Here Naverokê

Şahidên Yehowa Şîva Xudan Çawa Derbas Dikin?

Şahidên Yehowa Şîva Xudan Çawa Derbas Dikin?

 Em Bîranîna Mirina Îsa Mesîh yan “şîva Xudan” li gor rêberiya Kitêba Pîroz derbas dikin (1. Korîntî 11:20). Lê belê, gelek dîn û bawerî vê cejnê ne li gor Kitêba Pîroz, lê li gor urf û adetên xwe pîroz dikin.

Armanc

 Armanca Şîva Xudan ev e ku em Îsa Mesîh bi bîr bînin û şikurdariya xwe ji bo fîdyeya wî nîşan bidin (Metta 20:28; 1. Korîntî 11:24). Pîrozkirina Şîva Xudan nayê maneya efûkirina gunehan. Li gor Kitêba Pîroz, gunehên me dikarin bên efû kirin, ne bi navgîniya adeteke dînî, lê bi saya baweriya bi Îsa Mesîh (Romayî 3:25; 1. Yûhenna 2:1, 2).

Çend caran?

 Îsa Mesîh emir da şagirtên xwe ku ew Şîva Xudan pîroz bikin. Lê wî rasterast negot ku gerek ew vêya di salê de çend caran bikin (Lûqa 22:19). Hin kes Şîva Xudan her meh, her hefte, her roj yan di hundirê rojekê de çend caran pîroz dikin. Gelo em çawa dikarin têderxin ku gerek em Şîva Xudan çend caran derbas bikin?

 Îsa Mesîh Şîva Xudan cara pêşîn li roja Cejna Derbasbûnê pîroz kir, û ew wê rojê mir (Metta 26:1, 2). Ev yek tesadûf nîne. Kitêba Pîroz qurbanbûna Îsa Mesîh dişibîne berxê Cejna Derbasbûnê (1. Korîntî 5:7, 8). Cejna Derbasbûnê her sal carek dihat pîrozkirin (2. Mûsa 12:1-6; 3. Mûsa 23:5). Mîna vê, Mesîhiyên pêşîn Bîranîna Mirina Îsa Mesîh her sal carek pîroz dikir, û Şahidên Yehowa jî wisa dikin.

Roj û saet

 Emsala Îsa Mesîh nîşanî me dide ku gerek Bîranîn çend caran û kengê bê derbaskirin. Wî ev cejn li 14ê Nîsanê ya sala 33yan a P.M. (li gor salnameya hîvî ya Kitêba Pîroz), piştî ku roj çû ava, cara pêşîn derbas kir (Metta 26:18-20, 26). Mîna Mesîhiyên pêşîn, Şahidên Yehowa jî Bîranîna Mirina Mesîh her sal li eynî tarîxê derbas dikin.

 Roja 14ê Nîsanê ya sala 33yan a P.M. her çi qas ketibû roja Înê, salvegera vê tarîxê dikare her sal bikeve cure cure rojên heftiyê. Her sal, Şahidên Yehowa roja 14ê Nîsanê ne li gor metoda ku Cihû niha bi kar tînin, lê li gor metoda ku li rojên Îsa Mesîh dihat bikaranîn, hesab dikin. a

Nan û şerab

 Ji bo vê cejna nû, Îsa Mesîh nanê bêhevîrtirş û şeraba sor, yên ku ji xwarina Cejna Derbasbûnê mabûn, bi kar anîn (Metta 26:26-28). Wek Îsa Mesîh, Şahidên Yehowa jî nanê bêhevîrtirş û bê madeyên din û şeraba sor bi kar tînin. Ew ava tiriyan yan jî şeraba şîrînkirî, qewîkirî yan bi biharatan bi kar naynin.

 Hin dîn û bawerî nanê bihevîrtirş bi kar tînin, lê Kitêba Pîroz hevîrtirş gelek caran wek sembola guneh û xerabûnê bi kar tîne (Lûqa 12:1; 1. Korîntî 5:6-8; Galatî 5:7-9). Loma, tenê nanê bêhevîrtirş û madeyên din dikare bedena bêguneh a Îsa Mesîh temsîl bike (1. Petrûs 2:22). Wekî din, hin dîn û bawerî li şûna şerabê ava tiriyan bi kar tînin. Ew difikirin ku Kitêba Pîroz alkolê qedexe dike, lê ev fikir ne li gor Kitêba Pîroz e (1. Tîmotêyos 5:23).

