PIRSÊN LI SER KITÊBA PÎROZ

Şerê Armagedonê Çi ye?

Kurdî (Kurmancî)
Şerê Armagedonê Çi ye?
https://cms-imgp.jw-cdn.org/img/p/502014295/univ/art/502014295_univ_sqr_xl.jpg
ijwbq meqale 85

Şerê Armagedonê Çi ye?

Şerê Armagedonê Çi ye?

Bersiva Kitêba Pîroz

 Şerê Armagedonê şerê dawîn ê di navbera hukûmetên dinyayê û Xwedê de ye. Ev hukûmet û alîgirên wan heta roja îro jî serê xwe li ber serweriya Xwedê natewînin û li dijî wî derdikevin (Zebûr 2:2). Şerê Armagedonê wê dawiya hukimdariyên dinyayê bîne (Danîêl 2:44).

 Peyva “Armagedon” di Kitêba Pîroz de tenê carekê di Peyxam 16:16 de derbas dibe. Pirtûka Peyxamê nîşan dide ku “hukimdarên temamiya erdê” wê ji bo şerê “roja mezin a Xwedayê ku qudreta wî bêsînor e” “li cihê ku jê re bi Îbranî Armagedon tê gotin” bên civandin (Peyxam 16:14).

 Kî wê di Armagedonê de şer bike? Îsa Mesîh wê rêberiya ordiyeke ezmanî bike da ku li dijî dijminên Xwedê şer bike û bi ser bikeve (Peyxam 19:11-16, 19-21). Di nav van dijminan de kesên ku li dijî desthilatiya Xwedê ne û li hemberî wî bêhurmet in, hene (Hêzekîêl 39:7).

 Gelo şerê Armagedonê wê bi rastî li Rojhilata Navîn biqewime? Na. Şerê Armagedonê wê ne tenê li cihekî, lê li tevahiya dinyayê biqewime (Yêremya 25:32-34; Hêzekîêl 39:17-20).

 Peyva Armagedon carinan wek “Har–Magedon” (bi Îbranî Har Megîddon) tê wergerandin û wateya wê “Çiyayê Megîdoyê” ye. Megîdo berê bajarekî li Îsraîla kevnar bû. Dîrok nîşan dide ku li nêzîkî vî bajarî şerên girîng qewimîne; hinek ji wan di Kitêba Pîroz de hatine nivîsandin (Serweran 5:19, 20; 2. Qiralan 9:27; 23:29). Lê belê ne mumkin e ku Armagedon ji bo herêma li nêzîkî Megîdoya kevnar tê gotin. Çimkî li wê derê çiyayekî mezin tune ye û tevahiya Deşta Yîzreêlê jî ya ku li kêleka wê ye, ew qas ne fireh e ku cih bide hemû kesên ku wê li dijî Xwedê şer bikin. Li şûna vê, Armagedon rewşeke cîhanî ye ku miletên dinyayê li hev kom dibin da ku ji bo cara dawîn li dijî serweriya Xwedê bisekinin.

 Di dema şerê Armagedonê de şert û merc wê çawa bin? Em nizanin ka Xwedê wê çawa qudreta xwe bi kar bîne, lê mumkin e ku ew hin tiştên ku wî di demên berê de wek sîleh bi kar anîbûn mîna zîpik, lehî, erdhej, barana gur, agir û kewkurd, birûsk û nexweşiyan wê dîsa bi kar bîne (Eyûb 38:22, 23; Hêzekîêl 38:19, 22; Habaqûq 3:10, 11; Zekerya 14:12). Di wê tevliheviyê de, hin dijminên Xwedê wê hevdû bikujin. Di dawiyê de ewê vê yekê fehm bikin: Ê ku bi wan re şer dike, Xwedê ye (Hêzekîêl 38:21, 23; Zekerya 14:13).

 Gelo Armagedon wê bibe dawiya dinyayê? Na. Ji ber ku dinya hatiye afirandin ku heta bêdawiyê cih û warê mirovahiyê be, Armagedon wê nebe dawiya gerstêrka me (Zebûr 37:29; 96:10; Waiz 1:4). Wekî din, mirovahî jî wê tune nebe. Berevajî vê, “komeke mezin a mirovan” a xizmetkarên Xwedê wê sax bimîne (Peyxam 7:9, 14; Zebûr 37:34).

 Di Kitêba Pîroz de, peyva “dinya” ne tenê ji bo rûyê erdê tê bikaranîn, lê her wiha carinan ji bo civaka mirovên xerab ên ku li ber Xwedê radibin jî, tê bikaranîn (1. Yûhena 2:15-17). Li gor vê nêrînê, Armagedon wê “dawiya dinyayê” bîne (Meta 24:3, Mizgînî).

 Gelo Armagedon wê kengê biqewime? Gava Îsa behsa “tengasiya mezin” ku wê bi şerê Armagedonê bi dawî bibe, kir, wî got: “Tu kes nizane ku ew roj û saet wê kengê be, ne melekên ezmanan, ne jî Kur, bi tenê Bav dizane” (Meta 24:21, 36). Lê belê, Kitêba Pîroz nîşan dide ku Armagedon wê di dema hazirbûna Îsa ya ku nayê dîtin de biqewime û vê demê di sala 1914an de dest pê kiriye (Meta 24:37-39).