Here Naverokê

Here naverokê

QISIM 19

Xulamê sadiq û bi basîret kî ye?

Xulamê sadiq û bi basîret kî ye?

Ew xwarina ruhî temîn dike. Em gişt jê feydeyê digirin.

Îsa Mesîh wexteke kin beriya mirina xwe, bi telebeyên xwe yên bi navê: Petrûs, Aqûb, Yûhenna û Endrawis re qise kir. Wî di heqê elamet, yanî nîşana hazirbûyîna xwe ya di rojên dawîn de xeber da. Îsa paşê jî pirseke muhîm pirsî. Wî got ku Xulamê sadiq û bi basîret, ê ku efendiyê wî ew daniye ser xulamên xwe, da ku xwarina wan di wextê de bide wan, kî ye? (Metta 24:3, 45; Marqos 13:3, 4). Bi vî şikilî Îsayê “Efendî” soz dabû ku ewê di rojên dawîn de, hin kesan tayîn bike. Ew kes jî wê bi şikilekî muntezam ji taqîbkarên wî re xwarina ruhî tedarek bikin. Eceba ev koma ku wekî “xulam” tê binavkirin, wê ji kê bihata meydanê?

Ew komeke biçûk e ku ji taqîbkarên Îsa yên meshkirî tê meydanê. Xulam, Heyeta Îdareyê ya Şahidên Yehowa ye. Ew ji qewmê Yehowa Xweda re di zemanê rast de xwarina ruhî temîn dike. Ji bo ku em bikarin xwarina xwe ya ruhî di wexta rast de bistînin, îhtiyaça me bi vî xulamê sadiq heye (Lûqa 12:42).

Ew qewmê Xwedê îdare dike (1. Tîmotêyos 3:15). Îsa Mesîh mesûliyet da vî xulamî, da ku ew fealiyetên qisimê teşkîlata Yehowa Xweda yên li ser rûyê erdê, rêve bibe. Yanî îdarekirina heyiya madî, rêveberiya fealiyetên ji bo belavkirina Mizgîniyê û talîma ku bi navgîniya cemaetan ji me re tê dayîn. Ev tişt gişt aîdî vê mesûliyeta mezin in. “Xulamê sadiq û bi basîret”, bi navgîniya cemaet û kongreyan, weşanên ku em di xizmetê de dişixulînin, dide me. Ew hem jî xwarina ruhî, ya ku îhtiyaça me pê heye, di wexta rast de digihîne me.

Xulam sadiq e. Çimkî ew bi heqîqetên Kitêba Pîroz û wezîfeya belavkirina Mizgîniyê ve saxlem girêdayî ye. Wekî din jî, ew bi basîret e. Çimkî ew bi şikilekî dîqet li yên ku Mesîh li ser rûyê erdê emanetî wî kirine, eleqedar dibe (Karên Şandiyan 10:42). Loma jî Yehowa Xweda, wî bi bereket dike. Yehowa jê re yardim dike ku ew bi zêdehî xwarina ruhî temîn bike. Yehowa Xweda qewmê xwe bi dewamî zêde dike (Îşaya 60:22; 65:13).

  • Îsa Mesîh ji bo ku xwarina ruhî bide şagirtên wî, kî tayîn kir?

  • Xulam ji kîjan aliyî ve, sadiq û bi basîret e?