PIRSÊN LI SER KITÊBA PÎROZ

Çima Divê Em bi Navê Îsa Dua Bikin?

Kurdî (Kurmancî)
Çima Divê Em bi Navê Îsa Dua Bikin?
https://cms-imgp.jw-cdn.org/img/p/502012526/univ/art/502012526_univ_sqr_xl.jpg
ijwbq meqale 28

Çima Divê Em bi Navê Îsa Dua Bikin?

Çima Divê Em bi Navê Îsa Dua Bikin?

Bersiva Kitêba Pîroz

 Divê em bi navê Îsa ji Xwedê re dua bikin, çimkî Xwedê ji bo ku em nêzîkî wî bibin tenê vê rêyê qebûl dike. Îsa got: “Rê, rastî û jiyan ez im. Tu kes bêyî min nikare were cem Bav” (Yûhena 14:6). Wekî din, Îsa Mesîh ji şandiyên xwe yên dilsoz re ev jî got: “Bi rastî, eger hûn ji Bav tiştekî bixwazin, ewê bi navê min bide we” (Yûhena 16:23).

Ji bo ku em bi navê Îsa dua bikin, sebebên din ev in:

  •   Em rûmetê didin Îsa Mesîh û Bavê wî Yehowa Xwedê (Filîpî 2:9-11).

  •   Em qîmetê didin mirina Îsa Mesîh, çimkî Xwedê bi destê wî rêya xelasiya ji bo me hemûyan vekiriye (Meta 20:28; Karên Şandiyan 4:12).

  •   Em qebûl dikin ku Îsa Mesîh di navbera Xwedê û mirovan de wek navbeynkar roleke bêhempa dilîze (Îbranî 7:25).

  •   Em hurmetê didin xizmeta Îsa Mesîh wek Kahînê Mezin; bi xêra wî, em dikarin razîbûna Xwedê bistînin (Îbranî 4:14-16).