Here Naverokê

Here naverokê

 WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Mijdar 2020: Kampanyaya Xisûsî ya ji bo Îlankirina Padîşahiyê

Mijdar 2020: Kampanyaya Xisûsî ya ji bo Îlankirina Padîşahiyê

Îsa Mesîh “Mizgîniya Padîşahiya Xwedê” îlan dikir (Lq 4:43). Wekî din, wî ji şagirtên xwe re digot ku bila ew ji bo hatina vê Padîşahiyê dua bikin (Mt 6:9, 10). Li meha Mijdarê, emê Padîşahiya Xwedê bi kampanyayeke xisûsî îlan bikin (Mt 24:14). Îşên xwe wisa eyar bike ku tu karibî vê kampanyayê destek bikî. Li wê mehê, pêşengên alîkar dikarin yan 30 yan jî 50 saet xizmet bikin.

Heta ku ji destê te tê ayeteke di heqê Padîşahiya Xwedê de ji mirovan re nîşan bide. Ayeteke minasib hilbijêre, ya ku li gor dîn û baweriya guhdarên te baş e. Eger kesek bixwaze zêdetir melûmatê bistîne, çapa umumî ya Birca Çavdêriyê № 2 2020 bide wî. Paşê, vî kesî zû ziyaret bike û eger mumkin be, bi destê yek ji Hacetên Elimandinê dest bi kursa Kitêba Pîroz bike. Wext hindik maye – di demeke nêzik de, Padîşahiya Xwedê wê hemû dijminên xwe helak bike (Dn 2:44; 1Kr 15:24, 25). Loma, bila em vê fersenda xisûsî rind bi kar bînin û dilsoziya xwe ya ji Yehowa û Padîşahiya wî re nîşan bidin!

Padîşahiya Xwedê wê dinyayê bike Cennet!