Gelo ji bo Xelasiyê Îmana bi Îsa Bes e?
Bersiva Kitêba Pîroz
Mesîhî bawer dikin ku Îsa ji bo gunehên mirovahiyê miriye (1. Petrûs 3:18). Lê belê ji bo xelasiya me ne bes e ku em tenê baweriya xwe bi Îsa wek Xelaskar bînin. Cin jî dizanin ku Îsa “Kurê Xwedê” ye, lê ne xelasî, tunekirin li benda wan e (Lûqa 4:41; Chd 6).
Ji bo ku ez xelas bibim, divê ez çi bikim?
Divê tu bawer bikî ku Îsa canê xwe ji bo gunehên me feda kiriye (Karên Şandiyan 16:30, 31; 1. Yûhena 2:2). Ev yek baweriya ku Îsa bi rastî hebû û hemû tiştên ku Kitêba Pîroz li ser wî dibêje rast in, di nav xwe de dihewîne.
Tiştên ku Kitêba Pîroz bi rastî hîn dike, nas bike (2. Tîmotêyos 3:15). Pawlosê Şandî û Sîlas ji nobedarekî re wiha got: “Baweriya xwe bi Efendiyê me Îsa bîne, û tu û hemû maliyên te, hûnê xelas bibin.” Piştre wan dest pê kir ku “peyva Yehowa” a hînî wî bikin (Karên Şandiyan 16:31, 32). Ev yek nîşan dide ku eger nobedar di heqê Peyva Xwedê de zanîneke bingehîn bi dest nexistibûya, wîyê nikaribûya îman bi Îsa bianiya. Hewcehiya wî bi zanîna rast a li ser esasê Nivîsarên Pîroz hebû (1. Tîmotêyos 2:3, 4).
Tobe bike (Karên Şandiyan 3:19). Divê tu ji ber şaşî û kirinên xwe yên berê tobe bikî, yanî ji dil poşman bibî. Gava tu dev ji tiştên ku dilê Xwedê diêşînin berdî û ‘bi kirinên xwe nîşan bidî ku te tobe kiriye’, tobedariya te wê li ber çavê kesên din eşkere bibe (Karên Şandiyan 26:20).
Vaftîz, yanî îmad bibe (Meta 28:19).Îsa got ku kesên ku dixwazin bibin şagirtên wî divê vaftîz bibin. Nobedarê ku me behsa wî kir vaftîz bû (Karên Şandiyan 16:33). Bi eynî awayî, piştî ku Petrûsê Şandî ji gelek mirovan re behsa rastiya li ser Îsa kir, “hingê kesên ku bi dil û can gotinên wî qebûl kirin, vaftîz bûn” (Karên Şandiyan 2:40, 41).
Guh bide rêberiya Îsa (Îbranî 5:9). Kesên ku ‘hemû tiştên ku Îsa li me emir kirine, tînin cih’, bi jiyana xwe nîşan didin ku ew şagirtên wî ne (Meta 28:20). Divê ew “ne tenê guh bidin peyva Xwedê, lê li gor wê hereket bikin jî” (Aqûb 1:22).
Heta dawiyê sebir bike (Marqos 13:13). Ji bo ku şagirtên Îsa xelas bibin, divê ew “tehemul bikin” (Îbranî 10:36). Mesela, Pawlosê Şandî her tim guh dida hînkirinên Îsa û ji Xwedê re dilsoz ma. Ji roja ku ew bû şagirtê Îsa heta mirina xwe, ew di vê rêyê de ma (1. Korîntî 9:27).
Kitêba Pîroz li ser “Duaya Xelasiyê” çi dibêje?
Di hin dîn û olan de mirov hin duayên taybet ên wekî “Duaya Gunehkar” û “Duaya Xelasiyê” dikin. Bi gelemperî kesên ku wiha dua dikin, gunehkariya xwe qebûl dikin û baweriya xwe tînin zimên ku Îsa ji bo gunehên wan miriye. Wekî din, ew dixwazin ku Îsa têkeve nav dilê wan an jiyana wan. Lê Kitêba Pîroz qet behsa “Duaya Xelasiyê” nake û tiştekî wiha pêşniyar nake.
Hin kes difikirin ku piştî gotina “Duaya Xelasiyê” ew dikarin ji xwe re xelasiya herheyî bi dest bixin. Lê belê, tu dua bi tena serê xwe xelasbûnê garantî nake. Ji ber ku em mirovên qisûrdar in, em bi dewamî şaşiyan dikin (1. Yûhena 1:8). Ji ber vê yekê, Îsa ji şagirtên xwe re got ku divê ew ji bo efûkirina gunehên xwe her roj dua bikin (Lûqa 11:2, 4). Wekî din, hin Mesîhiyên ku di rêya jiyana herheyî de bûn, ji ber ku ji Xwedê dûr ketin, ev hêviya xwe winda kirin (Îbranî 6:4-6; 2. Petrûs 2:20, 21).
Koka “Duaya Xelasiyê” ji ku hatiye?
Dîroknas di heqê koka “Duaya Xelasiyê” de ne hemfikir in. Hinek dibêjin ku ev kevneşopî di dema Reforma Protestanan de ava bûye û bi pêş ketiye. Hin kesên din jî bawer dikin ku mirovan di dema tevgerên dînî yên sedsalên 18 û 19an dest bi gotina “Duaya Xelasiyê” kiriye. Rewş çi be bila bibe, ev kirin xwe naspêrin Nivîsarên Pîroz û bi rastî li dijî hînkirinên Kitêba Pîroz in.
a Kitêba Pîroz dibêje ku navê Xwedê Yehowa ye.

