. Wî wisa got: “Bavê min ji min mezintir e” (Yûhenna 14:28, KP; 1. Korîntî 15:28). Lê belê, hin dîn û bawerî bi Teslîsê yan Sêyane bawer dikin, yanî ew dibêjin ku Xwedê ji sê kesan pêk tê: Bav, Kur û ruhê pîroz. Peyva “Teslîs” yan “Sêyane” di Kitêba Pîroz de tune. Ev hîndarî şaş e.

Ruhê pîroz hêza Xwedê ye. Bi vê hêza aktîf, a ku nayê dîtin, Xwedê mexseda xwe tîne cih. Ruhê pîroz ne kesek e. Mesela, şagirtên Îsa yên pêşîn “bi Ruhê Pîroz tije bûn”, û Yehowa wisa gotibû: “Ezê ji Ruhê xwe bi ser hemû mirovan de birijînim” (Karên Şandiyan 2:1-4, 17).

Beş 4, paragraf 12; beş 15, paragraf 17

15 XAÇ

Şagirtên Îsa yên rastîn çima di îbadeta xwe de xaçê bi kar naynin?

  1. Xaç berî hatina Îsa Mesîh jî di îbadeta pûtperestan de hebû. Di demên kevn de, xaç ji aliyê pûtperestan ve di îbadeta tebîetê de û di ayînên cinsî de dihat bi kar anîn. Di nava 300 salên piştî mirina Îsa Mesîh de, şagirtên wî di îbadeta xwe de xaç bi kar nedianî. Paşê, Împaratorê Romayî Konstantîn xaç wek nîşana Mesîhiyan da qebûl kirin. Mexseda bikaranîna vê nîşanê ev bû ku zêdetir însan bibin Mesîhî. Lê belê xaç bi Îsa Mesîh ve girêdayî nîne. New Catholic Encyclopedia wisa dibêje: “Xaç hem li kulturên berî Mesîhiyan hem jî li kulturên Nemesîhî heye.”

  2. Îsa Mesîh li ser xaçekê nehat kuştin. Maneya peyvên Yewnanî, yên ku wek “xaç” tên wergerandin, bi eslê xwe  tên maneya “dîrek”, “texte” an “dar”. The Companion Bible wisa dibêje: “Zimanê Yewnanî yê [Încîlê] fikra du texteyan nade.” Îsa Mesîh li ser dîrekekê mir.

  3. Yehowa naxwaze ku em di îbadeta xwe de heykel an nesneyên dînî bi kar bînin (2. Mûsa 20:4, 5; 1. Korîntî 10:14).

Beş 5, paragraf 12

16 BÎRANÎNA MIRINA ÎSA MESÎH

Îsa Mesîh emir dabû şagirten xwe ku ew mirina wî bînin bîra xwe. Ew vê yekê her sal li 14ê Nîsanê dikin. Li vê tarîxê, miletê Îsraêl Cejna Derbasbûnê pîroz dikir. Kesên ku tên Bîranînê nan (bedena Îsa Mesîh temsîl dike) û şerabê (xwîna wî temsîl dike) li nav hev derbas dikin. Yên ku wê bi Îsa Mesîh re li ezmanan hikum bajon nan dixwin û şerabê vedixwin. Lê belê, yên ku li benda jiyana bêdawî ya li ser erdê ne bi awayekî hurmetkar li Bîranînê hazir dibin, lê ew nan naxwin û şerabê venaxwin.

Beş 5, paragraf 21

17 CAN

Di Kitêba Pîroz de, peyvên Îbranî û Yewnanî, yên ku wek “can” tên wergerandin, (1) ji bo însanekî, (2) ji bo heywanekî an (3) ji bo jiyana însanekî an heywanekî tên bi kar anîn. Hin ayetên ku vê yekê nîşan didin ev in:

  • Însan. “Wexta keştiya Nûh dihat ava kirin, ... heyşt can, bi avê ve xelas bûn” (1. Petrûs 3:20, KP). Li vir, peyva “can” tê maneya “însan”, yanî Nûh û pîreka wî, sê kurên wan û pîrekên wan.

  • Heywan. “Bi hemû canên bi we re ne, bi civîkan, heywanên kedî û hov, bi hemûya heywanên ku ji keştiyê ve derketine re peymana xwe bidomînim” (1. Mûsa 9:10).

  •  Jiyana însan an heywanekî. Yehowa ji Mûsa re wisa got: “Hemû zilamên ku li canê te digeriyan mirin!” (2. Mûsa 4:19). Gava Îsa Mesîh li dinyayê dijiya, wî wisa got: “Ez şivanê qenc im. Şivanê qenc ji bo miyan canê xwe dide” (Yûhenna 10:11).