Nan û şerab nabin goşt û xwîna Îsa Mesîh

 Li Bîranîna Mirina Îsa Mesîh, nanê bêhevîrtirş û şeraba sor beden û xwîna Îsa Mesîh temsîl dikin. Hin kes difikirin ku nan û şerab bi mucîzeyê dibin goşt û xwîna Îsa Mesîh, lê li gor Kitêba Pîroz, ev fikir ne rast e.

  •   Eger Îsa Mesîh emir bidaya şagirtên xwe ku bila ew xwîna wî vexwin, ev yek wê bihata maneya ku wî ji wan re gotiye ku bila ew qanûna Xwedê, ya ku vexwarina xwînê qedexe kiribû, binpê bikin (1. Mûsa 9:4; Karên Şandiyan 15:28, 29). Ev yek ne mumkin e, çimkî Îsa Mesîh wê tu car negota ku bila kesek qanûna Xwedê ya di heqê pîroziya xwînê de binpê bike (Yûhenna 8:28, 29).

  •   Eger şandiyan bi rastî xwîna Îsa Mesîh vedixwar, wiyê negota ku xwîna wî wê “bête rijandin”. Gotinên wî nîşan didin ku qurbana wî hê nehatibû pêşkêşkirin (Metta 26:28, Kitêba Pîroz).

  •   Kitêba Pîroz dibêje ku qurbana Îsa Mesîh “bi carekê” hat dayîn (Îbranî 9:25, 26). Eger nan û şerab li dema Şîva Xudan bibûna goşt û xwîna wî, kesên ku ji wan dixwin wê ev qurban dubare kiriba.

  •   Îsa Mesîh wisa gotibû: “Ji bo bîranîna min vê bikin.” Wî negot: “Ji bo qurbankirina min vê bikin” (1. Korîntî 11:24).

 Kesên ku bawer dikin ku nan û şerab dibin goşt û xwîna Îsa Mesîh difikirin ku hin ayet vêya îsbat dikin. Mesela, ew vê ayetê nîşan didin: “Çimkî ev [şerab] xwîna min a Peymanê ye” (Metta 26:28). Lê belê, ev gotin dikarin wisa jî bên tercûme kirin: “Ev ... ‘xwîna min a peymanê’ temsîl dike.” b Wek gelek carên din, Îsa Mesîh îcar jî bi destê mîsalekê hîn dikir (Metta 13:34, 35).

Kî gerek nan bixwin û şerabê vexwin?

 Gava Şahidên Yehowa Şîva Xudan pîroz dikin, tenê çend kes nan dixwin û şerabê vedixwin. Gelo çima?

 Xwîna Îsa Mesîh “Peymana Nû” danî, ya ku cihê peymana di nav Yehowa Xwedê û miletê Îsraêl girt (Îbranî 8:10-13). Li Bîranînê, ne hemû Mesîhî, lê tenê kesên ku para vê peymana nû, yanî yên ku bi awayekî xisûsî “hatine gazîkirin”, gerek nan bixwin û şerabê vexwin (Îbranî 9:15; Lûqa 22:20). Li gor Kitêba Pîroz, ewê li ezmanan tevî Îsa Mesîh bibin padîşah, û tenê 144.000 kes ji bo vê îmtiyazê hatine hilbijartin (Lûqa 22:28-30; Peyxam 5:9, 10; 14:1, 3).

 Yên ku wê tevî Îsa Mesîh li ezmanan padîşahiyê bikin wek “keriyê biçûk” tên binavkirin. Lê belê, hêviya piraniya mirovan ev e ku heta bi hetayê li dinyayê bijîn, û ew wek “elaleteke mezin” tên binavkirin (Lûqa 12:32; Peyxam 7:9, 10). Yên ku li benda jiyana li rûyê erdê ne li Bîranînê nan naxwin û şerabê venaxwin, lê ew tên Bîranînê ji ber ku ew ji bo fedakariya Îsa Mesîh şikurdar in (1. Yûhenna 2:2).

a Îro, Cihû destpêka meha Nîsanê li gor hîva nû ya astronomîk hesab dikin, lê ev metod di sedsala yekê de nedihat bikaranîn. Wê demê, meha nû dest pê dikir gava hîva nû cara pêşîn ji Orşelîmê xuya dibû. Ev yek carinan rojek yan çend roj piştî hîva nû ya astronomîk çêdibû. Ji ber vê yekê, tarîxa ku Şahidên Yehowa Bîranînê pîroz dikin carinan nakeve roja ku Cihû Cejna Derbasbûnê pîroz dikin.

b Li Pirtûka Pîroz – Zebûr û Încîl (ji aliyê Weşanên Do hatiye weşandin) binêre.