Gelo Ev Dinya wê Rojekê Tune Bibe?
Bersiva Kitêba Pîroz
Na, ev dinya wê tu carî neyê tunekirin, neyê şewitandin û gerstêrkeke din wê nekeve cihê wê. Li gor Kitêba Pîroz, Xwedê erd afirandiye ku mirov heta bi hetayê li ser wê bijîn.
“Yên rast wê erdê mîras bistînin, û ewê her û her li ser rûyê erdê bijîn” (Zebûr 37:29, NWT).
“[Xwedê] rûyê erdê li ser bingehan ava kir; bona ku tu carî nelerize” (Zebûr 104:5, KP).
“Erd wê her û her bimîne” (Waiz 1:4, NWT).
“Yê ku erd çêkiriye û şikil dayê, … vikîvala neafirandiye, şikil dayê ku li ser were rûniştin” (Îşaya 45:18).
Gelo wê mirov erdê wêran bikin?
Xwedê wê nehêle ku mirov dinyayê bi qirêjiya avhewayê, bi şeran an bi tu awayekî din bi temamî xera bikin. Li şûna wê, ewê “kesên ku dinyayê xera dikin” tune bike (Peyxam 11:18). Ewê vê yekê çawa bike?
Xwedê wê hukûmetên dinyayê yên ku nikarin erdê biparêzin, tune bike û Padîşahiya wî ya ezmanî wê li şûna wan hukimdariyê bike (Danîêl 2:44; Meta 6:9, 10). Ev Padîşahî wê di bin serokatiya Îsa Mesîh de be (Îşaya 9:6, 7). Gava Îsa li ser rûyê erdê bû, wî bi mucîzeyan qudreta xwe ya li ser hêzên tebîetê nîşan da (Marqos 4:35-41). Wek Padîşahê Hukimdariya Xwedê, wê kontrola li ser erdê û hêzên xwezayê bi temamî bikevin bin destê wî. Ewê rûyê erdê ji nû ve ava bike û halê dinyayê mîna baxçeyê Adenê xweş û geş bike (Meta 19:28; Lûqa 23:43).
Gelo Kitêba Pîroz dibêje ku wê dinya di nav êgir de bê şewitandin?
Na, tiştekî wiha nabêje. Ev nêrîna şaş pir caran ji ber şaşfehmkirina 2. Petrûs 3:7 peyda dibe. Ev ayet wiha dibêje: “Erd û ezmanên ku niha hene … ji bo helakkirina bi êgir … tên hiştin.” Ji bo em maneya van gotinan fehm bikin, ka em li du nuqteyên girîng binêrin:
Di Kitêba Pîroz de peyvên “ezman”, “dinya” û “agir” ji bo gelek tiştan tên bikaranîn. Mesela, Zebûr 33:8 wiha dibêje: “Bila bitirse hemû erd ji Xudan.” Li vir, “erd” ji bo civaka mirovan tê gotin.
Ayetên berî û piştî 2. Petrûs 3:7 nîşan didin ku maneya ezman, erd û êgir çi ye. Ayetên 5 û 6an behsa dema Tofana Nûh dikin. Wê çaxê, dinyaya berê hat wêrankirin lê gerstêrka me tune nebû. Li şûna vê, di Tofanê de civakeke zalim (ango “erd” an “dinya”) hat tunekirin (1. Mûsa 6:11). Wekî din, “ezman” ango mirovên ku li ser wê civakê hukimdarî dikir hatin tunekirin. Bî vî rengî ne gerstêrka me lê mirovên xerab ji holê hatin rakirin. Gava ew dinya hat wêrankirin, Nûh û malbata wî sax man û piştî Tofanê li ser rûyê erdê jiyana xwe domandin (1. Mûsa 8:15-18).
Wek di Tofanê de, “agir” ango tunebûna ku 2. Petrûs 3:7 behs dike wê ne dawiya gerstêrka Erdê lê dawiya dinyaya mirovên xerab bîne. Xwedê soza “erd û ezmanekî nû” ku “rastdarî wê” tê de hebe, dide me (2. Petrûs 3:13). “Erdeke nû” ango civakeke nû ya mirovan wê di bin hukimdariya “ezmanekî nû” de, yanî di bin serokatiya Padîşahiya Xwedê de bê meşandin. Di bin hukimdariya vê Padîşahiyê de, dinya wê bibe cenet û wê aştî lê hebe (Peyxam 21:1-4).

