WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Zewaca Xwe Biparêze
Ji bo Yehowa, sonda zewacê pir muhîm e. Ew dixwaze ku jin û mêr di yekîtiyê de bin (Mt 19:5, 6). Di nav xizmetkarên Xwedê de gelek zewacên baş hene. Dîsa jî, zewaceke bêqisûr tune. Problem carinan dikarin bên meydanê. Gelek mirovên vê dinyayê difikirin ku eger problem hebin, jin û mêr dikarin hev berdin. Lê belê, em wisa nafikirin. Gelo şagirtên Îsa çawa dikarin zewaca xwe biparêzin?
Bala xwe bide van pênc gavên muhîm:
Dilê xwe biparêze. Flort neke û xwe ji fîlm û resmên bêexlaq dûr bigire, çimkî tiştên wisa dikarin zewacê xera bikin (Mt 5:28; 2Pt 2:14).
Dostaniya xwe ya bi Xwedê re qewîtir bike û di zewaca xwe de dilê wî şa bike (Zb 97:10).
Bi dewamî şexsiyeta nû li xwe bike. Roj bi roj, nazik be û alîkariya jin û mêrê xwe bike (Kl 3:8-10, 12-14).
Bi awayekî hurmetkar xeber bide (Kl 4:6).
Heqê zewacê bi hezkirin û şefqet bide (1Kr 7:3, 4; 10:24).
Gava şagirtên Îsa qîmetê didin zewacê, ew qîmetê didin Yehowa, yê ku zewaca pêşîn saz kiribû.
LI VÎDEOYA EM GEREKÊ BI SEBIR BIREVIN; XWE LI GORA QEYDÊN LECÊ BIGIRIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Zewacek her çi qas di destpêkê de baş be jî, çi cure çetinahî dikarin bên meydanê?
Prensîpên Kitêba Pîroz çawa dikarin alî kesên ku di zewaca xwe de bextewar nînin, bikin?
Ji bo ku zewaca te bextewar be, prensîpên Kitêba Pîroz bi kar bîne
Yehowa ji bo zewacê çi rêberî daye?
Ji bo ku zewac serkeftî be, gerek jin û mêr çi bikin?