Here Naverokê

Gelo Malbat Çawa Dikare Dilşad Bibe?

Gelo Malbat Çawa Dikare Dilşad Bibe?

Li gor we, çi muhîmtir e?

  • Hezkirin

  • Pere

  • Tiştekî din

 KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE?

“Xwezî bi wan ên ku peyva Xwedê dibihîzin û pêk tînin!” (Lûqa 11:28).

MANEYA GOTINÊN JORÎN

Hezkirina rastîn wê hebe (Efesî 5:28, 29).

Qedirgirtin wê hebe (Efesî 5:33).

Yekîtî û dilsozî wê hebin (Marqos 10:6-9).

 GELO EM DIKARIN BI GOTINÊN KITÊBA PÎROZ BAWER BIKIN?

Belê! Bala xwe bidin van sebeban:

  • Malbat ji aliyê Xwedê ve hatiye ava kirin. Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê – yê ku navê wî Yehowa ye – zewaca pêşîn pîroz kiribû (1. Mûsa 2:18-24). Yanî, malbat bi saya Xwedê hatiye meydanê. Çima muhîm e ku em vêya bizanibin?

    Bînin ber çavê xwe: Hûn xwarineke pir xweş dixwin û dixwazin hîn bibin ka ji bo çêkirina vê xwarinê çi lazim e. Gelo hûnê ji kê bipirsin? Hûnê helbet ji kesê ku ev xwarin çêkiriye bipirsin, ne wisa ye?

    Mîna vê, eger hûn dixwazin hîn bibin ku çi lazim e ku malbat dilşad bibe, gerek hûn li şîretên Yehowa bigerin, ê ku malbat saz kiriye.

  • Xwedê xema we dixwe. Wê baş be ku hûn di Kitêba Pîroz de li rêberiya Xwedê bigerin. Çima? “Çimkî ew xema we dixwe” (1. Petrûs 5:6, 7). Yehowa dixwaze ku em dilşad bin, û hemû şîretên wî bifeyde ne (Methelokên Silêman 3:5, 6; Îşaya 48:17, 18).

 HÛN ÇI DIFIKIRIN?

Hûn çawa dikarin bibin jin, mêr yan jî dê û bavekî baştir?

Ji bo cewaba vê pirsê, li van ayetên Kitêba Pîroz binêrin: EFESÎ 5:1, 2; KOLOSÎ 3:18-21