24 Sibat – 1 Adar
1. MÛSA 20-21
Kilam 108 û Dua
Pêşgotin (1 deqe)
XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ
“Yehowa Sozên Xwe Her Tim Tîne Cih”: (10 deqe)
1Mû 21:1-3: Sara bihemle bû û kurek anî dinyayê (wp17.5-E 14-15)
1Mû 21:5-7: Yehowa tiştekî ku nemumkin xuya dikir, mumkin kir
1Mû 21:10-12, 14: Birahîm û Sarayê bi soza Yehowa ya di heqê Îshaq de bawerî dianî
Li Cewherên Ruhî Bigere: (10 deqe)
1Mû 20:12: Gelo Sara bi rastî xwişka Birahîm bû? (wp17.3-E 12, jêrenot)
1Mû 21:33: Birahîm çawa “bangî navê Xudan” kir? (w89-E 1/7 20 par. 9)
Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te di heqê Yehowa, xizmet yan mijareke din de kîjan cewherên ruhî dîtine?
Xwendina Kitêba Pîroz: (4 deqe yan kêmtir) 1Mû 20:1-18 (th ders 5)
XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE
Vîdeoya Ziyareta Sisêyan: (5 deqe) Muzakere. Vîdeoyê lêde û paşê van pirsan bipirse: Mizgînvan çawa nîşan da ku gotinên ayetê bifeyde ne? Mizgînvan çawa bi mirovê ku dixwest di heqê Kitêba Pîroz de melûmatê bistîne, eleqedar bû?
Ziyareta Sisêyan: (3 deqe yan kêmtir) Sohbeta emsal pêşkêş bike. (th ders 4)
Kursa Kitêba Pîroz: (5 deqe yan kêmtir) bhs 35 par. 19-20 (th ders 3)
WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Kilam 111
Rapora Xizmetê ya Sala Berê: (15 deqe) Gotara kalekî civatê. Piştî xwendina nameya ji buroyê ya li ser rapora xizmetê ya sala berê, bila çend mizgînvan behsa serpêhatiyên xweş ên sala berê bikin.
Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê: (30 deqe) jy-TK beş 105
Gotinên Dawîn (3 deqe yan kêmtir)
Kilam 119 û Dua