Here Naverokê

Here naverokê

 QISIM 14

Tu Çawa Dikarî Dostê Xwedê Bimînî?

Tu Çawa Dikarî Dostê Xwedê Bimînî?

Cem Xwedê be. 1. Petrûs 5:6-9

Ji urf û adetên ku li gor Kitêba Pîroz nerast in dûr bisekine. Ji bo vê mêrxasî lazim e.

Tev li siyasetê mebe, çimkî miletên dinyayê destek nadin Yehowa û Padîşahiya wî.

 Guh bide Xwedê, çimkî ev e riya rast. Meta 7:24, 25

Pev Şahidên Yehowa re be; ewê alîkariya te bikin ku tu nêzikî Xwedê bî.

Bi xwendina Kitêba Pîroz dewam bike û emrên Xwedê bîne cih.

Çaxa ku îmana te qewî be, gerek tu soz bidî Yehowa û paşê jî bin av bibî (Meta 28:19).

Guh bide Xwedê. Kitêba Pîroz bixwîne û ji Şahidên Yehowa bixwaze ku ew alîkariya te bikin ku tu wê fehm bikî. Paşê, gotinên Kitêba Pîroz bike. Eger tu wisa bikî, tuyê her bijî (Zebûr 37:29).