Here Naverokê

Here naverokê

 WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Ciwanno – Gelo Yehowa Dostê Weyî Herî Baş e?

Ciwanno – Gelo Yehowa Dostê Weyî Herî Baş e?

Gelo tu dixwazî ku hevalên te xwediyê kîjan sifatan bin? Bi îhtimaleke mezin, tu pir qîmetê didî sifatên wek dilsozî, qencî û comerdî. Yehowa xwediyê van hemû sifatan e (2Mû 34:6; Kar 14:17). Gava tu ji wî re dua dikî, ew guh dide. Gava tu hewceyî alîkariya wî yî, ew her tim alî te dike (Zb 18:19, 35). Ew şaşiyên te efû dike (1Yh 1:9). Ma Yehowa Dostê herî baş nîne?

Tu çawa dikarî bibî dostê Yehowa? Kitêba Pîroz bixwîne, da ku tu wî rind nas bikî. Baweriya xwe bi wî bîne (Zb 62:8; 142:2). Qîmetê bide tiştên ku ji bo Yehowa biqîmet in – Kurê wî, Padîşahiya wî û sozên wî. Ji kesên din re behsa wî bike (2Mû 32:3). Eger tu xîret bikî ku bibî dostê Yehowa, dostaniya we wê herheyî dewam bike (Zb 73:25, 26, 28).

LI VÎDEOYA CAHILNO, “TEM KIN Û BIZANIBIN KU XUDAN ÇA QENC E!” (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Çi wê alî te bike ku tu ji bo sonda xwedayînê û binavbûnê hazir bibî?

  • Xwişk û birayên civatê çawa dikarin alî te bikin ku tu ji Yehowa re xizmet bikî?

  • Xizmet çawa dikare dostaniya te ya bi Yehowa re xurt bike?

  • Dostaniya bi Yehowa re herheyî ye!

    Gelo tu dikarî çi îmtiyazên xizmetê bistînî?

  • Tu çima ji Yehowa hez dikî?