Here Naverokê

Here naverokê

 WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Mizgînê Bigihîne Her Kesî

Mizgînê Bigihîne Her Kesî

Çawa ku Yehowa miletê Îsraêl organîze kiribû, ew îro jî xizmetkarên xwe organîze dike, da ku ew armanca wî bînin cih. Li seranserê dinyayê, buro, herêm, civat û komên xizmetê hatine organîze kirin ji bo ku mizgîn bi awayekî rêk û pêk bê belavkirin. Gerek her kes mizgînê bibihîze – hem kesên ku bi zimanê me dipeyivin hem jî kesên ku bi zimanekî din dipeyivin (Py 14:6, 7).

Ma tu naxwazî zimanekî din bielimî ji bo ku tu karibî mizgînê bidî kesên ji welatên din? Eger tu nikarî zimanekî nû bi temamî bielimî jî, tu dikarî bi alîkariya sepana JW Language pêşkêşeke hêsan bielimî. Bikaranîna pêşkêşeke wisa dikare pir kêfê bide te. Li sedsala yekê, xwişk û bira pir şa bûn ku mirovên ji welatên din “karên Xwedê yên mezin” bi zimanê xwe bihîstin (Kar 2:7-11).

LI VÎDEOYA BIBE DOSTÊ YEHOWA; BELAKIRINA MIZGÎNIYÊ SER ZIMANÊ DIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Tu çawa dikarî sepana JW Language bi kar bînî?

  • Hin taybetiyên vê sepanê çi ne?

  • Mizgîn gerek bigihîje însanên ji hemû miletan

    Mirov di herêma te de bi kîjan zimanan dipeyivin?

  • Eger tu rastî kesekî xerîb bêyî, yê ku guh dide mizgînê, wê baş be ku tu çi bikî? (od-E 100-101 par. 39-41).