    Wekî din, gava kesek tiştekî bi “hemû canê xwe” dike, maneya vê ev e ku ew vê yekê bi xîret û dilxwazî dike (Metta 22:37; 5. Mûsa 6:5). Di zimanê Îbranî de, însan an heywanên mirî jî wek canên mirî tên bi nav kirin (4. Mûsa 6:6; Hagay 2:13).

Beş 6, paragraf 5; beş 15, paragraf 17

18 RUH

Di Kitêba Pîroz de, peyvên Îbranî û Yewnanî, yên ku wek “ruh” tên wergerandin, ji bo cure cure tiştan tên bi kar anîn. Dîsa jî, ev peyv her tim ji bo tiştên ku ji aliyê mirovan ve nayên dîtin tên bi kar anîn, wek ba an bihna însan û heywanan. Wekî din, ev peyv ji bo kesên ruhî û ji bo ruhê pîroz (yanî hêza aktîf a Xwedê) tê bi kar anîn. Kitêba Pîroz nabêje ku piştî mirinê, tiştek ji mirov derdikeve û sax dimîne (2. Mûsa 35:21; Zebûr 104:29; Metta 12:43; Lûqa 11:13).

Beş 6, paragraf 5; beş 15, paragraf 17

19 GEENNA

Peyva “Cehenem”, ji peyva “Geenna” tê. Geenna navê newalekî li nêzikî bajarê Orşelîmê ye. Li wê derê, çop dihat avêtin û şewitandin. Li gor keşfên arkeolojîk, di rojên Îsa Mesîh de heywan an însanên sax di vî newalî de nedihatin şewitandin an îşkence kirin. Ji ber vê yekê, Geenna cihekî li cîhana din ê ji bo îşkencekirin û şewitandina însanên mirî temsîl nake. Gava Îsa Mesîh digot ku hinek tên avêtin  Geennayê, wî behsa tunebûna bitemamî dikir (Metta 5:22; 10:28).

Beş 7, paragraf 20

20 DUAYA EMSAL

Bi vê duayê, Îsa Mesîh rêyî şagirtên xwe da ku gerek ew çawa dua bikin. Mesela, Îsa Mesîh got ku gerek em ji bo van tiştan dua bikin:

  • “Navê te pîroz be”

    Em dua dikin ku bila Yehowa navê xwe ji hemû derewan paqij bike. Em vê yekê dixwazin ji bo ku li ezmanan û li ser erdê her kes hurmetê bide navê Xwedê.

  • “Bila padîşahiya te bê”

    Em dua dikin ku bila hikumdariya Xwedê dinyaya xerab a Îblîs helak bike, li ser erdê hikum bajo û temamiya erdê bike cenet.

  • “Daxwaza te ... li ser rûyê erdê jî bê cih”

    Em dua dikin ku bila mexseda Xwedê ya ji bo erdê bê cih, da ku mirovên guhdar û bêqisûr karibin heta bi hetayê di Cenetê de bijîn – wek Xwedê dixwest gava wî mirovên pêşîn afirandibûn.

Beş 8, paragraf 2

21 FÎDYE

Bi saya fîdyeyê, Yehowa însanan ji guneh û mirinê difilitîne. Fîdye ji bo du armancan hatiye dayîn: Ji bo kirîna jiyana bêqisûr, a ku mirovê pêşîn Adem winda kiribû, û ji bo serrastkirina dostaniya însanan a bi Yehowa. Xwedê Kurê xwe Îsa Mesîh şand dinyayê, da ku ew canê xwe di oxira hemû gunehkaran de feda bike. Bi saya qurbanbûna Îsa Mesîh, fersenda hemû însanan heye ku heta bi hetayê bijîn û bêqisûr bibin.

Beş 8, paragraf 21; beş 9, paragraf 13

 22 SALA 1914AN ÇIMA EW QAS MUHÎM E?

Li gor beşa 4an a kitêba Danîêl, Xwedê wê Padîşahiya xwe di sala 1914an de saz bikira.

Pêxembertî: Yehowa xewneke pêxemberane dabû Nebûkadnetsar Padîşah. Di vê xewnê de, dareke bilind hat birîn û kokên wê bi bendên hesin û sifir hatin pêçandin ji bo ku dar heta dawiya ‘heft wextan’ gir nebe. Paşê, dar wê dîsa gir bibûya (Danîêl 4:1, 10-16).

