PIRSÊN LI SER KITÊBA PÎROZ

Gelo Îsa li ser Xaçê Mir?

Kurdî (Kurmancî)
Gelo Îsa li ser Xaçê Mir?
https://cms-imgp.jw-cdn.org/img/p/502013284/univ/art/502013284_univ_sqr_xl.jpg
ijwbq meqale 63

Gelo Îsa li ser Xaçê Mir?

Gelo Îsa li ser Xaçê Mir?

Bersiva Kitêba Pîroz

 Gelek kes xaçê wek nîşana sereke ya Mesîhîtiyê dibînin. Lê belê, Kitêba Pîroz behsa tiştê ku Îsa li ser hat kuştin nake. Ji ber vê yekê, tu kes nikare ji sedî sed bibêje ku şiklê wî hacetî çawa bû. Dîsa jî, delîlên di Kitêba Pîroz de nîşan didin ku Îsa ne li ser xaçê, lê li ser darekî rast mir.

 Kitêba Pîroz gava behsa hacetê ku Îsa li ser hat îdamkirin dike, bi piranî peyva Yûnanî stauros bi kar tîne (Meta 27:40; Yûhena 19:17). Di gelek wergerên Kitêba Pîroz de her çi qas ev peyv wek “xaç” hatiye wergerandin jî, lê dîsa jî gelek zanyar hemfikir in ku maneya wê ya bingehîn bi rastî “stûneke rast” e. a Li gor çavkaniyekê, peyva stauros “qet nayê maneya du stûnên darîn ên ku li ser hev hatin danîn” (A Critical Lexicon and Concordance to the English and Greek New Testament).

 Di Kitêba Pîroz de peyva ksylon jî wek hemwateya peyva stauros hatiye bikaranîn (Karên Şandiyan 5:30; 1. Petrûs 2:24). Ev peyv tê maneya “textik”, “êzing”, “stûn”, yan jî “dar”. b Ji ber vê yekê, wergereke Kitêba Pîroz digihîje vê encamê: “Di zimanê Yûnanî yê Peymana Nû de qet tiştekî wisa tune ye ku fikra du parçeyên darîn piştrast bike” (The Companion Bible).

Gelo Xwedê bikaranîna xaçê di îbadetê de qebûl dike?

Temsîleke crux simplex: Ev peyva Latînî ji bo darekî sade, yê ku ji bo bizmarkirina sûcdarekî dihat bikaranîn, dihat gotin

 Tiştê ku Îsa li ser hat kuştin her çi be jî, Kitêba Pîroz nîşan dide ku divê em xaçê di îbadetê de bi kar neynin. Ka bala xwe bide van rastî û ayetan:

  1.   Xwedê di îbadetê de bikaranîna sûret yan jî sembolên mîna xaçê qebûl nake. Xwedê ferman dabû Îsraîliyan ku divê ew di îbadetê de “tu sûretî” bi kar neynin û bi eynî awayî ji Mesîhiyan re jî hatiye gotin ku divê ew “ji pûtperestiyê birevin” (5. Mûsa 4:15-19; 1. Korîntî 10:14).

  2.   Mesîhiyên di sedsala yekem de xaç di îbadetê de bi kar nedianî. c Divê hemû Mesîhiyên rast li gor hînkirin û kirinên şandiyan tevbigerin (2. Selanîkî 2:15).

  3.   Koka bikaranîna xaçê ji pûtperestiyê tê. d Bi sedsalan piştî mirina Îsa, dema ku dêr ji hîndariyên wî dûr ketin, ji endamên nû yên dêrê re “bi berfirehî destûr hat dayîn ku ew [xaç jî di nav de] nîşan û sembolên xwe yên pûtperest bihêlin” (The Expanded Vine’s Expository Dictionary of New Testament Words). Lê belê, qebûlkirina sembolên pûtperestan ji bo qezenckirina bawermendên nû bi temamî li dijî Kitêba Pîroz e (2. Korîntî 6:17).

a Binêre New Bible Dictionary, Çapa Sêyan, D. R. W. Wood, rûpel 245; Theological Dictionary of the New Testament, Cîld VII, rûpel 572; The International Standard Bible Encyclopedia, Çapa Serrastkirî, Cîld 1, rûpel 825; û The Imperial Bible-Dictionary, Cîld II, rûpel 84.

b Binêre The Expanded Vine’s Expository Dictionary of New Testament Words, rûpel 1165; A Greek-English Lexicon, Liddell û Scott, Çapa Nehan, rûpelên 1191-1192yan; û Theological Dictionary of the New Testament, Cîld V, rûpel 37.

c Binêre Encyclopædia Britannica, 2003, nivîsa “Cross”; The Cross​—Its History and Symbolism, rûpel 40; û The Companion Bible, Weşanxaneya Zanîngeha Oxfordê, pêvek 162, rûpel 186.

d Binêre The Encyclopedia of Religion, Cîld 4, rûpel 165; The Encyclopedia Americana, Cîld 8, rûpel 246; û Symbols Around Us, rûpelên 205-207an.