Maneya vê pêxembertiyê: Dar, hikumdariya Xwedê temsîl dike. Bi gelek salan, Yehowa bi navgîniya padîşahên Orşelîmê li ser miletê Îsraêl hikum dajot (1. Dîrokan 29:23). Lê paşê, van padîşahan guhdariya Yehowa nekir, û hikumdariya wan xelas bû. Orşelîm di sala 607an a B.M. de hat xera kirin, û ‘heft wextan’ dest pê kir (2. Qiralan 25:1, 8-10; Hêzekîêl 21:25-27). Gava Îsa Mesîh got ku “heta zemanê miletan temam bibe, Orşelîm wê di bin lingên wan de biperçiqe”, wî behsa van ‘heft wextan’ dikir (Lûqa 21:24). Xuya ye ku gava Îsa Mesîh li dinyayê dijiya, “heft wext” xelas nebûbû. Yehowa gotibû ku ewê li dawiya ‘heft wextan’ Padîşahekî tayîn bike. Hikumdariya vî Padîşahê nû – yanî Îsa Mesîh – wê li seranserê dinyayê heta bi hetayê gelek nîmet bidana xizmetkarên Xwedê (Lûqa 1:30-33).

Hesabkirina ‘heft wextan’: ‘Heft wextan’ bi 2.520 salan berdewam kir, ji sala 607an a B.M. heta sala 1914an a P.M. Di sala 1914an de, Îsa Mesîh ji aliyê Xwedê ve li ezmanan wek Padîşahê Padîşahiya Xwedê hat tayîn kirin.

 Hejmara 2.520an çawa tê hesab kirin? Kitêba Pîroz dibêje ku sê û nîv wext dike 1.260 roj (Peyxam 12:6, 14). Li gor vê, “heft wext” jî dike du qata vê hejmarê, yanî 2.520 roj. Ji ber ku di vê pêxembertiyê de ji “bona her rojî salek” tê hejmartin, 2.520 roj dike 2.520 sal (4. Mûsa 14:34; Hêzekîêl 4:6).

Beş 8, paragraf 23

23 SEREKMILYAKET MÎXAYÎL

Peyva “serekmilyaket” tê maneya “serokê melekan”. Kitêba Pîroz tenê behsa yek serekmilyaketî dike, û navê wî Mîxayîl e (Danîêl 12:1; Cihûda 9).

Mîxayîl serokê melekên dilsoz e. Peyxam 12:7 wisa dibêje: “Mîxayîl û milyaketên xwe bi ... ejder û milyaketên xwe [re] şer kirin.” Kitêba Peyxamê dibêje ku serokê ordiya Xwedê, Îsa Mesîh e. Ev yek nîşan dide ku Mîxayîl navekî din ê Îsa Mesîh e (Peyxam 19:14-16).

Beş 9, paragraf 4

24 ROJÊN DAWÎN

Dema berî ku Padîşahiya Xwedê wê dinyaya Îblîs helak bike wek “rojên dawîn” tê bi nav kirin. Di “rojên dawîn” de, bûyerên mezin wê biqewimiyana. Wekî din, Kitêba Pîroz vê demê wek “dawiya dinyayê” an “hatina [an hazirbûna] Kurê Mirov” bi nav dike (Metta 24:3, 27, 37). Dema ku Padîşahiya Xwedê di sala 1914an de li ezmanan dest bi hikumdariyê kir, “rojên dawîn” dest pê kir. Gava dinyaya Îblîs li şerê Harmegedonê wê bê helak kirin, “rojên dawîn” wê xelas bin (2. Tîmotêyos 3:1; 2. Petrûs 3:3).

Beş 9, paragraf 5

 25 RABÛNA MIRIYAN

Xwedê dikare miriyan rake. Ev yek wek “rabûna miriyan” tê bi nav kirin. Kitêba Pîroz behsa neh kesên ku ji mirinê rabûn, dike. Êlyas, Êlîşa, Îsa Mesîh, Petrûs û Pawlos kesên mirî bi qudreta Xwedê rakirin. Yehowa soz daye ku ewê “yên rast û nerast” ji mirinê rake, da ku ew heta bi hetayê li rûyê erdê bijîn (Karên Şandiyan 24:15). Wekî din, Kitêba Pîroz dibêje ku hin kesên ku ji aliyê Xwedê ve hatine hilbijartin wê bên rakirin û li cem Îsa Mesîh li ezmanan bijîn (Yûhenna 5:28, 29; 11:25; Filîpî 3:11; Peyxam 20:5, 6).

Beş 9, paragraf 13

26 CINDARÎ

Cindarî tiştekî xerab e. Kesên ku cindariyê dikin bi cinan re dikevin îrtîbatê – an rasterast an jî bi navgîniya cindar an medyûmekî. Yên ku cindariyê dikin bawer dikin ku ruhên însanan piştî mirinê sax dimînin û dibin xeyaletên xurt. Wekî din, cin dixwazin li ser însanan bandor bikin ku ew guhdariya Xwedê nekin. Tiştên wek stêrnasî, falbazî, efsûnkarî, sêrbazî, xurafeperestî, mîstîsîsm û hêzên veşartî gişt bi cindariyê ve girêdayî ne. Gelek kitêb, kovar, fîlm, poster û stran cin, sêrbazî û cindariyê wek tiştekî kêfdar an bêzerar nîşan didin. Gelek adetên cenazeyê jî bi cindariyê ve girêdayî ne. Mesela, qurbanên ji bo miriyan, xwarinên ji bo xêra miriyan, ziyareta tirbeyan, taya mirinê û hin adetên bîtiyê wisa ne. Li hin deran, gava mirov dixwazin hêza cinan bixebitînin, ew narkotîkan bi kar tînin (Galatî 5:20; Peyxam 21:8).

Beş 10, paragraf 10; beş 16, paragraf 4

 27 SERWERIYA YEHOWA

Yehowa, Karîndarê Her Tiştî ye, û wî her tişt afirandiye (Peyxam 15:3). Ji ber vê yekê, ew Xwediyê her tiştî ye, û serwerî an otorîteya hikumdariyê bi temamî aîdî wî ye (Zebûr 24:1; Îşaya 40:21-23; Peyxam 4:11). Wî ji bo hemû tiştên afirandî qanûn derxistine. Wekî din, Yehowa dikare kesên din wek hikumdar tayîn bike. Eger em dixwazin hurmetê bidin serweriya Xwedê, gerek em ji wî hez bikin û guh bidin wî (1. Dîrokan 29:11).

Beş 11, paragraf 10

28 JIBERXWEKIRINA ZAROKAN

Armanca jiberxwekirina zarokan ev e ku ew bên kuştin berî ku ew bên dinyayê. Qeza an reaksiyona bedenê, jiberxwekirina qesdî nîne. Gava zarok dikeve zikê diya xwe, ew ne tenê qismekî bedena diya xwe ye, lê êdî kesekî cihê ye.

Beş 13, paragraf 5

29 NEQLA XWÎNÊ

Bi neqla xwînê, xwîna tam an yek ji çar qismên sereke yên xwînê ji kesekî din an jî ji xwîna veşartî ji bedena kesekî re tê transfer kirin. Çar qismên sereke yên xwînê ev in: Plazma, erîtrosît, lokosît û trombosît.

Beş 13, paragraf 13

 30 TERBIYE

Di Kitêba Pîroz de, maneya peyva “terbiye” ne tenê “ceza” ye. Gava em tên terbiye kirin, em perwerde û zanyariyê distînin û tên îsleh kirin. Yehowa me bi zilm û zordarî terbiye nake (Methelokên Silêman 4:1, 2). Yehowa ji bo dê û bavan jî emsaleke pir baş e. Terbiyeya Xwedê tiştekî ew qas bitesîr e ku em dikarin ji terbiyeyê hez bikin (Methelokên Silêman 12:1). Yehowa ji xizmetkarên xwe bi rastî hez dike û wan perwerde dike. Ew rê nîşan dide wan, da ku ew dev ji fikrên şaş berdin. Bi alîkariya terbiyeya Yehowa, xizmetkarên Xwedê dikarin bi zeman re fikir û hereketên xwe li gor daxwaza Xwedê serrast bikin. Gava dê û bav terbiyeyê didin zarokên xwe, gerek ew rêyî wan bidin ku çima lazim e ku ew guhdarî bikin. Wekî din, gerek dê û bav alî zarokên xwe bikin ku ew ji Yehowa û ji Kitêba Pîroz hez bikin û prensîpên Kitêba Pîroz fehm bikin.

Beş 14, paragraf 13

31 CIN

Cin ruh in û nayên dîtin. Ew melekên xerab in, û ji însanan gelek xurttir in. Gava wan li hemberî Xwedê bêîtaetî kir, ew bûn dijminên wî (1. Mûsa 6:2; Cihûda 6). Wan bi Îblîs re li hemberî Yehowa serî hilda (5. Mûsa 32:17; Lûqa 8:30; Karên Şandiyan 16:16; Aqûb 2:19).

Beş 16, paragraf 4